Pênûs

| Hejmar 13            | Zivistan 2003

31.03.2002

Destpêk                                                                                                   Efrin.net

Hevpeyvînek bi helbestvan û nivîskar Mahmûdê Ako re

 

Ez bê pênûs û kaxez tune me

ez xuya nakim

winda me

 

Hevpeyvîner: Berzanê Neyo

 

 

Bi navê kovara Pênûs û xwendevên wê em spasiya te dikin ko te xwe ji van pirsan re amade kiriye û ez hêvî dikim ko tu bi kurtayî xwe ji me re bidî naskirin.

 

Sipas ji bo te û kovarê. Ez bi vê derfetê pir kêfxweş im. Ew kesên ku bixwazin min nas bikin, dikarin helbest û çîrokên min bixwînin.

 

Tu yek ji yên pir hindik in, ku kurdiya wan ji erebiya wan bi hêztir û paktir e (li Rojavayê Kurdistanê), yan yên ko xwe bi xurtir bi kurdiyê derdibirînin. Tu çawa vî tiştî şîrove dikî?

 

Tişt bi hezkirinê ve girêdayî ne, dema hezkirina mirov ji tiştekî re hebe, ev tişt gelek riyan li ber merov hêsan dike yan ronî dike. Tiştê ku hêşt ez vî dîwrê ko kelek kes pesnê xwe bi xwendinên akadîmî didin hilweşînim, hezkirina netewê û zimên bû. Bê çawa nîgarkêşek kare di hindirê tabloyekê de sînoran biherifîne, wilo jî min sînorên cûdabûnê herifand. Hezkirina min ji ziman û kofiya pîrika min re rêka evîna zimên li ber min wek pirtûkeke pîroz, ku li ber pêximberekî vekirî be, bişkivand. Hezkirina pîrika min ji pêximber û çîrokên wî re dihîşt ku hezkirina min ji zimên re bibe hespekî ji hiriyê ku di deştên Mosêsana de porê xwe dihûne.

 

Bîranîn yan penaberî û xurbet yan jî evîneke xwekuj şahiyê dûrî helbestên te dikin?

 

Evîn bi xwe xwekuştin e, hezkirina min ji deverê re wek rêwiyekî di dema berbangê de li dengê Xwedê guhdar dike. Şahiya ku mirov ji berfê distînin wek pêlên agirê Zerdeşt hinavên min dişewitînin, loma helbestên min bi şewat û xemgîn tên û diqîrin. Ew kesê helbestê dinivîse hestên xwe, wek nîgarkêşekî rengan, bi ser birînê de dadike. Bîranîn, xurbetî û evîna xwekuj sînorên şahiyê hildiweşînin. Şahî di helbestên min de, her yek li gor xwe kare tê de bibîne, wek wê helbesta ko navê Zivistana canekî hildigire, weke dojehê lêv xwe pêdixin û dilopên xwêdanê bi mêvanî tên, her dilopek evîneke xwekuj e. Ez di xemgîniya xwe de şahî û kêfxweşiyê dibînim, û ez van kovanan diyarî xwendevanan dikim. Xerîbî ne ew e ku mirov ji cî û waran bi dûr bikeve, lê belê ji xwe. 

 

Em dixwazin ji te bi xwe nas bikin bê çi bandora penaberiya te li helbest û nivîsandinên te heye, yan çi guherîn di helbestên te de li dervî welêt hatin holê?

 

Ez ji taybetiyan ketim giştiyan, hestên mirovahî li cem min pirtir bûn û nêrînên min ji welatekî bindest re hatin guhertin. Dema pêwendiyên min bi netewên dîtir re berfirehtir bûn, bandora têkiliyên bi netewên dîtir re hêzeke duqat dan nivîsandinên min. Wek wê çîroka ku navê Hemîdo hildigire nêrîna min ji penaberiyê û bandora wê li ser mirovê penaber dide nasîn. Penaberiyê guherîneke bingehîn di min û nivîsên min de damezirand.

 

Tu xwe wek endamê kîjan dibistana wêjeyî dibînî?

 

Ez bi xwe dibistanek im. Helbet bandora dibistanên klasîk li her nivîskarekî heye. Dibistana herî mezin jiyan bi xwe ye. Her pênûsek jî dibistanek e.

