|
||
|
Veger naverokê | Pênûs 12 | Payiz 2002 Efrin.net |
||
|
Qamişlo
Di evîna welat de dilekî pir jen e
____________________________________________ Mihemedê Mela Ehmed DîrokQamişlo bajarekî nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî ye kevin e. Cihê û dormedora wê berî hezaran sal, berî sedan sal, berî dehan sal, meydana çirîda hespan bû, cihê levketina hêzên leşkerî bû, cihê hevdîtina bajarvaniyê bû. Şûnemayên wan di hemû girên Cizîrê de, yên nîzîkî Qamişlo, an dûrî wê de dimînin. Di (Beden) a Qamişlo-Nisêbîn de, di Çaxirbazar de, di Til Birak de, di Girê Mozan de, di Girê Leylên de, çêroka hemû girên Cizîrê dibêjin, çêroka bajarvaniya hezaran sal dibêjin. Û holê li ser deştên Cizîra bi xêr û bêr çêrokên wê yên kevin tên gotin. Di bajar û gundên wê de, serhildana Beyandûrê û ya Amûdê; kizirandin û şewtandina zarokên biçûk, xwendekarên dibistana Amûdê di sînemê de; kuştina mêran di girtîgiha Hisiça de; qurbaniyên şoreşgêran di Cirnika Qamişlo de, û di şelandina nasnaman û erdan de çêrokên wê yên nû dibêjin. Qamişlo û tewên zemîna dormedara wê çêroka dilovaniya pêlên çemê Ceqceq di herdemê de dibêjin. Çêroka hin navbirên dîroka kevin, ya ku hinek dixwazin wan wida bikin, lê nayên windakirin, çinkî dîroka zemîn û miletekî stembare dibêjin. Çêrokeke dirêj ya vî miletî û ya vê zemînê bi sitemkaran re, bi dagîrkeran re heye. Firansiz hatin zemîneke nenas, nav miletekî biyan. Xwastin, weke xeynî xwe ji dewletên dagîrker, bi zora çek û hêzên leşkerên xwe desthilatiya xwe li ser milet û erdê vedin. Ew erdê ku deştên wê yên fireh, çêregehên zivistanî, jibo pezên hozên Kurdan ên koçer û yên dêmanî bûn, weke Milan û Kîkan, ta Aliyan û Koçerên Mîran û Hesinan û xeynî wan jî. Holê pirtûkên dîrokê û yên gerokan jî (weke Tavrênyê firansî di 1644-an de, Nîhbûrê danîmarkî di 1764-an, û Jims Pakingihamê îngilîzî di 1816-an de û yê Ereb Ehmed Wesfî Zekeriye di 1934-an de) dibêjin. Dibêjin jî ku çiyayên Kurdistanê ji pezên wan re çêregehên Havînê bûn. Bi vê re jî, dîroka Osmaniyan a nîzîk, û ya herêmê jî, dibêjin ku ev herêma he di bin desthilatdariya wilayeta Mêrdînê de bû, û di bin siha mîrekên deverê de bû. Weke tê nasîn, ew ji destpêka sedsala 19. ve ta dawiya çaryeka pêşîn ji sedsala bîstan di bin siha mîrekên Bedir-Xaniyan û Paşayên Milan de bû. Birê Rojhilat ji Mêrdînê ta bajarê Dirbêsiyê (çemê Zirgan) û gola Xatoniyê ji Rojava ve, û Çiyayê Şingalê ji başûr ve, di bin siha mîrekên Botan, nemaze Bedir-Xan beg û Ezdînşêr, de bû. Dû wan re di bin siha Osmaniyan de bû. Xelefê Şovî, xwediyê strana bi nav û deng yek ji mêrxasên Bedir-Xaniyan bû, şûngirê wan di deverê de bû, ta ku çû dilovaniya Xwedê û li nîzîkê Amûdê hate veşartin. Wî bêş û xokî ji hozan dida hev û astengên wan çare dikirin. Birê didiwan, yê Rojava, ji Bakur ve Wêranşehir, ji Rojhilat ve Dirbêsî (çemê Zirgan), ji Rojava Til Ebyed, an ta Orfe û ji Başûr ve çiyayê Ebdilezîz, an hê wêdetir, û gola Xatoniyê, di bin siha paşayên Milan de bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, Firansa û Tirkiye li gor peymana (Biryan – Bekir), ya ku di 20.11.1921-ê de hatî muhrkirin, sînor di navbera dewleta Sûriyê, ya nû