Pênûs

Kovreke rewşenbîrî giştî ye

Veger naverokê                               | Pênûs 12   | Payiz 2002                                          Efrin.net

Pirsgirêkên nivîskarên kurd

 

Lokman Polat

 

Nivîskar kedkarê mejî ne. Kar û xebata wan bi dest û mejî pêk tê. Ew bi mejiyê xwe diramin û bi destê xwe – bi pênûsê yan jî bi kompiyoterê – dinivîsînin. Nivîskar wek kategorî di nav proletaryayê de tên jimartin. Heta li gor min proletaryayê herî proleter nivîskar bi xwe ne.

Proletarya tenê ji karkeran pêk nayê. Digel çîna karker, kedkar û hinek çînên din jî dikevin nav kategoriya proletaryayê. Di nav kategoriya proletaryayê de ji hêla aborî ve yên herî xizan nivîskar in. Di nav nivîskarên cîhanê de jî yên herî xizan nivîskarên kurd in. Hel û mercên jiyanê rê nade ku nivîskarên kurd wek profesyonel nivîskariya xwe pêk bînin. Loma jî pêkanîna nivîskariya kurdî amatorî ye. Ji bo wê jî di afirandina berheman de, şêweya amatorî û profesyonelî ji hevûdu cuda ne.

Tu nivîskarekî kurd ji hatina firotina pirtûkên xwe nikare jiyana xwe ya diravî, debara malbata xwe bidomîne. Nivîskar ji neçarî karên din dike. Nivîskarek dema di karekî de heşt saetan kar bike, ji bo nivîsînê jê re dem namîne. Yan bi şev, yan rojên şemî û yekşemê – heger ji têkiliyên sosyal-civakî û ji karûbarên malê û malbatê dem bimîne – di dema xwe ya vala de dinivîse. Ji şêweya nivîsîna weha re amatorî tê gotin.

Nivîskarên kurd, di nav nivîskarên cîhanê de, yên herî bi bawerî û herî fedekar in. Fedekariya ku nivîskarên kurd kirine û dikin, nivîskarên tu neteweyên din ne kirine û nakin. Nivîskarên kurd – çend awarte ne tê de, lê piraniya wan – ji berîka xwe pera didin û pirtûkên xwe diweşînin. Pirtûkên ku diweşînin jî nayên firotin. Bazara firotina pirtûkên kurdî pir kêm e. Pirtûkên kurdî hindik tên firotin. Loma jî dema nivîskarekî kurd pirtûkekê diweşîne, tê de tekûz zirarê dike, qezenç nake. Kara nivîskarî tenê di hêla razberî (manewî) de ye. Di hêla aborî de nivîskar tu karekî, qezençekî nake.

Nivîskarê kurd pirtûka xwe dinivîse, ew bi xwe kontrol dike, mîzampaja wê çê dike, der dixe ser kaxezê, bi destê xwe dibe dide çapxanê. Dema pirtûk ji çapê der dikeve, nivîskar diçe hemaliya wê dike, tîne. Bi ser de jî, bêçar dimîne bi destê xwe belav dike an difroşe. Nivîskar ji pirtûka xwe ya nûderketî, gelekan wek diyarî dide nas û dostên xwe, dide nivîskarên din yên ku pirtûkên xwe wek diyarî dane wî/wê. Hinekan îmze dike û ji dost û hevalên xwe yên nivîskar re dişîne. Buhayê posteyê jî ji berîka xwe dide. Ji temamê kovar û rojnameyên Kurdan re li gor şêweya protokolê yan wek diyarî pirtûka xwe dişîne.

 

Pirsgirêkên nivîskarên kurd yên li Ewropayê gelek in. Heta mirov dikare bibêje ku rewşa wan ji yên welêt xirabtir e (helbet nivîskarên welêt jî li gor xwe pirsgirêkên wan hene). Nivîskarekî kurd li Ewropayê pirtûka xwe biweşîne, nikare li welêt belav bike. Yanê pirtûka ku li Ewropayê der keve – tek tûk ne tê de – nakeve destê xwendevanên kurd yên li Tirkiyê û Kurdistanê. Li Ewropayê jî ji bo ku dezgeheke belavkirina pirtûkên kurdî tuneye, pirtûk li tevaya welatên Ewropayê nayê belavkirin, nakeve destê xwendevanên kurd yên li tevahiya Ewropayê.

