|
Ma weşanên înternêtê ne weşan in? Sîrwanê Hecî BerkoEdîtorê kovara NIVÎS
i nivîsa xwe de “Li Ewropayê weşanên Rojavayê Kurdistanê” (Pênûs, hjm. 9, Zivistana 2002-an, rûp. 51-56) mamoste Elî Cefer rojname û kovarên Rojavayê Kurdistanê, yên ku li Ewropayê hatine û têne weşandin, dane nasîn. Di naveroka kovarê û di berhemê bi xwe de jî, ew nivîs weke lêkolîn hatiye binavkirin. Ez na-xwazim li vê derê bi berfirehî li ser mercên lêkolînê rawestim, ji ber ev ne mijara me ye. Lê tenê dixwazim bêjim ku ji lêkolîner tê xwestin ku xwe, li ser mijara ku dixwaze lêkolînekê li ser binivîse, baş agahdar bike. Mixabin mamoste Elî beşeke giring ji weşanên kurdî û bi taybetî yên Rojavayê Kurdistanê ji bîr kirî an pêwîst ne dîtiye ku çêra wê xebatê bike: weşanên înternêtî. Di van salên dawiyê de înternêt dest pê kir ku roleke pir giring di weşanên kurdî bilîze. Îro roj înternêt bo miletên bindest û bi taybetî bo miletê Kurd bûye dermanê kul û birînan û çaresera problêmên wan. Mamoste Elî ji bîr kir ku çêra kovara NIVÎS bike. Ev kovara ku mehane di malpera Amûdê de tê weşandin (www.amude.de/nivis), kovarek çandeyî, wêjeyî û hunerî ye. Hejmara wê ya yekemîn di 21.11.2000-î de hate weşandin û ta îro 16 hejmarên bi zimanê kurdî û 6 ên bi Erebî derketine (Edîtora kovarê ji hejmara 1. ta 6.: Kurdî: Jana Seyda, Ferhad Ehmê, Sîrwan Hecî Berko; Erebî: Ebdulrehman Efîf). Herweha ji meha 6-ê û pê ve malpela Amûdê kovareke bi navê “Ewraq Kurdiye” (Pelên kurdî) di bin serpereştiya Jan Dost de diweşîne. Ev kovar wê xwe mijûlî berhemên li ser çand û wêjeya kurdî yên bi zimanê erebî bike. Dikarim bêjim ku ji bêtirî 70-ê welatî ji seranserê cîhanê berhemên kovara NIVÎS hatine û têne xwendin an bi kêmanî lê hatiye nerîn. Meh bi meh rûpela NIVÎS bêtir ji 3000 carî tê vekirin (li gor agahiyên fîrma freenet.de). Wekî din dixwazim li lêkolîna mamoste Elî zêde bikim ku rojnameya AVESTA hîn di înternêtê de tê weşandin. Hêvîdar im ku mamoste Elî Cefer giringiya înternêtê û weşanên wê nas kiri be û di lêkolîneke dî de ji bîr neke. Têbînî: Ji bo xweştir nasîna kovara “Nivîs” ya înternêtî, li malpera Amûde (www.amude.de) an jî yekser li navnîşana jêrîn vegere: www.amude.de/nivis |