hatî damezrandin, û dewleta Tirkiyê ya Kemalî de saz kirin. Bi vê peymanê Firansa karî bû Cizîr (Niklê Betê), Kobanî û Çiyayê Kurdan ji Kurdistana Bakur veqetîne û ji xwe re bibe, ango bixe bin siha Sûriyê de, û mandata xwe li ser wan vede. Ji bo ku Firansa desthilatdariya xwe li ser Cizîrê vede û wê bi Sûriyê ve, û bi paytextê ve (Şam), girê bide, wê di sal 1922-an birek ji leşkerên xwe rêkirin wê derê. Ji aliyê birêvebiriyê ve ew saz kir û kir parêzgeheke bi sê qezan: yek Rojava, navenda wê Serêkaniyê; a dî li Rojhilat navenda wê Dêrik, û ya sisiyan, cihê gundê Beyandûr jê re layiq dît (dûre cihê wê guhezte Qamişlo). Cihê gundê Hisiça jî li gor yasaya hejmar 2392, roja 19.9.1930-î, kir navenda parêzgehê ji devera Cizîrê re. Di gelek cihan de jî qişle jibo leşkerên xwe ava kirin. Firansa, weke dewleteke dagîrker, dixwast wê deverê bixe bin destê xwe, gora keyfa xwe bi wê bileyize û xêr û bêrên wê bixwe, lewre karê xwe yê yekemîn kir ku miletê wê lev bide, da jev bikeve, û bi rehetî daxwazên xwe bibe serî. Eva he pê re çû serî, lê bû sedema serhildana Bayandûrê di sala 1923-an de, û ya Amûdê di sala 193- an de. Piştî danîna sînora navbera Sûriyê û Tirkiyê riya zozanên Kurdistana Bakur li koçerên kurd hate girtin, lewre ew bi zemînê ve hatin girêdan û neçar bûn li ser çêregehên xwe rûnin û gundan ji xwe re li rex hozên dêmanî, weke hinek ji Milan û Kîkan û Aliyan û Hesinan, ava bikin. Evên he, bi piranî, di destpêkê de dûr ji rûniştin û avakirna xaniyan di bajarê Qamişlo de man. Digel ku wan didîtin ku kesên biyan lê rûdinin, xaniyan lê ava dikin û bazirganiyê dikin. Û digel ku wan dizanî aboriya bajêr, û xeynî wê jî, li ser milê wan bû, ji keda milê wan bû, xwe nîzîk ne kirin. Lê piştî demekê berê xwe danê û xwastin wê hembêz bikin, lê mixabin ew sitembar bûn. Firansa xwast di nîvê Cizîrê de navenda qezakê ji bo birêvebiriya wê binav bike. Lewre cihê gundê Beyandûr ji wê re baş dît. Navê qezayê li gor zimanê xwe kir qeza “Gîro” (ji navê çemê Qîro yê nîzîk, qeymeqamek jê re binav kir, lê rûnişt û qişlek ji bo leşkeran lê avakir. Lê Beyandûr, weke navenda qeymeqamiyê dom ne kir, bi sedema nezaniya serokê leşkerên Firansa li wî cihî, keptên Rogan, ê serhişk û zordar. Evî Roganî stem û zordarî li Kurdan dikir, serokhozekî wan jî kuşt. Lewre wan hozan (Hevêrkan, Dorikan, Hacî Silêmanan û xeynî wan jî) xwastin heyf û tola xwe ji Firansa hilînin. Wan xwe di bin serokatiya Haco Axa de dan hev û êrîşî navenda qeymeqamiyê (Beyandûr) kirin, Qeymeqam û hin leşker kuştin û navend şewitandin. Û pêşde çûn ta Tirbispî, û li wê derê kemîn ji wî kaptênê zordar re danîn (ew ji gerekê di Rojhilata deverê de vedigeriya). Dema kapêtan giha cihê (Girê Topê) nîzîkî êstegiha tirêna Tirbispî, lê qewimandin, ew û hin leşkerên wî kuştin. Ev bûyera he şûnemayeke nexweş li ser Firansa, dewleta mezin a ku di Şerê Cîhanê de bi ser ketî, hêşt. Lewre piştî vê bûyera giran, bi bênfirehî, berê xwe da Cizîra biyan û li awakî nû geriya, da ku wê bi hêsanî, bê ku tu bêş û ziyanan bide, bixe bin destê xwe. Wê dît ku a baş ew e ku navenda qezayê ji Beyandûrê veguhêze û bibe cihekî dî – ji vê yekê re Qamişlo layiq dît.
