|
||
|
Veger naverokê | Pênûs 12 | Payiz 2002 Efrin.net |
||
Kurdên Sûriyê di “Dîroka Kurdistanê” deWerger ji zimanê rûsî: Dr. M. Zeyno
Pirtûkek bi navê “Dîroka Kurdistanê” bi zimanê rûsî ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî li bajarê Moskvayê di sala 1999-an de der ket. Ew di bin çavdêriya du profesorên navdar de, birêz M.S.lazarêv û Ş.X.Mehoyî der çûye, herwiha nivîserên wê jî: M.S.Lazarêv, Ş.X.Mehoyî, Ê.Î.Vasîlyêva, M.A.Hasretiyan û O.Î. Jîgalîna bi ferehî û zanistî rewşa Kurd û Kurdistane şerove kirine. Pirtûk 519 rûpel in, û bi çapeke ciwan der ketiye. Pirtûk cara yekê ye, wek di pêşgotina wê de hatiye, dîroka Kurdistanê, ji destpêka ketina dagirkerên ereb ya Kurdistanê ta bi rojên îro, dide ber roniyê. Pirtûk li ser bingehên çavkaniyên ku berê eşkere ne û yên ku cara yekê ye tên nivîsandin hatiye nivîsandin. Wek di navên nivîserên wê re xuya dike, kurdnasîn li welatê Rûsiya bi hewldana wan birêzan hîn jî berdewam e; ew – tevî hilweşandina Sovyêtistanê – hîn jî karê xwe berdewam dikin. Hêjayî gotinê ye ez bêjim ku Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê hin pirtûkên din jî li ser Kurd û Kurdistanê der xistin; wek nimûne: “Kurdistana serdem”, karekî bi hevre ye, Moskva, 1995, 144 rûpel, bi zimane rûsî. “Kurdistana Bakur îro” (dersên bihranê), Moskva, 1997, 108 rûpel, “Dîrok û pêkenokên kurdî”, werger: Z.A.Yosupova, Moskva, 1996, 136 rûpel.
Herwiha gelek pirtûk li ser zaravên zimanê kurdî hatine nivîsandin; mîna zazakî wek pirtûka Î.A.Simîrnova û K.P.Eyobî, Moskva, 1998; û goranî mîna pirtûka Z.A.Yosopova, Sankt Pêtirburgê, 1988. Lê pir mixabin me nûçeyeke gelek nebaş wergirt ku Navenda Lêkolînên Kurdî li bajarê Moskva, ya ku bi rêz profesor Ş.X.Mehoyî serkêşiya wê dikir, ji ber sedemên diravî hate girtin, û careke din jî Kurd ji kaniyeke girîng e zanistiyê bêpar man. “Dîroka Kurdistanê” li sê beşan hatiye dabeşkirin, ku her beşek jî ji çend biran hevedudan e; beşê yekê: derketina ser qada dîrokê, beşê diduyê: şiyarbûna netewî, û beşê sisiyê: dîroka nû. Di beşê sisiyê, birê pêncan de, di rûpelên 292–295 de di bin navê “Kurd li Sûriyê”, herweha di birê heftan de, di rûpelên 419–424 de, di bin navê “Pirsa kurdî li Sûriyê”, nivîserên pirtûkê li ser Kurdên li Sûriyê rawestîne. Ez jî dixwazim wergera wan du nivîsaran li vir pêşkêşî xwendevanên kurd bikim.