Dema nivîskarekî kurd yê li Ewropayê bixwaze pirtûkeke xwe li Stenbolê biweşîne, gelek pirsgirêk der dikevin pêşberê nivîskarî. Hinek weşanxaneyên Kurdan yên li Stenbolê dibêjin qey li Ewropayê ji azmên zêr û pere dibarin û nivîskar jî wan top dikin, dicivînin ser hev. Loman, ji nivîskarî lêçûna çapê dixwazin. Di nav van deh-panzdeh salên dawîn de, ez bi dehan nivîskaran nas dikim û dizanim ku ji berîka xwe, bi pereyên xwe pirtûkên xwe li Stenbolê dane çapkirin.

Helbet mebesta van nivîskaran, yên ku bi pereyê xwe pirtûkên xwe didin çapkirin, ew e ku pirtûkên wan bikevin destê xwendevanên welêt û ji alî gelek xwendevanan ve bêne xwendin. Ew ji bo vî tiştî vê fedekariyê dikin. Mebesta wan ji bo bazirganiyê û pereqezençkirin nîn e. Ji xwe ji firotina pirtûkan tu qezençekê jî nakin. Pirtûkên ku bên firotin jî, pereyê wan ji weşanxanê re dimîne, ne ku ji nivîskarî re. Yanê nivîskarekî kurd, heqê keda wî ya mejî li cihekî bihêle, bi ser de ew bi xwe lêçûna çapkirina pirtûka xwe dide. Nivîskar fedekarî dike, ev jî ji bîr û baweriya wî, ji hestên wî yên netewî tê.

Nivîskarê kurd bi kurdî dinivîse, dizane ku nivîsîna bi kurdî ji bo doza netewî xizmetek e. Nivîskarê kurd dixwaze bi afirandina berhemên xwe toreya (edebiyeta) xwe ya netewî geş û dewlemend bike. Dixwaze ku xwendevanên kurd çê bibin û berhemên kurdî bixwînin. Dixwaze bi afirandina berhemên xwe çand, ziman û toreya kurdî pêşve bixe. Dixwaze bibe nivîskarekî gel û neteweyî. Dixwaze di nava toreya gelêrî û neteweyî de pir-rengiyê pêk bîne. Gelek daxwazên din jî hene ku li gor her nivîskarî curecur in.

Li gor lênêrîna min, weşanxaneyên Kurdan yên li Stenbolê pir pragmatîst in. Neteweyî nafikirin. Hinek jê pir teng û grubî difikirin, hinek jê jî tenê bi awayekî bazirganî difikirin. Hinek weşanxaneyên ku ne dîrek (rêrast), lê îndîrek bi siyasetekê ve girêdayî ne, tenê pirtûkên serok û sekreterên siyaseta xwe, pirtûkên kadro û alîgirên sîyaseta xwe û yên kesên nas û dostên xwe, yên derdora xwe diweşînin. Ji derveyî wana, pirtûkên kesên din naweşînin. Weşanxaneyên ku bi tu siyasetê ve têkiliyên wan tune bin, pirtûkên her nivîskarî – mebesta min nivîskarên kurd in – diweşînin, lê bi mercê ku nivîskar ji berîka xwe lêçûna çapa pirtûka xwe bide (Xwastina lêçûna çapa pirtûkê ji nivîskarên kurd yên li Ewropayê tê xwestin. Ji nivîskarên kurd yên li welêt tê xwastin, nayê xwestin ez nizanim).

 

Li Ewropayê bi sedan nivîskarên kurd hene. Di nav van nivîskaran de tenê çend nivîskar (hejmara wan ji tiliyên destan nabore) bêyî ku heqê çapkirina pirtûkên xwe bidin, pirtûkên wan ji alî weşanxaneyên Kurdan ve têne çapkirin. Lê, ên din? Ên din dê çawan pirtûkên xwe çap bikin? Ev jî wek pirsgirêkekê li pêşberê piraniya nivîskarên kurd rawestiyaye. Divê jê re çareseriyek bête dîtin.

 

Têkilîyên weşanxaneyên kurdan yên li Stenbolê û nivîskarên kurd yên li Ewropayê gelek sar in. Sala par xwediyê weşanxaneyekê – ku navê weşanxaneyê jî bi kurdî ye – hate Swêdê. Li Swêdê çend rojan ma û tenê du nivîskarên kurd dîtin. Yên din ne dîtin. Tu dibêjî qey li Swêdê tenê ev herdu nivîskar hene û yên din qet tune ne. Ji xwe ev weşanxane tenê pirtûkên van herdu nivîskarên kurd yên ku li Swêdê ne çap dike (qey yên din ji dêmariyê ne!).