NavBelkî navê Qamişlo bi zimanê tirkî yan bi zimanê kurdî be. Çimkî gotina qamîş bi zimanê tirkî ew çîtikê li ber çeman çê dibe ye, ku bi Kurmancî dibêjinê qeram. Gelek ji wî çîtikî (qeram, qamîş) li ber çemê Ceqceq çê dibû. Li gor gotina xelkê Qamişlo navê Qamişlo ji vî çîtikî hatiya.
CihBajarê Qamişlo li ser zemînekê hate avakirin, ku berî sînordanînê ya bajarê Nisêbînê bû. Di destpêka çaryeka didiwan ji sedsala bîstan li Başûrê Nisêbînê, li ser herdû keviyên çemê Ceqceq, xelkê dest bi avakirina bajarê Qamişlo kir (li gor ku xelkê Qamişlo dibêje belkî di sala 1925-an de bû). Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku “Firansizan di 20. Tebaxa sala 1926-an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirust û bi destê endazyarekî firansî hat danîn û avakirin”. Zemîna ku Qamişlo li ser hatiye avakirin zemîneke pehn û fireh e, arîkariya avakirineke dirust û sipehî kir, arîkariya hebûna cadeyên dirêj, rast û fireh kir, bê ku tu kolanên teng lê hebin. Qamişlo di nîvê Bakur yê parêzgeha Hisiçe de ye. Sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê erdê wê û yê Nisêbînê jev vediqetîne; her yek ji wan dibe bajarekî serbixwe. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km Rojhilat) û Hisiça (85 km li Başûr-rojava). Ji Amûdê 30 km û ji Dirbêsiyê 60 km, ku li Rojavayê wê ne, dûr e. Ji Tirbispî 30 km û ji Rimêlan 60 km, yên ku li Rojhilata wê ne, dûr e. Holê jî, bi Rojava de, ne bi gelekî ji bajarên ku di dîroka kevin de bi nav û deng in dûr e: Girê Mozan 25 km, Çaxirbazar 30 km, û Til Birak 40 km. Bi Rojhilat de jî ji Girê Leylên 30 km dûr e. Weke me got, Qamişlo ji aliyê Bakur ve bi bajarê Nisêbîna kevin ve ye. Hin erdên Nisêbînê bûne para bajarê Qamişlo, weke erdê ku bi navê (Beden) tê naskirin. Qamişlo dikeve cem xeta hêsin ya tirêna ji Tirkiyê tê Sûriyê û diçê Îraqê (Tirêna Rojhilat a Lezok “Orient Expres”, ewa ku ji Berlînê tê Bexdayê). Herwiha Çemê Ceqceq jî wê dikê du bir, Rojhilat û Rojava. Û li dora wê gundên Mehmeqiya, Cirnik û Enterî (li Rojhilat), û gundê Zinûd û Hilko (li Başûr), û gundê Hilêliyê (li Rojava) hene. Lê ev gundên he niha bûne taxine bajarê Qamişlo, bi sedema firehbûna wê ya mezin.
Çemê CeqceqÇemê Ceqceq ava xwe ji du kehniyên dehla Bûnisrê, yek şîrîn û ya dî tehil, werdigrê. Dema ava herdû kehniyan dighe hev, ava wan şîrîn dibe, û çemê Ceqceq pêktînin, yê ku di Rojhilatê Nisêbînê re diherikê, berê xwe dide Başûr, sînorê Tirkiyê ûSûriyê qut dikê û di nîvê Qamişlo re diborê. Piştî 6–7 km, bal başûr ve, berê xwe dide Başûrê Rojava û li cem bajarê Hisiça, piştî ku zêdî 100 km qut dike, dighe çemê Xabûr, yê ku ji bajarê Serêkaniyê (serêkehniya çemê Xabûr ) tê. Li ser keviya rastê ya çemî, û nîzîkî şûnemayên bajarê Nisêbîna kevin (Beden), ya ku dikeve nav erdê bajarê Qamişlo, aşekî avê, berî Qamişlo bê avakirin, hebû. Xelkê Nisêbînê û gûndên dora wê, û yên Qamişlo û gundên wê jî, ta nîvê salên çilan sûd jê werdigirtin û arvanên xwe lê dihêran. Hemberî aşî, li ser keviya Rojhilat, cokeke dî ji çem re di salên sihan de hate kolan. Ew bi coka serekî ya çem re, û 100 m jê dûr, diherikî, ta digha cada serekî, ya