Kurd li SûriyêPiştî ku agirê Şerê Cîhanê yê Yekê hate vemirandin, beşek ji axa Kurdistanê bû para Sûriyê, ya ku di bin mandata Fransa de bû. Kurd %10 ji rûniştvanên Sûriyê ne, bi vî rengî ew koma pêşîn ji kêmnetewên (hindikahiyên) wê dewletê ne, ew bi giranî li heremên bakurê welêt, li heremên Cizîrê, Cebel el-Ekrad û Eyn el-Ereb rûniştine, herweha komên gelê Kurd ên gelek mezin li bajarên Helebê, Himsê û Şamê bi cîh bûne. Bextê Kurdên Sûriyê diramatîk e. Ji nû ve parvekirina Kurdistanê, bê ku berjewndiyên civakî û aborî yên Kurdan bidin ber çavan, û kişandina xêzên sînorî zehmetiyên jiyana netewî-çandî û aborî ya gelê kurd pirtir kirin, di ancama duristkirina sînoran di navbera Turkiyê û Sûriyê de beşekî gewre ji Kurdan ji yek eşîr û ji yek malbatê li herdu aliyên sînorî parve bûn. Berxwedana gelê kurd ji bo parastina têkliyên netewî, civakî û aborî rastî serpêhatiyên rengareng ên şerane û siyasî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatin. Ji ber serkeftina di şerê netewî de, Kemalîstan, ji bilî daxwazên wan li Başûrê Kurdisatnê, çavên xwe berdan Bakurê Sûriyê, herêma Kurdan; Turkan eşkere diyar kirin ku sînorên wan yên başûr bi xeta hêsin a kevin re, ya ku Kemalîstan di salên 1922–1924 de bi dest xisti bûn, dirêj dibe, herwiha piştî ku Turkan şoreşa Kurdan a 1925-an li Turkiyê hilweşand, çavsoriya wan di axa Sûriyê de bêhtir bû. Bi vê helwesta xwe Turkiyê dixwast beşekî ji axa Kurdan bi dest xwe xîne, û di heman demê de rê li ber raperînên Tevgera Azadîxwaz ya Kurdan li ser axa Sûriyê, ya ku di bin Mandatê de bû, bigire. Tenê di sala 1929-an de pirsgirêka bi Fransa re li ser sînorên Turkiyê û Sûriyê hati bû çareserkirin. Li gor wê çareseriyê tayekî zirav ji axa Kurdan bi para Sûriyê ket. Li Sûriya di bin mandatê de jiyana Kurdan, bi gelemperî, wek ya birayên wan li beşên Kurdistanê yên din bû, lê li vir, bi giştî, ew serpêhatiyên hişk û tund li dij Kurdan, wek li Turkiyê, Îranê û Îrakê ne dihatin bikaranîn; li Sûriyê, di bin mercên taybet de, rê li ber pêşxistina jiyana netewî-çandî ya Kurdan hati bû vekirin, û kurdperwerê herî navdar Celadet Bedir-Xan roleke mezin di wê de lîst. Di siyaseta kurdî ya Fransa de mirov dikare pîvana ku Îngeltera di siyaseta xwe ya beramber bi Kurdan li Îrakê bi kar dihanî bibîne, ango Fransa hebûna pirsgirêka kurd li Sûriyê wek faktorê rawestandina helwesta netewperestên ereb li dijî Fransa didît. Nasnekirina netewperestên ereb ji mafên netewî yên Kurdan re, û helwesta Kurdan ji bo wan mafan, kir ku Fransa li ser wê nakokiyê bi germî bilîze, ta ku bandora xwe li ser herdu aliyan kûrtir bike, û di heman demê de wê bandorê biparêze. Lê tevî wê jî hêzên netewî û demokrat yên gelê kurd bi giranî xwe di qada şerê li dijî Fransa de diyar dikirin; Kurdan bi xeşîmî bi sozên netewperestên Ereb bawer kirin, ku piştî derxistina kolonyalîstan ji welêt ewê mafên netewî yê Kurdan pêk bînin. Di serhildana ku Sultan Başa el-Etreş serkêşiya wê dikir refên şervanên kurd di bin rêvebiriya Ehmed Axa Baravî, Mihemed Şerîf el-Kurdî û Mihyedîn Kara axa bi xortî xwe li dijî leşkerên Fransa nîşan dan. Herweha Kurd bû bûn hevalbendên çalakiyên xwenîşandan û protestokirina mandata Fransa li bajarên Şam, Heleb, Hisiça û hwd. Di sala 1937-an li herêma el-Cezîrê, li bajare Tobsê nûnerên Kurdan û yên kêmnetewên din li dijî serpêhatiyên qirêj yên karbidestên fermandariyê li wê herêmê rabûn, wan xwestin ta ku Fransa bike ku karbidestan ji kesên herêmê bide pejirandin. Xwenîşandan û çalakiyên pirotestokirinê, yên ku di 5. Hizêrana 1937-an de li bajarê Hisiça dest pê kiri bûn, bi lez gihan bajarê Qamişlo, Ras el-Eyn, Ayn Dîwar, Dirbesiyê û Bakurê herêma el-Cezîrê. Kurdan komîtak, ji bo karê tevgera pirotestokirinê, di bin rêvebiriya kurdekî bi navê Tahêr el-Mardînî de saz kir. Roja 30. Tebaxê 1937-an wê komîtê daxwaza xwe ji hikumetê re eşkere kir, ku divê ew parêzerê herêma el-Cezîrê ji kesên wê herêmê bipejirîne û mafê pejirandina karbidestên fermandariya el-Cezîrê bide rûniştevanên herêmê, lê pir mixabin ev soz tevde tenê soz man û pêk ne hatin. Di sala 1939-an de li herêma Cebel el-Ekrad raperîneke Kurdan di bin rêvebirya Şêx Îbrahîm de serî hilda, cotkar bû bûn hêza bingehîn ya serhildanê, ya ku di heman demê de li dijî axan bû jî. Ji bo binpêlkirina serhildanê hêzên Fransa yên leşkerî hatin alîkariya leşkerên Sûriyê. Tolhildana ji Kurdan gelek bi hêz bû, xişm û bêtareke giran bi ser gund û bajarê Efrînê de hat; gelek gund vala bûn, û pir ji Kurdan ber bi Turkiyê ve reviyan. Bi vî rengî xuya dibe ku di navbera herdu Şerên Cîhanê de pergala Kurdên Sûriyê ne dûrî rewşa birayên wan li Turkiyê, Îranê û Îrakê ye. Ji ber sedemên babetî (obyêktîvî) tevgera Kurdan li Sûriyê ne giha wê ferehî û kûrbûnê, ya ku tevgera Kurdan li beşên din yên Kurdistanê gihîşti bûyê. Lê tevî wê jî, wê xwe herdem nîşan dida û bû bû faktorekî mezin ku di rewş û pergala welêt de cih digirt.