Dîsa xwediyê weşanxaneyeke din hate Swêdê. Mala wî ava. Wî hema bibêj hemû nivîskarên kurd yên li Swêdê dîtin. Gelek nivîskaran berhemên xwe yan jî pirtûkên ku wergerandine kurdî danê, da ku wan li Stenbolê biweşîne. Lê, ne weşand. Ev weşanxane jî li Stenbolê ye û navê wê jî kurdî ye. Bila xwendevan şaş fam nekin. Min yek berhem an wergereke xwe jî, ji bo ku li Stenbolê biweşîne ne dayê. Yanê ez ji bo kesê xwe rexnê lê nagrim. Ez ji bo nivîskarên kurd, ku berhem û wergerên xwe daniyê û wî jî neweşand, rexnê lê digrim.

 

Belê, min di destpêka vê nivîsa xwe de got ku “Nivîskarên kurd xizan in”. Ne tenê nivîskar, Komeleya Nivîskarên Kurd jî xizan e. Wisan xizan e ku nikare kovara komeleyê biweşîne. “Çira” kovara Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Kovara “Çira” ji ber rewşa aborî weşana xwe da rawestandin. Pere tune ku Komeleya Nivîskaran kovarê biweşîne. Gelek nivîskarên ku endamên Komeleyê ne berhem nivîsîne, ji bo çapê amade kirine, lê pereyê wan tune ku berhemên xwe biweşînin.

 

Rewşa weşanxaneyên Kurdan ên li Swêdê jî cîhaneke din e. Ezê bi çend gotinan, bi kurtahî, çêra wan jî bikim. Weşanxaneyên ku bi partiyên siyasî yên Kurdan ve girêdayî ne, ji butça hatina partiyê bê problem weşana xwe didomînin. Lê, ew jî tenê pirtûkên serok û sekreterên xwe, yên endam û alîgirên xwe, nas û dostên xwe diweşînin. Weşanxaneyên ku bi partiyên sîyasî ve ne girêdayî ne, heger ji Dezgeha Kulturî ya Dewleta Swêdê alîkariyê bigrin, dikarin hin pirtûkan biweşînin û jiyana xwe ya weşanî bidomnin. Heger alîkariyê negrin, li gor şiyan û derfetên xwe yên aborî, ancax salê yek, du an sê pirtûkan dikarin biweşînin (ji ber ku sal bi salê alîkarî kêm dibe û ev çend salên dawîn hin weşanxaneyan qet alîkarî ne standine, gelek weşanxaneyên Kurdan ber bi girtinê ve diçin. Pisporên kurd yên ku di saziyên dewleta Swêdê de rawêjkariyê dikin, tu dibêjî qey pereyê ku wek alîkarî bidin weşanxaneyan ji berîka wan der dikeve, ji bo alîkariyê nedin pirtûkên kurdî çi ji destê wan tê dikin. Kurd ji hevdu re çavnebar in).

 

Weşanxaneyên Kurdan ên ku li pişt wan hêzên siyasî hene hê jî weşana xwe didomînin û hersal gelek pirtûk – pirtûkên serok û sekreterên wan jî gelek qalind in – diweşînin. Weşanxaneyên ku bi tu partiyeke sîyasî ve ne girêdayî ne di nav rewşeke hebûn û nebûnê de ne. Rewşa van weşanxaneyên ku bi sîyasetekê ve ne girêdayî ne ji alî aborî ve gelek xirab e. Şiyana van weşanxaneyan ji bo belavkirina pirtûkan tune. Şiyana weşanxaneyên ku bi siyasetê ve girêdayî ne heye. Li tevaya welatên Ewropayê komîte û komeleyên partiyên siyasî hene. Dema pirtûkekê biweşînin, dikarin bişînin hemû welatên Ewropayê û li wir belav bikin, bifroşin.

 

Helbet gelek pirsgirêkên nivîskarên kurd hene. Min çêra (behsa) tevan ne kir. Ji xwe di çarçova nivîsekê de ne gengaz bû ku ez çêra hemû tiştan bikim. Bila nivîskarên kurd ên din jî çêra hinek tiştên din bikin. Li ser vê mijarê nivîsên curbecur bên nivîsîn û di kovaran de bên weşandin, ji bo paşerojê gelek baş e. Divê nivîskarên kurd ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan bibînin. Çareserî jî bi gotinê, bi nivîsandinê, bi danûstandinê tê dîtin.

 

Veger