ku ji Rojava dihat û di ser pirê re (û di ser vê cokê re jî) diçû Rojhilat. Ev coka he piştî 30 mitrî berê xwe diguhart bal Rojhilat ve û diherikî ta digiha gazxanê û sûka pêz (erese) û cihê serjêkirina wan (meslex). Dû re riya xwe di çolê de vedikir û bal gundê Ni’metiyê ve berdewam dikir û li çolê winda dibû. Ji vê cokê, dema berê xwe dida Rojhilat, cokeke biçûktir vediqetî û bal Başûr ve diherikî, aşekî dî digerand û xwe digihand coka çemê mezin. Lê ev coka Rojhilat, hemû ji serî heta binî, di salên heftiyan de hate girtin û nema bal Rojhilat ve diçû. Bi wê re jî sûka pêz (erese) û meslex herdû ji cihên wan hatin guhastin û bal Başûrê bajêr ve, ser çemê Ceqceq, nîzîkî gundê Zinûd hatin bicihkirin. Niha cihê wê bi navê taxa Erebên Tey tê naskirin. Firansizan, di salên sihan de, li ser çemê Ceqceq pireke hesinî ye teng (têra derbasbûna otomobîleke tenê) ava kirin. Wê pirê Rojava û Rojhilatê Qamişlo digihandin hev û ta destpêka salên şêstiyan ma, gava yeke fireh ji çiminto û hêsin şûna wê hate avakirin. Dewletê sê pirên din li Başûrê wê avakirin; yekê taxa Bişêriyê gihande sûka nava bajêr (navenda bazirganiyê), yeke dî li Başûrê wê bû û beşeke taxa Bişêriyê digihand bajêr, û ya sisiyan cada Kornîş û êstegiha tirênê (stasyon) a nû, û devera pîşeyî ya bajêr (el-Mentiqe el-Sina’iyê) û Enteriyê digihandin hev. Niha pireke dî li Bakurê cihê ya hesinî ava dikin. Xelkê Qamişlo (berî firehbûna wê ya mezin) di çandina şînatiyê de gelek sûd ji çemê Ceqceq didît. Herwiha xelkên gundên dora çem jî. Holê jî ava çem ji bîrên vexwarina bajêr re xezne bû, berî ku boriyên ava vexwarinê di nav bajêr de, di destpêka pênciyan de, dirêj bikin. Lê Tirkan ji pênciyan ve, dema li rex sînorê Sûriyê dest bi çandina pembû kirin, ava çemê Ceqceq diguhartin ser çandinyên xwe, dihîştin ku ava çem Havînan li ser Qamişlo kêm bibe, hin Havînan jî diçikeha û Qamişlo ji ava çem bêpar dima. Jibo vê û hin tiştên din coka Rojhilatê çem çikandin, aşê ku pê dihate gerandin nema, û sûka pez û meslex cihê wan bal Başûrê Qamişlo ve hatin guhastin (li ser çemê mezin). Lê du aşên agirî (mîkanîkî) di bajêr de hatin avakirin, yek yê “Manokê ermenî” li ser cada el-Wihde bû, ya din jî li cem gihandinheva riya Amûdê û ya Hisiça. Li cem gundê Cirnikê dewletê aşekî dî yî mezin û enbarên zêd ava kirin. Digel qenciyên pir yên çemê Ceqceq li ser xelk Qamişlo, xirabiyên wî jî hene; weke ya Zivistana sala 1952-an, dema şîn û girî li Qamişlo belav kirî. Di meha Şibata 1952-an de xelkê Qamişlo dît ku ava Ceqceq hinekî bilind dibe. Lê di şevekê de rê neda wan ku xwe jê rê kar bikin. Dora xaniyên ser keviya çemî girt û bi pêlên xwe, yên ku mirin bi wan re bû, ket sirdabên xaniyan û dîwarên axî sist kirin û herifandin. Ev bela he ji nişka ve bi ser malbata hevalê me (Ebdilezîzê Seyid Ebdila) de hat. Bav û birayê mezin hew gihan hevalê mê yê nexweş, yê ku ne dikarî ji ser textê razana xwe rabe, hilgirin û ji odê derxin. Dîwar herifîn û ban bi ser wan de hat xwarê. Hersê bi hev re li nav şapa mirinê de winda bûn. Holê Ceqceqê şînek di nav heval û dostan de peyda kir û dilêşeke mezin li nav xelkê Qamişlo belav kir.