Pirsa kurdî li Sûriyê di navbera salên 50- û 80-yan deTevî ku hêzên netew-demokrat yên kurd bi xortanî di tevgera li dijî împeryalîzmê de li Sûriyê cih digirt û roleke berçav di rizgariya wê de lîsti bû, rewşa wan ber bi başiyê ve ne bû, belê bervajî wê bû: newekheviya netewî nema wek berê, belê ew hîn xirabtir bû. Eger di dema mandatê de hin kanînên biçûk ji bo berdawamiya jiyana çandî-netewî ya kurdan hebûn, bi hatina netewperestên Ereb ser têxt ew kanîn jî ji dest çûn, siyaseta li dijî tevgera netewî ya kurd karakterekî taybet wergirt, newekheviya netewî-siyasî û zehmetiyên aborî bi giranî zora xwe dan ser jiyana gelê kurd. Ji encama nebûna dibistanên dewletê %90 gelê kurd nexwende ma; banga Kurdan li hikumeta Sûriyê ji bo vekerina dibistanan bê bersiv ma; ji ber kêmxwerinê û nebûna bijîşk û dermanan gel bû qurbana nexweşiyên giran; pirsa çandinê bi giranî siya xwe da bû rewşê, li gor statîstîka fermî sala 1949-an nêzî %60 ji axa çandinê li Cezîrê û %90 li Cebel el-Ekrad bi dest hejmareke pir kêm ji xwediyên erdan de bû. Herweha rewşa siyasî li welêt bê aramî bû, ji sala 1949-an ta 1951-ê. çar darbeyên leşkerî li Sûriyê pêk hatin. Wan serpêhatiyan kirin ku têkliyên bi Kurdan re tûj û tund bibin, wiha di dema fermandariya Husnî el-Zeîm de, ku bi netewa xwe kurd e, çend ji kurdan (wek serokwezîr Muhsên el-Berazî) bûn berpirsiyarê fermandariyê li welêt. Wan rewşa Kurdan ber bi başiyê ve ne dan, lê ew bû bûn sedema bengêşiya (propagenda) li dijî Kurdan. Piştî hilweşandina dîktatoriya Edîb Şîşeklî, sala 1951-ê, rêjîma demokrat li welêt bi ser ket, û li dawiya salên 50-yan mirov dikare hinek liv û lebatên tevgera kurd a netew-demokrat bide ber çavan. Di wan deman de (bi taybetî di nîvê diduyan ê 1957-an) bivehiya cingê ya Turkiyê li dijî Sûriyê bilintir bû. Kurdan di çalakiyên gel de, ên bo paşvedana bivehiya Enqerê, beşekî mezin ji xebatê hiladn ser milên xwe. 14. Hizêranê 1957-an Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê hate damezirandin, di programa wê de eşkere hati bû nîşandan ku girêdanek di navbera xebata ji bo mafên gelê kurd û sazkirina desthilatdariya demokrat di welêt de heye. Partiyê daxwaz dikir ku di destûra welêt de mafên gelê kurd ên netewî bêne nîşandan, bi aramî urf, adat û çanda netewî ya Kurdan bêtin parastin, herweha rêvekirina li pêş xebata Kurdan di saziyên hikumat û civakê de. Piştî ku di sibata 1958-an Sûriya û Misirê bûn yek dewleta bi navê Komara Ereb a Yekbûyî (KEY), serokên Kurdan bi serokatiya komarê re gihêştin erêkirinekê ku: gelê kurd dikane pirtûk û kovaran bi zimanê dayîkê biweşîne; vekirina dibistanên kurdî li wan herêmên ku gelê kurd tê de pirhijmar e; herweha ji Tîrmeha sala 1958-an de weşana radiyo ya bi zimanê kurdî, ya ku li seranserî Kurdistanê dihate guhdarkirin, dest bi karê xwe kir. Kurdên Sûriyê bi dilekî ji şahiyê mişt nûçeya şoreşa 14. Tîrmehê 1958-an li Îrakê wergirtin, şanda hêzên kurd ên demokrat, bi taybetî ya xortan, bi dengekî bilind diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya siyaseta şoreşê dikin, ya