|
||
|
Veger naverokê | Pênûs 12 | Payiz 2002 Efrin.net |
||
|
Dema we xweşXwendevanên hêja! Berî salekê di sergotara hejmara 8-ê de me goti bû we, ango me soz da bû we ku emê her û her ji bo pêşveçûna kovara me/we, li gor şiyan, karîn û derfeta xwe bixebitin, da ku em kari bin her sê mehan carekê li deriyê we bidin û “Pênûs”-ê bigihînin destên we. Ji hîngê de, di hundir sala 2002-an de, ev çaremîn hejmar e ku der dikeve. Ango me kari bû soza xwe , ya ku me ji bo pêşvebirin û bi rêkûpêk derxistina kovarê da bû, bi cih baniya. Vêca, xwendevan û nivîskarên hêja, hêvî ew e ku em tev ji bo hîn bêtir pêşvebirin û dewlemendkirina kovarê alîkar bin. Helbet pir girîng e ku hûn bi berhem, pêşniyar, xwendin û belavkirina kovarê ji me re bibin pişt. Hertiştek di vê çarçewê de ciyê dilxweşiya me ye. Di vî warî de ez dixwazim hin têbîniyan bînim zimên: 1. Pir caran berhemên “Pênûs”-ê berê yan di heman demê de di weşanine din de hatine belavkirin. Xwendevan jî bêguman ji vê yekê dilgiran in. Lewre hêvî ew e ku berhemên ku ji “Pênûs”-ê re bên şandin ji tu weşanên din (nemaze yên çapkirî) re neyên şandin. 2. Ji bo ku em weke weşan erk û delameta xwe di pêvejoya parastin, pêşvebirin û çespandina zimanê standard de – kêm-zêde – bi cih bînin, em li ser wê yekê sûr in ku hemû berheman, bi giranî û li gor şiyana xwe, li gor rastnivîsandina Mîr C. Bedir-Xan serast bikin. Em hêvîdar in ku hûn di vê hewla me de alîkar bin. Ta hejmareke din her şad û bextewar bin. Sala we ya nû jî her bi serkeftinê sertackirî be. Dr.Kamiran Bêkes |