Pênûs

Kovreke rewşenbîrî giştî ye

Veger naverokê                               | Pênûs 12   | Payiz 2002                                          Efrin.net

 

Rewşa ramyarî ya Rohilata Navîn*

 

 

____________________________________________________________________ Bavê Barzan

 

B

erî her tiştî, rêz û slavên xwe dişînim ji miletê me yê xwedî derd û birînên kûr yê li Başûrê Kurdistanê. Her wisan jî pîrozbahiya hevgirtina herdu hêzên mezin ên Başûrî dikim û pir hêvîdar im ku ev yekgirtin bibe destpêka tore û tradîsyona hevbendî û yekgirtineke giştî di nav temamiya miletê me yê mezin û xwedî dîrokeke watedar û kûr de!

 

Fêmkirin û şirovekirina rewş û pergala ramyarî ya Kurdistanê bi taybetî û ya Rohilata Navîn jî bi giştî hem hêsan e û hem jî dijwar e.

Çima hêsan e? Ji lewre ku ramyariya Rohilata Navîn ji binî ve bi pirs û gelşa kurdî ve girêdayî ye. Her wisan jî pir aşkere û vekirî ye ku berjewendî û pêwendiya du hêzên mezin ên cîhanî di vir de heye: Yek Awropa, didu Amerîka.

 

Herçend hevbeşiya dîrok, ziman û çandê di navbera miletê Kurd û Ewropayê de hebe jî, di vê têkiliyê de dîsan berjewendiyên aborî û ramyarî xwedî gotin in. Bi kurtî berjewendiyên Ewropayê di Kurd û Kurdistanê de nîne. Berevajî wê, berjewendiya Ewropayê di parastin û berdewambûna statûya koloniyaliyê de ye.

Heger dem hebe, em dikarin bi berfirehî li ser faktora dîrokî û çandî rawestin. Heger  mirov bipirse û bêje gelo ev faktor çi ne gidî, ku evçend girîng in? Bersiv pir helez û înteresan e, ez dibêjim. Ev bersiv alîkariya me dike ku em pirsa ramyarî ya pirsgirêka koloniyalîzma kevin û îroyîn baş fêm bikin.

Lê niha heger pirsek di warê dîrokî û çandî de tune be, em bizivirin ser babeta bingehîn. (Ezê di nivîsa li pêşiya me li ser vê babetê rawestim.)

 

Berjewenda Ewropayê ji berê de di jiyandina çar dewletên koloniyalîst de hebûye. Berî Yekîtiya Ewropayê, dewletên Îngîltere, Firense û Almanya ku bi van her çar dewletan re xwedî têkiliyên aboriya stratejîkî û demdirêj a kevn bûn.  Ev têkîlî niha jî bêguman bi Yekîtiya Ewropayê re berdewam in.

Hîna ji bîra kesî ne çûye ku dema şerê di navbera Îran û Îraqê de, çawa dewleta Swêdê çek difirote hem Îranê û hem jî Iraqê! Di ser de jî hukûmeta Olof Palme’yî çawa rola qasidî û aştîxwaziyê dileyîst.

Bêguman ne tenê îndustriya şer û çekê, her cûre îndustriya van dewletan xwedî peymanên dûr û dirêj in bi van her çar dewletan re. Şerîkeya Erîksson’ê, pirtûkek li ser dîroka xwe ya 125 salan weşandiye. Di rûpela yekemîn ya vê berhemê de dîroka têkiliya van dewletan, ta ji dewrana osmaniyan ve pir baş xuya dike.

Bi sedan şerîkeyên ewrûpî bi salan e ku bi van her çar hêzên dagîrker re xwedî şirîgatî û hevbeşiya aboriya îndustriyel a startejîk û taktîkî ya demdirêj in. Û ji ber vê yeka aşkere, tememiya Ewropayê ne layangîr û terefdarê hevbendiyeke bi Kurdan re ye!

Kurdistana Başûr ev 11 sal in ku xwe ji bandûra Îraqê derxistiye û xwe bi xwe îdare dike û bi rê ve dibe. Heger Ewropa yan jî hêzek dinê li Ewropayê dostê miletê Kurd yê rastî bûya, çima nabêjin “em vî miletî ji vê odeya bê derî û pencere derêxin, bila piçekî bihna xwe vede” ?! Yan jî zextê bidine ser Yekîtiya Miletan da ku bila ne pasaport be jî – lê nasname û huviyeteke çendemî (muweqqet) bidine wan. Ma ne em dewletên ewropî ji şoreşa firensî ya sala 1789-ê vir de ye ku îdeala azadî û azadbûnê bêhtir ji 200 sal e ku diparêzin?

Rewş û pergala Rojhilata Navîn pir dijwar e û dijwartir jî dibe, heger pirs û gelşa kurdî çareser nebe! Bi bîr û baweriya min ev çareserî di destê Kurdan de ye. Anku bi kurtî yekîtiya Kurdan!

 

Di warê yekîtiya Kurdan de peyam pir aşkere ye: “Bê azadî jiyan qet ne xweş e” û “Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e”.

Miletê me yê mezin û hêja pir bi hêsanî dikare yekîtiyeke tund û xurt bihêne holê. Lewre îro em di heyameke tarî û xetertijî re derbas dibin. Asteng û kelemên mezin li ber riya têkoşîna rizgariya miletiyê der ketine. Vêca pir girîng e ku em xwe bi yekkin û di riya azadî û rizgariya miletî de her berdewam bin. Me yekîtiyeke xurt divêt da ku em rojek berê azadî û serxwebûna xwe bi dest xin. Em dizanin ku yekîtiya Kurdan ne xewn e – pir gengaz e. Hem jî heger em bixwazin, em dikarin di nav xwe de yekîtiyeke herî berfireh û mezin bihênine holê. Bêyî yekîtiyeke neteweyî, em ne dikarin rizgar bibin û ne jî azad.

 

Em dizanin ku “ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e”. Em dikarin hertiştê xwe Ji bo yekîtiya neteweyî seferber bikin. Em pir bi hêsanî dikarin xwe ji bo azadiyê bi Yekkin. Bi hêviya zûtirîn roj bidestxistina rizgarî û azadiyê, û bi hêviya rojên dilxweş û azad.

 

*   *   *   *   *

 

* Ev nivîs roja 13.10.2002-an, saet 18.00, li Radyoya Serdem li Stockholm-ê hate pêşkêşkirin.

Veger