ku roleke mezin da bû wekheviya Ereb û Kurdan. Lê nakokiya ku di navbera KEY û Îrakê de li ser serkêşiya xebatê di Rojhilatê Erebistanê de der ket qada siyasetê, têkliyên Qahîra û Bexdayê daketin pêvajoyeke gelek nizim. Van tev, bi taybetî derketina Sûriyê ji KEY, serast bandora xwe dan ser rewşa Kurdên Sûriyê. Di Îlona 1961-ê de şerê çekdarî ji bo otonomiyê li Kurdîstana Îraqê dest pê kir. Wî şerî kir ku Şam siyaseta xwe bi tûjî li ser Kurdan biguhêre; hikumaeta Sûriyê hertiştê ku ji destê wê tê kir, ta ku liv û lebata tevgera kurd li welêt rawestîne: Xwepêşandan û civînên Kurdan hatin qedexekirin, gelek Kurd hatin girtin û bo binê zîndanan avêtin, li dibistanan rê li ber axaftina bi zimanê kurdî hate girtin, li ser sînorên bi Îrakê re çavdêriya dewletê xortir bû. Herweha çi ji destê dewletê dihat kir, ta ku nûçe û aghdariyên serpêhatiyên Şoreşa Kurdistana Îraqê sînorên Sûriyê derbas nekin. Di Çiriya Paşîn 1962-an de hikumetê li ser bingehê fermana hjm. 93 (23. Tebaxa 1962) serjimartineke taybet li parêzgeha Cizîrê organîze kir, ku di encamê de 120 hezar Kurd êdî neman hemwelatiyên dewleta Sûriyê, û ji mafên xwe yên hemwetaliyê bêpar man. Kurdên bê nasname (bê nifûs) ji gundan koçkirin û ereb anîn şûna wan. Avakirina sîstema bi navê “Kembera erebî” ji bo Ereban sîstema apartaîdê tîne bîra mirovan. Di Avdara 1963-an, piştî mehekê ji darbeya hikumetê li Îraqê, serpêhatiyên wisa li Sûriyê jî pêk hatin; Be’sên Sûriyên, yên ku 17. Nîsanê diyar kirin ku ew dixwazin Misirê, Îraqê û Sûriyê bikin yek dewlet, hatin ser têxt. Siyaseta li dijî Kurdan, ya serok wezîr Selah Bîtar, karekterekî hişk û bê kompromîs girt. Li pêş jinûvedestpêkirina şerê çekdarî li Kurdistana Îraqê, di Hizêrana 1963-an de, şanda hikumeta Îraqê ji bo şirovekirina xebateke hevbeş li dijî kurdan, bi serokatiya cîgirê serok wezîr Elî Se’dî, giha Şamê. Hikumeta Sûriyê civînek bi hin serokên Kurdan li Sûriyê re durist kir û “ tevgera di bin serokatiya Barzanî de gengeşe kirin”, û wan diyar kirin ku “êdî em bûne Ereb û emê welatê xwe Sûriyê biparêzin”. Di dema serpêhatiyên diramatîk û navdar di Havîna 1963-an de, dema rêjîma Bexdayê êrişeke berfireh ajot ser gelê kurd, hikumeta Sûriyê biryar girt ku, wek hatiye bibîranîn, piştgiriya Bexdayê bike, û di Çiriya Pêşîn 1963-an de liqeke leşkerên Sûriyê û komek ji pîlotan şande Kurdistana Îraqê, ta ku li dijî Kurdan şer bikin. Hikumeta Sûriyê ne tenê bi tundî li dijî tevgera kurd li Sûriyê dixebitî, belê ew li dijî her awayê çareserkirina pirsa kurdî li Îraqê jî dixebitî. Di vir de daxuyaniya hikumeta Sûriyê li ser lihevkirina 29. Hizêrana 1966-an, a di navbera serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û hikumeta Ebdulrehman el-Bezaz ji bo çareserkirina pirsa kurdî, gelek balkêş e. Di daxuyaniyê de Şam li dijî her rengê hevdîtinên aşitiyane yên ligel Kurdên otonomîst re rawestî, yên wek “ajanên împeryalîzmê” hati bûn binavkirin. Hêzên netewî yên Kurdên Sûriyê bi bawerî eşkere dikirin ku xebata ji bo pêkanîna mafên netewî li vî welatî gerek e tenê bi riyên