Avakirna QamişloDi nerîna min de, dema biryara avakirina bajarekî di cihê Qamişlo de hate dan, di destpêkê de li ser erdekî hinekî fireh û piçekî ji sê aliyan ve (Rojava, Bakur û Rojhilat) bilind qişlak ji bo leşkeran hate avakirin. Ev qişla he ji Bakur ve seranserê Nisêbînê û riya ku ji Qamişlo diçiyê bû. Ji aliyê Rojhilat ve seranserê erdê ku diçe bal çemê Ceqceq û wêranên Badenê yên nîzîk bû. Ji aliyê başûr ve bi cadeke ne dirêj, ku ji ber devê qişlê bal zîndane ve diçû, û bi pireke biçûk li ser kûraniyeke biçûk ji erdê digha bajêr. Weke me berê jî gotî, dema dest bi avakirina bajarê Qamişlo bûye, ji bilî aşê avê (rex Bedenê, li ser çemê Ceqceq) tu avahî li cihê wê ne bû. Ev aşê he ta nîvê salên çilan ma, xelkê Nisêbînê (berî sînor bê danîn) û yê Qamişlo û gundên dora wê, di hêrandina arvanên xwe de, sûd jê werdigirtin. Dema sînor hate danîn hinek ji zemîna Nisêbînê ket aliyê Sûryê, xelkê wê jî barkirin û çûn Bakûrê xetê. Avahiyên mayîn bûn kavil, û bi yên kevin re bûn wêranên Bedenê, ya ku bû bû ji erdê Qamişlo. Gelek ji karkeran payîzan bi erebeyan axa Bedenê, jibo seyandina dîwar û serbanên xaniyan, tanîn û difrotin. Gelek caran zarok di nav wêranên Bedenê de dileyistin, diketin sirdab, od û kavilên xaniyan. Gelekan, zarok an karkeran, kûz û şerbikên axî û hin tiştên din didîtin. Dema dest bi avakirna Qamişlo bûye, ez bawer im, dest bi dirêjkirina cada serekî (ya ku ji gihandinheva riya ji Amûdê tê Qamişlo, û ya ji Hisiça tê Qamişlo) kirin û bi Rojhilat ve birin: di ser pira hesinî re ta giha bajarê Dêrkê nîzîkî ava mezin, Dicle. Bi vî awayî vê cadê bajar kir du bir – Bakur û Başûr. Ev cade dê bû be xeteke serekî ji bo sazkirina avahî û endaziyariya bajêr û rastkirina cadan, çi ên bi berpala wê re dirêj dibûn, an serekî dihatnê. Herwiha jî deverên serekî di bajêr de diketin dora wê, Bakur û Başûrê cadê. Bi vî rengî em dikarin bêjin ku cade, çem û qişleyê roleke mezin di avakirin û sazkirina bajêr de leyistin. Vêca mirov dikarê bajêr bikê sê birên serekî: 1. Naveda saziyên hikûmetê, navbera qişlê û cada serekî. 500 m Rojavayê Ceqceq. 2. Naveda bazirganiya bajêr, Başûrê cada serekî. 100 m Rojavayê Ceqceq. 3. Birê sisiyan, Rojhilatê çemê ceqceq li ser herdû aliyên cada serekî û bi hin derên bajêr ên din re bûn cihê avakirina xaniyan û hebûna taxan. Di birê yekê de, navbera qişlê ji Bakur ve û cada serekî ji Başûr ve, ku bi navê cada “dû piran” dihate naskirin û di dû re navê wê guhartin û kirin “calda serok Cemal Ebdil Nasir”, ji destpêka salên sihan ve Firansizan avahiyên saziyên hikûmetê û malên efserên leşkeran û karmendên xwe ava kirin. Bi wan re jî hejmareke pir kêm ji navdaran xanî ji xwe re li wê derê ava kirin. Ev avahiyên he hê jî dimînin, birek ji wan bûne avahiyên dezgehên parastinê, nemaze yên nîzîkî qişlê. Di vî birî de û li ser milê rastê ji cada el-Quwetlî, ya ku ji qişlê dihat ser cada serekî (du piran) hin saziyên hikûmetê û mal hatin avakirin. Weke çend malên efseran, zîndana bajêr (berê ji axê bû, dû re bû ji keviran û çiminto), seraya hikûmetê ( niha navenda şû-’ba bajêr ya Partiya Be’is), mala Misteşarê firensî (niha mala qeymeqam e) û maleke biçûk, ji du an sê odan, kiri bûn nexweşxane (mistewsef) ji bo nexweşên bajêr (niha rex geraca makînên saziya Mîrê, malbatek lê rûdinê ). Li ser çepê cada ku ji Rojhilat tê cada Quwetlî, li nîzîkê mala misteşarê firensî, di salên çilan de dibistaneke keçan hebû. Ew dibistan ta salên pênciyan ma dibistana dewletê ya tek û tenê. Nîzîkê wê, li aliyê Rojhilat, dibistana dewletê ya kuran jî hebû (niha cihê wê navenda şû’ba gundan ya Partiya Be’îs e). Ev dibistana kuran ta sala 1947-an ma dibistana dewletê ya tenê. Li Rojhilatê wê saziya poste û telegrafê bû, û jê ne dûr saziya rêcê (ya titûn û çixaran) bû. Di navbera vî birî û çemê ceqceq de, û Bakurê cada serekî (du piran) malên çend kesên navdar û hinek çayxane û dikan hebûn. Birê didiwan ji bajêr, yê ku erdê wî fireh û pehin e, û Başûrê cada serekî û Rojavayê çemê Ceqceq bi 100 m, naveda bazirganiya bajêr bû. Çend bazar (sûk) li rex hev hebûn. Di nîvî de sûka şînatî û goşt (erese) bû, banê wê sac bû, li ser stûnên hesinî rabibû, di sala 1932-an de hatibû avakirin. Yeke dî weke wê li ser riya Nisêbînê, li hember mizgefta mezin, di sala 1969-an de hate avakirin. Li dora eresa pêşîn, hin sûk hatin avakirin; weke sûka qumaşan, ku navê wê (Xan el-Gumrik) bû. Ji du rêzên firoşgehan bû, serê nava wan bi depan û çîtikan girti bûn. Li rex wê sûka etaran bû (digotanê sûka cuhwan). Di quncika Bakurê Rojava yê eresê sûkeke dî ye sergirtî weke ya Xan el-Gumrik hebû, cihê karên cuda cuda bû. Li dora eresê gelek firoşgeh, çayxane, aşxane û otêl hebûn. Li ser cada Rojhilatê eresê û sûkan, navbera eresê û çem de û nîzîkî pira hesinî, di sala 1935-an de, avahîke mezin hat avakirin. Ew avahiya bû cihê çend saziyan; weke saziya bajarvaniyê (Beledî), navenda polîsan û polîsên parastinê, û ya pasportan jî (niha saziya bajarvaniyê tenê tê de ye). Di sirdaba wê avahiyê de cihê banka peran bû (Banka Sûriye û Libnan). Li ser dirêjahiya milê rastê ya vê caldê, û Başûrê wê, hin dikanên cuhiwan û malên wan hebûn. Li hember wan, li ser milê çepê, sîneme û çayxana Gerbîs yên havînê bûn, û di Başûrê wê de serşoka bajêr, ya ku di sala 1936-an de bi erêniya parêzgeha Helebê, hate avakirin. Li Bakurê navenda bazirganiyê, û li aliyê çepê ji cada serekî, hinek çayxane weke ya Gerbîs û ya Boxos (ya Gerbîs a zivstanî ya havînê jî dimînin, lê cihê ya Boxos bû firoşgeh, li ser cada ku diçe mizgefta mezin û Nisêbînê). Heryekî ji wan sînemak jî avakiri bû. Sînema Gerbîs niha navê wê “Sînema Dîmeşq” e, û sînema Boxos a zivistanî, weke çayxana wî, cihê wê bûye firoşgeh, lê cihê sînema havînê, ya ku diket ber çem, niha çend firoşgeh û nexweşxana dr. Miskî lê hatine avakirin. Nîzîkî wan hin xanî, yên xwediyên erd û milkên Qamişlo, navdar û çelebiyên Nisêbînê û hin kesên din, hatin avakirin. Li Başûrê navenda bazirganiyê hin xanî hatin avakirin, yên nîzîktirê sûkê malên Cuhiwan û kenîse û dikanên wan bûn. Li Başûrê wan jî malên hin Ermeniyan bûn, lê hineke dî ji wan li taxa Bişêriyê, Rojholatê çemê Ceqceq û Başûrê cada serekî, malên xwe ava kiri bûn. Li aliyê dî ji cada Rojavayê navenda bazirganiyê (niha navê wê el-Wihde ye) hinek Kurd û Siryanan malên xwe lê ava kiri bûn. Li wê derê dêra rahbatan (jinên olperest ên ermenên katolîk) di sala 1934-an de hate ava kirin (niha xwendegeha Qadisiyê ya keçan e). Ji salên heftiyan ve ev bira he bi navê “Taxa navî” hate naskirin. Çinkî diket nîvê bajêr, navbera Rojhilat û Rojavayê wê de. Lê