 

Tu pirahiya caran yan li ber pencereyan radiwestî, yan jî tu bi xwe re dipeyivî. Ev çi celeb raman û felsefe ye?

 

Helbet dema ku mirov di pencerê re bala xwe dide rojava û rojhilatê û kesên di navbera wan de, ku heryek bi xwe dadikeve û kesên li dora xwe ber bi dîwaran ve têvedide û nahêle raman û felsefeyên wan di deriyan re derkevin. Helbet mirov dê berê xwe bide pencereyan û bi xwe re baxive. Textorên pisîkolociyê jî di nivîsên xwe de dibêjin ku axaftina mirov ya bi xwe re, dema ku kesek tune be ku pê re rahêje barê wî, cansivikbûnekê ji mirov re pêk tîne. Felsefe bi xwe jî jiyaneke taybet e, wek wî nivîskarê ku gotiye »ez jiyana xwe di hindirê gustilkên şûştî de dijîm, ev jiyan ya min e, hewildana jiyanê bi xwe ezê bikim«(Rilkê).

 

Tu bê pênûs û kaxez çi yî û çi dikî?

 

Ez bê pênûs û kaxez tune me, ez xuya nakim, winda me, rewrewka ser bênderên Hilêlîkê me, ku ez mirim min li kêleka Bavê Felek cî û war bikin û bi şahiya »Ay lê gulê« dorpêç bikin. Ez, şev û lêvên tenêbûnê di meya Cezîrî de dibin qeteke sêv di berbanga Amûdê de winda dibin. Ehmedê Hûseynî û Selîmê Berekat tev rengên Xelîlê Ebdulqadir û Ahînên Ebdulrehmanê Efîf tu caran hestên tenêbûnê ne dane min, û awazên Reshîdê Sofî tevî xwîna min dibin.

Ji ber ko hezkirina min ji hestên mirovan tevî rengan gelekî bilind e, çêkirinên min yên rengan dest bi dînbûneke tenhatî dikin. Ji ber vê jî nûka karim bibêjim: Ez windbûneke di rengan de me.

 

Di nêrîna te de çi pêwîstiya Yekîtiya Nivîsakarên Kurdistan-Rojava heye, û ew gihişte kîjan qonaxê?

 

Wek çawa her miletekî pêwîstî bi dezgeheke ku hêza ramanî bide ser hev heye, pêwîstiya me jî, wek miletekî neliserhev, bi dezgehekê heye. Lê mixabin beprisiyarên ku xwe dibînin berpirsyar ne hemberî vî barê han in! Wek vê yekîtiya ko em kari bin bi navê bikin (neyekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava) ku bi çewalên biharatê xwe derbasî sînoran dikin. Ew yekîtiya ku heta roja îro kaxetên endametiya xwe ji nivîskaran re rê ne kiriye. Bi van bûyerên dawî re hat çesipandin ku ev neyekîtî yekîtiya nivîskaran e. Ma gelo divê nivîskarek bimire ta ku yekîtî belavokekê li ser biweşîne? Merwan Osman di bala me de ye.

 

Tu wek nivîskar û helbestvanekî nûhatî, tu hêviyên bipêşxistina wejeyê di kê de dibînî?

 

Ji bo ku mafê kesî neyê xwarin, ez karim navên hin nivîskar û helbestvanên ku kêfa min ji wan re tê bêjim: Pîr Restem, Berken Bereh, Axîn Welat, Kemal Necim, Azer Osê, Cana Seyda, Helîm Yûsif, Can Dost û Hoşeng Biroka.

 

Ji kerema xwe re ji xwendevanan re hinekî dilê xwe veke û gilî û gazinan bibêje!

 

Em wek gewdakî bi du seriyan û bi du laperûşkan laşê xwe ji hev vediçirin (kesayetiya me bûye dudo, gilî û gazinên min tune ne!!! Û dilê min bi germbûn li Hêlînekê digere...

 

Ez careke din te spas dikim û serkeftinê bo te û her nivîskarekî ku bi kurdî dinivîse dixwazim. Pirsên min ne man. Ez gotina dawî didim te.

 

Spas bo te û kovara Pênûs ku we ev hevpeyvîn bi dilekî şad bi min re çê kir, hêviya serkeftinê ji te û kovarê re dixwazim.

 

 

23.02.03