|
||
|
Veger naverokê | Pênûs 12 | Payiz 2002 Efrin.net |
||
Li ser nivîsara Dr.Mihemed Zeynoa li ser mamosteyên zimanê kurdî li Almaniya
Reşît Battê
erî ku ez çêra nivîsa dr. Muhamed bikim, divê ez kovara “Pênûs” ji bo wê xebata pîroz ya ku ji zimanê kurdî re dike pîroz bikim. Helbet nivîskarên wê û redaksiyona wê, bi vê Kurdiya paqij û dirust, erkên xwe yên welatparêzî bi temamî bi cî tînin û rêberiya vî zimanê dewlemend û kevnare dikin ji bo ku hertim xurtir û geştir bibe. Hûn her bijîn, û destê we sax be…
Dr. Muhamed hinek gazina ji mamosteyên zimanê kurdî dike û dibêje ku divê ew bi Kurdî baş bixwînin û binivîsînin. Gotina wî di cihê xwe de ye û ez jî dibêjim ku heger mamoste bi xwe nezan û ne şareza be, zimanê kurdî dê bibe qurban ji bo têkçûnê. Tiştê dijminên Kurdan dixwazin ji xwe ev e. Ew dixwazin em di nava wan de bihelin, da ku xwe ji me xelas kin. Lê ew wê yekê êdî di xewnê de jî nema dibînin. Bi saya serê kovarên wek “Pênûs”-ê xewna dijminên Kurdan li wan bibe kabûs. Ji ber van sedeman jî gotina mamoste Dr. Muhamed li ser mamosteyê nezan di cihê xwe de ye.
Xala duyem di nivîsa wî de jî ew e ku dibêje: – Ne pêdivî ye ku mamoste bi Almanî zani be. Li Swêdê bêtirî 20 salan e ku zimanê kurdî li dibistanan tê xwendin. Li vir, li Swêdê dersa zimanê kurdî bi du awayên ne wekhev tê dayîn.Yek jê xwerû yê zimanê kurdî ye, ku li wir şagirtê kurd bi kurdî dixwîne û fêrî zimanê xwe dibe. Yê duyem jî ew e ku mamoste divê di dersên şagirtan ên din de alîkariya wan bi Kurdî bike, ji bo ku bi zimanê swêdî jî baş tê bighin, û wisa ji bo ku ji hevalên xwe nemînin. Li vir divê ku mamoste Swêdî jî baş zani be. Nizanim li Almaniya rewş çawa ye, lê ez dibêjim ku mamoste divê herdu zimanan jî baş zani be. Min bi xwe jî ev kar kiriye û ji serpêhatiyên xwe rind dizanim ku li welatê biyaniyê, li xerîbiyê, zarokên biyaniyan zimanê xwe zû winda dikin û rind fêr nabin. Da ku pêşî li vê windabûnê bête girtin, divê çend xalên pêwîst werin pêkanîn; ew jî evin: 1. Divê mamoste herdu zimanan rind zani be, pedegog be ango mamoste be. 2. Divê dê û bavên zarokan di mala xwe de û bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin. 3. Divê zarokên Kurdan di hinek çalakiyan de hevdu, li derveyî dibistan û mamosteyan, bibînin. 4. Divê zarok di dema Havînê de, di bêhnvadana dibistanan de, kari bin herin welatê xwe nav kes û nasên xwe. 5. Divê zarok li mal, di wextê xwe yê vala de, pirtûkên kurdî bixwînin, li TV û radyoyên kurdî guhdarî bikin. 6. TV û radyoyên tirkî, erebî û farisî zimanê zarokên me bi wan didin jibîrkirin û dikin ku zimanê wan lawaz bibe.
Hinek dê û bav – bi xwe – zimanê xwe bi zarokên xwe didin jibîrkirin, bi awayê ku dixwazin wan fêrî Erebî, Tirkî an Farisî bikin. Dema zarok, berî ku baş fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibe, neçarî fêrbûna gelek zimanan bi hev re bibe, hingî zimanê xwe nivgulxo fër dibe, û li pêş jî bi temamî dev jê ber dide. Ew rind fêrî zimanê welatê xwe yê nû jî nabe û ji karwana hevalên xwe dimîne, nikare xwendina xwe jî bi serî bike.
Silav û serkevtin ji bo we. Reşîd Battê |