Pênûs

Kovreke rewşenbîrî giştî ye

Veger naverokê                               | Pênûs 12   | Payiz 2002                                          Efrin.net

 

Kurd,

Sûriye

û mafên mirovî

 

Sernivîserê “Pênûs”-ê

Dr. Kamiran Bêkes   

 

 “Hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev ji dayik dibin”, benda yekê ji Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan weha dibêje. Ev danezana ku hîn di 10-ê Berçele sala 1948-an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin û pesinkirin, û li rex îmza gelek dewletan îmza Sûriyê jî li ser e.

Benda didoyê jî weha dibêje: “Ji mafê herkesekî ye ku bê tu cidahiyan, wek cidahiya bi hoya nijad, reng, zayend, ziman, ol, ramana konevanî (siyasî) yan her ramaneke dî, binemayê netewî yan ê civakî, sermiyan, zayîn an tu rewşên dîtir, hemû maf û azadiyên ku di vê danezanê de hatine binavkirin bi dest xîne.”

Lê mixabin piştî 54 salan ji derçûna vê danezanê, û tevî ku ev sedsala me bi azadî, demokrasî û mafên mirov î miletan hatiye sertackirin, hîn Sûriyê ji wê îmza xwe pê ve tu rêz û pêgirî di ware parastina azadiyên bingehîn û mafên mirovî de de nîşan ne dayî; hîn li hember guhartin û pêşveçûnên di vî warî de xwe kehr û kor kirî û hemû bend, belge û yasayên navnetewî yên mirovane bi piş guhan de davêje û wan, bê şermî, bin pê dike. Erê, hîn li Sûriyê mirovê kurd bindest û ji maf û rûmetê bêparkirî ji dayik dibe; hîn mirovê kurd li Sûriyê ji seretayîtirîn maf, mafê hebûna kesayetî û nasnameyekê, bêpar tête cîhanê û wisa jî bêçar e ku “jiyana” xwe bidomîne. Sedema vê yekê jî tenê ew e ku ev mirov ji diyeke Kurd e, dê bi Kurdî baxêve; dê xaka bav û kalên xwe şên bike û hebûna Kurdan ya ji berê û paşê de li ser vê xakê biçespîne û derewa şovenistan, ku dibêje Kurd li Sûriyê tune ne, pûç û riswa bike.

Belê, tevî ku nayê bawerkirin, hîn ji sedî deh (%10) ji xelkê me yê kurd li Sûriyê ji mafê hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e, tevî ku benda 15-ê ji Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovî (DGMM) bi aşkereyî wisa radigihîne ku:

1. Herkesî maf heye bibe xwediyê hemniştîmaniyekê.

2. Nabe ji tukesî bi awayekî remekî hemniştîmaniya wî bête standin, ne jî dibe ji mafê guhartina wê bête bêparkirin.

 

Ne tenê wisa, bi ser de hîn di sedsala 21-ê de jî hebûna Kurdan, ku li Sûriyê gelê didoyê ye, têt bincilkirin; zimanê me, ku zimanê %12 ji xelkê Sûriyê ye bi darê zorê têt qedexekirin; çand û folklora me toşî şerê tunekirinê dibe; mirov û xebatkarên me bi awayên remekî têne girtin û zindankirin; xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi awayekî remekî têne derkirin… Bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em Kurd in, ji ber ku li gor destlata şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!

 

Wisa em dibînin ku tevî derbasbûna 54 salan di ser derçûna Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî re hîn, û tevî ku esv serdema me bi serdema azadî, demokrasî û wekheviyê hatiye naskirin, hîn Sûriyê weke dewlet ji seretayîtirîn mafên mirovî dûr e. Pir dûr e. Hîn xelkê me yê sûrî, çi Kurd çi Ereb û çi wekî din, ji hemû maf û azadiyên bingehîn bêpar hatiye (û tê jî) hêştin. Hîn li mirovê me yê sûrî qedexe ye ku bîr û baweriyên xwe yên siyasî, di navbera xwe û xwe de be jî, bîne zimên; hîn ji hilbijartineke democrat û beşdariya di bijartina desthilatê de bê par e; hîn ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bê par e. Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî, komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji destlateke dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin. Pir dûr.

 

Bi ser her tiştekî de hîn li Sûriyê, bê şerm û fedî, mafê bîrderbirin û daxwazkirina demokratane ku herdu bendên 19. û 20. ji DGMM wan destnîşan dikin, bi awayên deryasa têt binpêkirin. Ji bo bi bîrxistina van herdu bendan jî ez dixwezim temna wan li vir bînim zimên:

Benda 19.

Herkesî mafê azadiya bîrûhizrê û bîrderbirinê heye; di nav vî mafî de jî, mafê bê xwetêkilkirina tukesî hilgirtina bîrûhizran, herweha mafê bêyî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdarî û ramanan gerîn, wergirtin û weşandina wan.

 

Benda 20.

1.   Herkesî mafê azadiya beşdarbûna civîn û komelên aştîxwazane heye.

  

Di vî warî de çavsoriya rêjîma şoven li hember wê çalakî û xwepêşandana nirxbuha û aştiyane, ya ku Partiya Yekîtî ya Kurd bi boneye Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovî li pêş Perlemana Sûriyê li dar xisti bû, beloqtirîn nimûne ye. Me tevan bihîst çawa destlata şoven ji dêvla ku guh bide vîn û daxwazên rewa û dadmend yên gelê me û hewil bide ku bi awayên demokrat doza kurd çareser bike, bi awayekî kirêt û hov herdu rêzdar Merwan Osman û Hesen Salêh, endamên komîteya rêzanî ya Partiya Yekîtî, girtin û xistin zindanê.

Ev gava çavsor, bê guman, xuya û aşkere dike ku destlata sûrî hîn dixwaze xwe dûrî hemû guhartinan bigre, yên ku li seranserî cîhanê roj bi roj di rajeya (xizmeta) maf û azadiyan de diqewimin, û bi serhişkî bervedêriya bîrdozên xwe yên zingar- û kufikgirtî bike.

 

Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Dûr an nêzîk emê jî di siya azadî, demokrasî û wekheviyê de bi taybetmendiyên xwe yên netewî şa bibin, wan biparêzin û pêşve bibin. Çunkî roj bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirovî têt dayîn û ew doza – doza mafên mirovî – ne weke berê di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de çemberkirî ye. Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in.

Belê, dûr an nêzîk emê jî roja azadî û serbestiya xwe bibînin – ew roj li benda me Kurdan e jî. Weke min di hejmara çûyî de jî gotî, ew roja xeml û xêza xwe ji me re girê dide û li benda wê yekê ye ku em jî – piştî evqas sal be jî – xwe ji wê re amade bikin: yekîtiya xwe biparêzin û berjewendiyên bilind yên miletê xwe di ser hertiştekî din re bigrin; hergav bi hev re, bi yek dengî, biqîrin: Bijî Kurdayetî berî hertiştekî din.

Bila şoven û nijadperest baş bizani bin ku tu hêz û şiyan nikare miletekî, ku amade ye her tiştekî ji bo azadî û serbestiya xwe bike qurban, heta bi heta bindest û bêmaf bihêle. Roja azadî û serbestiya miletan bi bêjingên dagirkeran ên kufikî nayê girtin.

§        Bijî azadî, demokrasî û wekhevî

§        Azadî ji bo herdu xebatkarên kurd, Merwan Osman û Hesen Salêh, û ji bo hemû girtiyên kurd û demokrathez ên di girtîgehên Sûriyê de.

Veger