aşitiyane bin, lê hikûmetê – bervajî Kurdan – aliyê hêzê girt. Li destpêkê rola sereke di tevgera netewî ya Kurdên Sûriyê de Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê dilîst, lê dîtinên rengareng ku rêjîmê herdem germ dikirin encam dan û zirareke mezin gihandin tevgerê. Perçebûna Partiya Demokrat a Kurdistan (Îraq), sala 1964-an, bilez bandora xwe gihand Partiya Demokrat a Kurd (Sûriya) – partî bû du qet. Di sala 1965-an de ji bilî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “el-Partî”, du partiyên din jî dixebitîn: Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, û Partiya Demokrat a Çep a Kurd li Sûriyê (ya dawî di sala 1980-î de navê xwe guhart û bû Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê PHGKS). Herweha di salên paş de hin partiyên kurd ên nû û biçûk der ketin meydanê. Bi hatina Hafêz el-Esed ser têxt, dawiya salên 60-yan û destpêka salên 70-yan, hin guhartinên berçav di siyaseta hikumetê ya li hember kurdan de dihatin dîtin; her hikumetê pirsa kurdî li welêt nas ne dikir, lê ew hişkiya li dijî Kurdan hinekî sivik bû. Ya sereke ew e ku serokatiya welêt ya nû xwast hêzên netewî yên kurd ên li dijî Bexdayê û Enqerê têxe bin berjewendiyên xwe, wê bi serfirazî ev karê xwe pêk anî, bi taybetî bi “Partiya Karkerên Kurdistan re”, ya ku li Turkiyê karê xwe dikir, ya ku serokatiya xwe bi giştî li Sûriyê bû, û ya ku hema şerê hemû hêzên netewa kurd li seranserî Kurdistanê dikir. Şam, wek Anqera û Teharnê, wek herdem li dijî çareseriya pirsa kurdî li Îraqê rawestiya, ew jî di hevdîtên Sûriyê yên siyasî û dîplomatîk bi Turkiyê û Îranê re, bi taybetî piştî serpêhatiyên li herêma Kendavê, baş diyar dibû.
* * * * * Têbîniyên wergêr
1. Ez dixwazim hin sirincan li vir bêjim, di serî de diyar e ku nivîserên ku li ser Kurdistana Sûriyê ev gotar nivîsandine rewşa Kurdan baş nas nakin, û agahdariyên wan gelek kevin û kêm in. Ew di nivîsandina navên herêmên Kurdan de baş xuya dike, lew çavkaniyên Kurdan tu carî navê herêma Cizîrê nakin el-Cezîra, Çayê Kurdan, an jî Çayê Kurmênc, nakin Cebel el-Ekrad, ne jî Kobaniyê dikin Eyn el-Ereb. Herweha Kurd navên bajar û bajarokên ku hatine erebkirin bi kar nînin. 2. Diyar e ku agahdariyên li ser Kurdistana Sûriyê, yên ku bi dest nivîserên gotarê de hene ji arşîvên siyaseta Sovyêtistana berê ne, ji ber ku mirov tu carî nikane dîroka beşekî Kurdistanê wisa bilez di pirtûkeke dîrokî de mîna “dîroka Kurdîstanê” bide xuyakirin; ew jî ji ber sê sedeman: 1) pirtûk di sala 1999-an de hatiye nivîsandin, ango gelek salan piştî hilweşandina Sovyêtistanê. Di wan salan de agahdariyên fireh û pir li ser rewş û pergala Kurdistana Sûriyê, çi ji aliyê siyasî, çandî, an jî ji aliyê aborî de, di destê zanyaran de peyda dibûn. 2) Ew di bin çavdêriya zanyarên Kurdan de hatiye nivîsandin. 3) Ew dûrî kontrola saziyên dewletê hatiye nivîsandin. 3. Di dema îro de piraniya rewşenbîr û nivîserên Kurdan, nema gotina “Kurdên Sûriyê” di nivîserên xwe de bi kar tînin, êdî ew gotinên mîna “Kurdîstana Sûriyê” an jî “Kurdistana Rojava” bi kar tînin. |