|
| Destpêk Efrin.net |
|
Belge
Ji belge û babetên kongira duyem ya Kurdên Sovyêtistana berê
Werger: Dr. M. Zeyno
Moskova, 23.06.1990
Ji bo serokê Yekîtiya Sovyêtistanê Heval M.S.Gorbaçov Birêz Mîxaîl Sirgêvîç,
komîta me ya kurdî, ya ku ji bo vejîna autonomiya kurdî, biryar da ku careke din berê xwe bide we û derd û rewşa xwe di vê heyama îroyîn de ji we re bide nasîn. Wek tê zanîn, di sala 1939-an de, Kurdên misilman ji Ermenistan û Ezerbeycanê, û di sala 1944-an de ji Gurjistanê bo asiya navîn û kazaxistanê hatin koçkirin. Li wir em li 14 herêman, 110 navçeyan û li gelek gundan belav kirin. Ta 1953-an em di bin çavdêriyê de bûn. Di van salan de gelek ji me ji ber serma û birçîbûnê mirin; pirê Kurdan di wan salan de bê xwendin man, ji ber hindê di nav me Kurdên misilman de hunermend, dîrîjyor, kompezîtor, karmendên partî û saziyê kêm in, kursiya herî bilind ji bo me mixtarê (gund) soxoz-ê ye, herwiha di nav me de endamên perlemen û Komîta Navendî ya Partiyê, çi li komaran û çi li navendê, nînin Koçbarkirina pêşîn hêşt ku Kurdên mayîn nasnameya xwe ya netewî biguherin. Heger di sala 1926-an de, li gor hilbijartina giştî, hejmara Kurdan li Sovyêtistanê 232 hezar bûn, îro 152 hezar in – ev asîmile li gor V.Î.Lênîn asîmileyeke bi dilê xwe ye. Roja îro miletên mezin li komaran bi şêwyekî vekirî me neçar dikin ku asemîle bibin an jî ji axa wan derkivin. Dema berê ax bû bû dayîna Xwedê, lê îro gelên mezin axê weke milkê xwe yê kesane dibînin. Ew ji bîr dikin ku ax ji împeratoriya romî, Îskenderê Mekedonî, Cenkîz Xan û yên din re nema. Sala par bi erêkirina encûmena Moskova »Sovyêta Moskova« me Kurdan, yên ku ji 9 komaran hatine, xwepêşandanek li bajarê Moskovayê li dar xist, û di meha Îlonê de kongira Kurdên Sovyêtistanê civiya. Di wê de serokatiya komîta »Yekbûn« hate hilbijartin. Endamên wê komîtê ji aliyê nûnerên Partî û Hukûmatê de, wek Cêbrîkov, Boss, Tarazêvîç, Riyabov, Gîrênko, hatin vexwendin. Ew bi rewşa me hatin nasandin û wan soz dan ku di demeke kurt de wê çareyekê ji pirsa me re bibînin û me vegerînin ser axmaka me. Sekreterê Komîta Navendî A.N.Gîrênko gote me ku pirsa me ligel ên din ketiye lîsta platforma Komîta Navendî ya Partiyê û herwiha bûye biryara Sovyêta Bilind. Lê belê ta roja îro ev pirs ji niqta mirinê jî ne liviye. Piştî wan sozan ji Ermenistanê 18 hezar Kurdên misilaman hatin koçkirin, û ji Ozbêkistanê du hezar. Her car Kirxîz bi bona serbestkirina axa wan êrişî Kurdan dikin. Yekê Gulanê sala îsal li herêma Oşê, navçeya Suzakê, li gundê Oktoberê, çavsorên Kirxîzan êrişî Kurdên bêçare kirin – çar tirimbêl, derî û pencereyên çel malî şikandin û neh Kurd jî birîndar bûn. Di encamê de şêst malbatî mal û hebûnên xwe li dû xwe hêştin û reviyan. Dor neh hezar Kurd di salên 1988–1989 an de reviyan ba birayê mezin herêma Kirasnedarê. Lê tevî ku wan dev ji malên xwe berdan, Kurdan bi şêweyekî fermî di dezgehên saziyê de qeydnakin, ew bê karin, statusa penaberan nadin Kurdan.
Van serpêhatiyan hêştin ku em: Ø li 23. Tîrmeha vê salê xwepêşandanekê bi 2000 kes li bajarê Moskovayê li dar bixin; Ø ji bo kişandina bala miletên din yên cîhanê, emê merşekê li 10-ê Çiriya Pêşîn sala îsal ji 300 mirovî bo paytextên welatên ewropî û 300 mirovî bo paytextên welatên Asiyayê bi rê bikin; Ø ji bo kişandina bala rûniştevanên bajarê Moskovayê û tevaya gelên Sovyêtistanê, emê li meydana sor ji bo 10 rojan û bi tevlêbûna rewşenbîriya kurd her carê 15 mirov girava birçîbûnê Orgenîze bikin.
Birêz Mîxaîl Sirgêvîç,
em bi riya we re ne, em dibînin ku riya we îro girtî diviya bû berî 40–50 salî bihata girtin, lê miletên mezin û dijminên demokrasiyê rê nadin pêrêstroykê da ku bi lez here serî. N.S.Xiroşov kanî bû neh gelên koçkirî vegerîne ser axa wan û ji bo wan autonomiyê vejîne. Di sala 1960-î şanda me ji aliyê Sekreterê Komîta Navendî ya Partiyê, B. Ponomaryov de hate pêşwazîkirin. N.S.Xiroşov di wê demê de soza vegera ser axa me û vejîna autonomiyê da bû me, lê di wan deman de rahêjtina Xiroşov û şerê rêjîma Îraqê ya li dijî Kurdan li pêşiya pêkanîna van sozan bûn esteng. Di dema îro de jî rê nîne ku biryara Komîta Navendî bo gelên koçkirî bi cih bê, rewşa gelê me weha ye wek ku em li ser bermîlê benzînê bin – çîkeke biçûk dikare Kurdan tune bike. Ji ber sedemên jorîn em li hêviya rêdana we ne, da ku em kani bin xwepêşandana xwe di dem û cihê wê de pêk bînin. Herwiha em hêvîdar in ku ew di mediya me de bête agahdarkirin, û destûra we bo serdana kesên me ji merşa li derveyî welêt re hebe.
Ligel rêz û silavan Serokê Komîta Kurdan »Yekbûn« ji bo Vejîna Autonomiyê Babayêv Mamed Sulêmanovîç
|