birê sisyan, yê Rojhilatê çemê Ceqceq, bû birê avakirina xaniyên rûniştinê. Di vî birî de taxa Qedûr Beg, taxa Bişêriyê û taxa Aşûriyan hatin avakirin. Di vî birî de, û li ser cada serekî (du piran), cihê makînên saziya (Neqil û miwaselat), gazxana bajêr û cihê eresa pêz (kirîn û firotin) û serjêkirna wan (meslex) bû. Di ber wan re şaxê Rojhilat yê çemê ceqceq bal gundên Rojhilat ve diçû. Di salên şêstiyan de cihê eresa pêz û meslex bal başûrê bajêr ve (ser çemê Ceqceq) guhastin. Xelkê vî birê he di salên çilan û berî wan de ji hemû milet û olan bû, ji Misilman û Fileh û Cuhû û xeynî wan bûn. Hemû di nav hev de dijîn. Lê ji pênciyan ve Fileh û Cuhû, her yek çû nav taxa xelkê xwe (ev taxên he bibûn weke Gîto ya wan). Li destpêkê xelkê vî birî xwe li dora mala Qedûr Beg, Rojhilatê çem, û nîzîkî pira hesinî dane hev. Bi vê re jî xwe li rex riya kevirkirî, ya ji cada serekî vediqetî û di Rojhilatê mala Qedûr Beg re di navbera goristana Misilman û Filhan re diçû gundê Mehmeqiyê (Bakurê Rojhilat) û digha rawestgeha Til Zîwan a tirênê. Ev tirêna Rojhilata Lezok ji Berlînê, û di nav welatên Ewropa re, dihat Tirkiyê û Sûriyê û diçû Bexdayê. Di salên pênciya de ev riya ku diçû rawestgeha trêna Til Zîwan hate guhartin, û yeke nû li cem badana cada serekî bal gundê Entriyê ve vekirin. Cada kevin ma cadeke navbera taxa Qedûr Beg de. Li hember taxa Qedûr Beg, li aliyê Başûrê cada serekî (du piran), taxa Bişêriyê hat avakirin (di destpêkê de gelek Ermeniyên ji devera Bişêriyê, ya li Kurdistana Bakur, lê rûniştin. Lewre – di nerîna nim de – bi navê wan hate naskirin. Bi wan re Kurd û Siryan jî lê rûniştin). Di Rojhilatê vê taxê de kesên Aşûr, ên ku hatin Qamişlo, malên xwe lê ava kirin, lewre navê wê kirin taxa Aşûriyan. Di salên heştiyan de li ser erdê fireh û vala di navbera Qamişlo û gundê Enteriye de garaca otomobîlên ku diçin Rojhilatê Qamişlo, û cihê karê pîşeyî (mîkanîkî) “el-Mentiqe el-Sina’îye” hatin avakirin. Herwiha li rex wan rawestgeha (stasyona) nû ya tirênê (ji dêlî ya Til Zîwanê) û hin enbarên zadan jî hatin avakirin.
Taxên QamişloHolê li gor plana firansizan birê didiwan ji bajêr, yê Rojavayê çem, bû navenda bazirganiyê, û Başûrê wê, bi rojavayê wê re, bi birê sisiyan re, bû cihê avakirina xaniyan û rûniştina xelkê. Di salên sihan û çilan de, weke me berê jî gotî, birê ku diket navbera qişlê û cada serekî cihê saziyên dewletê û xaniyên efser, karmend û hin kesên nîzîkî firansizan, an hinek xeynî wan jî bû. Lewre herdû birên din jibo avakirina malan û rûniştina xelkê man. Li dora sûka navendî, ji Başûr û Rojava ve, cihê erdê fireh û pehin, xelk li wan rûniştin û taxên biçûk ava kirin. Cuhûyên ku ji Kurdistana Başûr û ya Bakûr hatine, xaniyên xwe nîzîkî sûkê, ji aliyê Başûr ve, û di nava wê de kenîsa xwe ava kirin. Ermeniyan jî, nemaze yên ji Heleb û Dêrezorê hatine, di Başûrê wan de xaniyên xwe û dêra xwe ava kirin. Lê yên ku ji devera Bişêriyê û dora wê hatine, bêhtirê wan di taxa Bişêriyê de xaniyên xwe ava kirin. Hinek ji navdarên bajêr, an xwediyên erdên Qamişlo, ji xelkên Nisêbînê an xeynî wê, xaniyên xwe li Rojavayê taxa Cuhû û Erminiyan ava kirin; weke mala Nizamidîn û Mîşêl Dom û Mîşêl Eso û mala Hana û mala çermûklî û mala Qewmê û xeynî wan jî. Hinekan jî li Bakurê cada “du piran”, weke