Pênûs

Kovreke rewşenbîrî giştî ye

Veger naverokê                               | Pênûs 12   | Payiz 2002                                          Efrin.net

Nexweşiya zimanzaniya Kurdî û herêmayî

 

 

Hesen Îrandost

 

G

elek caran di civîn, kor û komelên rewşenbîrî de, hin kes bi navê bisporê zimên dibin berdevkê rêzmana kurdî û dem li herêmayî berhemên hin nivîskaran didin.

 

Herêm yan jî her kunc û kulanek ji Kurdistanê berhevê gilî, peyv û parek ji avahiya zimanine, ku xweza û siruşt an jî bardoxê vê herêmê li gorî pêdiviyên xwe bûne karkerên kela kevnare ya zimên, û dewra xwe ya erkî, ku avakirina zimên an jî rizgarkirina zimanê kurdî ji nalebariyên civak û şer û pêkdaçûn û tenanet berjewendîxwazên asîmîleker bi cih gihandin.

 

Her zimanek peyrewê hin metod û emrazên saxtarî, yan jî çêkerînî ye, ku erdnigarî (cografiya) rola bingehîn di çêkirina peyvê de dilîze. Heman peyv di herêmeke din de, bi guh û hestên zimanî yên wê herêmê, xerîb an jî gelek biyanî ye. Helbet sedem diyar e; bo nimûne:

Herêmên çiyayî û bagir, ku damena çiya bi deştekê ve li hev girêdide, di her demeke salê de, li gorî bandora av û hewayê, gilî, pey, soz, nav, naznav û emraz ji bo zimên çêkiriye. Heman peyv û gilî bi serê xwe bûne hoyê peywendiyê; têgihîştin û emrazeke serkeftî ji bo hemtêkiliya xelkê wê herêmê  (peyvendiyan) ava bû.

Dema kesê ji bo serenca xwe lehiyên avê bi (renî = aşop yan jî lêmişt = lehî yan jî şîpel) bi nav bike, êdî nabe di çavên te yên çavpênebar armanc herêmayiya zimên be.

Ziman xwediyê faktorên piral û berfirh e, ku nabe mirov xwe ji peyvên xwe yên petî bike yan jî nabe peyvên pêkhatî û yên hevedudanî yên bi selîqe, hest û ahenga helbest û ramana xwe vehûnandine bi hisabê herêmayî daninin.

Tenanet Nefes di ziman da roleke mezin dilîze. Dema tu bi zimanekî petî yê kurdî ji bo ragihandina ramana xwe ji pir bêjeyên hevwate behrê distînî û encam, ji bo te yê zimantesk hevokeke dirêj û nefesbir e, guneh ne ya nivîskar e, yan jî tawanbariya te kêmasî û bêpariya te ji gencîneya zimên e.

Zimanê kurdî, di serdema nakokiya siyasî de, li ber pêlên hestên nasyonalîst ket, û di piraniya bajar û herêmên Kurdistanê de êwareya asîmîlasiyonê sî li ser te xist. Loma metoda nirx û helsengandina te li gorî guhlêkirin û peywendiya te bi xwendin û nasîna herêman heye. Eger peyva bira û xwîşka Merashî, Urmiyeyî, Şemzînî, Behdînî, Soranî yan Botanî ji guhên te re nenas e, êdî tu bi xwe hoyê nezanî û kêmasiya xwe yî.

Ziman ji bo nivîskar dewlemendkirine, û tenanet rizgarkirina wan gilî, nav û peyvan, ku bi navê standardkirina zimên li ber lingên we siyasetmedarnavan keftî ye.

 

Bi gotineke kurt û Kurmancî: Standardkirin ji bo gotin, peyv, gilî û navan ba û gotinek bê wate ye. Belkî standard ji bo rêzmên xwedî girîngiyekê be. Girîngî ew e ku herkes, bi nefeseke dirêj an kurt, bi Kurdî binivîse.

Herêma te gencîneya zimanê min e. Ezê bixwînim û pê binivîsînim û şanaziyê pê bikim.

 

Ezê pênûsê siwarê hisanê peyvên herêm û zaravan bikim û zimanê peyvên te yên qels (tesk, kêmas) pê biqelşînim.

 

Münster, 18.09.02      

Veger