Pênûs

| Hejmar 13            | Zivistan 2003

31.03.2002

Destpêk                                                                                                   Efrin.net

 

Koça dilekî hişkulak

 

Can Hêmen

 

(1)

 

Çawa (Mihemed)

mêrê yekemîn û

peyxemberê dawiyê bû,

rinda min,

tu jî jina dawiyê yî…

 

 

(2)

 

Kî dibêje

xwaşikbûna ramûsana yekemîn

li ser lêvan dimîne –

bilî ya dawiyê

nayê bîra min…

 

 

(3)

 

Ji zeviyê dilê xwe

min gulek jê kir

wê bêtir xwastin.

Min gulên cîhanê giş jê kirin

ji wan dilekî hişkulak

çê kir...

 

 

(4)

 

Di gundê min de, hevalo,

her roj

hezar carî mirovahî tê

kuştin

Careke tenê Na jî ...

 

 

(5)

 

Xwedê ji min xwast

ku ez koç bikim.

Min jê re got:

Koça min

dê bal memikên yara min ve be ...

 

 

 (6)

 

Yekî bi yekê re got:

Were kêleka min

ji bo ku

em bibin yanzde hêz ...