dr. Nafiz, Arif beg Ebas, mala Zekî û Nîhad Çelebî û Nedîm Beytar. Dû re hin malên dewlemend (weke mala Esfer, Necar, mala Hedaye, mala Terzîbaşî, mala Mi’marbaşî û mala Esmer) hatin Qamişlo û li wan cihan ava kirin. Erebên hozan, namaze yên Tey, ewên nîzîkî Qamişlo, tukes ji wan, ji bilî çend şêxên wan (weke Faris el-Mihemed û Ebdilrezaq el-Heso û Ebdirezaq el-Nayif û mala Selûmî) ne hatin bajêr. Lê ji salên şêstiyan ve ev hoza he berê xwe da Qamişlo û li Başûrê bajêr nîzîkî gundê Zinûd gihan hev; hejmara wan li wir zêde bû, ta ku cihê rawestandina wan bû taxek, ku niha bi “taxa Tey” tê naskirin. Lê hoza Şemer dûr ji Qamişlo ma, çinkû gundên wan ji Qamişlo dûr bûn, diketan aliyê qeza Dêrkê. Tuyan ji wan, ji bilî şêxên wan Mîzer el-Medlûl û Humeyid Diham el-Hadî, malên xwe ne anîn Qamişlo Gelek ji Kurdên dora Qamişlo, bi sedema danîna xetê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, dema ku dewleta Sûriye hate damezrandin, neçar bûn li ser çêregehên xwe rûnin, gundan ji xwe re ava bikin û dev ji koçeriyê berdin, an koçerîke teng, ne gelekî dûr ji gundên xwe bikin, û guh bidin çandinyê û xwedîkirna pêz. Ji bo vê wan ne xwast bên bajêr, û ji nû ve li karan bigerin û bikin. Û holê di gundên xwe de man, lê hejmareke kêm ji wan hatin bajêr. Dû re ev hejmara he zêde bû, nemaze piştî ku hikûmetê di salên pêncî û şêstiyan de dest bi siyaseta nijadperest di dermafê wan de kir; li wan ne weke welatiyên Sûriyê nerî; erdên çolê da ereban, û neda wan; nasname ji wan stand, û dû re erdên bav û bapîran jî ji wan stand û da erebên xwe, yên ku ji dora Heleb û Reqayê anîn Cizîrê. Lewre ev Kurdên he, ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin, neçar bûn berê xwe bidin bajêr û li karan bigerin. An hineke dewlemed hatin bajêr ji bo karan bi perên xwe bikin. Û holê hejmara kesên bajêr gelekî zêde bû, ta salên heştiyan giha bêtirî (300 000) sêsed hezar kes. Û hejmara kesên taxan jî zêde bû, weke ya Qedûr Beg, ya Bişêriyê, ya Aşûriyan û ya taxa Rojava. Hin taxên nû jî hatin avakirin, weke ya Bengladêş (kesên lê rûniştin avahiyên xwe bê erêniya hikûmetê ava kirin, lewre saziya kolanên taxê ne serast bû, lê saziya bajarvaniya bajêr neçar bû ku bi avakirna wan razî bibe, û hineke ji wan serast bike). Ev taxa he vajiyê taxa Kornîş bû, ya ku ji avahiyên nûjen û qatane, û bi riya civatên taybet an yên karmendan hate avakirin. Û holê jî di Rojavayê Qamişlo û Başûrê firokgehê de vêlatên weke xaniyên ewropiyan ji bo maldaran hatin avakirin. Weke me berê jî got, ji salên heftiyan de navê “taxa navîn” li birê ku diket navbera çemê Ceqceq ji Rojhilat ve, û cada el-Quwetlî, ya ber seraya nû, ji Rojava ve kirin. Bêhtirê xelkê vê taxa he ji Siryan û Erminiyan bû. Lê taxên din bêhtirê kesên wan ji Kurdan bûn. Li ya Rojava jî hemû milet di nav hev de bûn. Lê hejmara Cuhûyan, bi sedema bazdana wan ji Sûriyê, gelekî kêm bibû. Vê dawiyê Siryanan jî dest bi reva ji Qamişlo kiri bûn, û holê jî Kurdan di van salên dawî de dest pê kirin. Li Qamişlo hejmareke biçûk ji Çerkes û ji Çeçanan jî hebû. Di salên çilan û pênciyan de hin erdên vala, di navbera bajêr û gundên dora wê de (Mehmeqiya, Cirnik, Enterî, Zinûd, Hilko û Hilêliyê) hebûn, lê niha ev valabûn hate dagirtin û ev gundên he bûn ji avahiyên bajêr.
Dûmahîk di hejmara bê de
|