Şano
Şînwar BrahîmBirê yekêCî – Malek ji malên cotkarekî kurd e. Xanî ji kelpîçan, pûş û mirdiyaqan e. Binceha rûdana bûyerê, odakê û sê dergehên odê hene. Dergehê Bakur li panava pişt xanî dinêre. Dergehê Başûr bi ser hewşê ve ye û dergehê sisiyê diçe xizînekê (kîlerê). Rêxistina odê – Tejikek ji paçikên hema reng li rastê û çend balîfên gulgulî li hawîrdor belav in. Di dîwarê Rojavayê odê de, du kulekên biçûk hene û kulînek ji sê nigên kelpîçî û bi sê mirdiyaqên riziyayî di dîwarê Rojhilatê odê de ye. Li ser kulînê çend mitêlên rengareng û ji hev belawela hatine danîn. Bi dîwarekî odê ve çirayek li ser çirîdankê û hawir dora çirê rijdûkelê reş bûye. Qewlikek tevlî kildank û derziyan û baqek sinbilên ku ji Havînê de maye, bi ser qewlik de serjêr bûye. Li qorzîka ber derî jî kûzekî avê heye. Kesên Şanoger Bav: Hemo, temen 50 sal Dê: Zînê, temen 43 sal Lawê mezin: Ciwan, temen 23 sal Keçik: Cîhan, temen 18 sal Lawê biçûk: Civan, temen 12 sal Noker: Simo, temen 55 sal Yên gundî… Şano vedibe. Ciwan û Cîhan li ser tejîkê rûniştîne, Ciwan ji xwîşka xwe re nivîseke zanistî şirove dike. Piştî evê şirovekirinê Ciwan verêjê digre û dide destê Cîhanê. Cîhan jî vê re radibe û verêjê dike kulekê û bi lez vedigere û ji Ciwên dipirse: – Ciwan, Simo ji bavê me çi dixweze? Ciwan: Nizanim. Lê tiştê ku ez zanim, bavê min jê nexweş e. Cîhan: Niha bavê me dê bê, emê jê bipirsin. [Ji dergehê Bakur ve Hemo derbasî odê dibe. Buxçka xwarinê li rexekî datîne û çakêtê xwe ji xwe dike û dide dest Cîhanê. Helbet Hemo ji kar westiya ye û berê xwe dide Cîhan] Hemo : Cîhan, keça min, ma ka diya te bi ku ve çû ye? Cîhan : Dayika min çûye çêlekê êm bide. Ez herim gazî dayika xwe bikim, bavo? Hemo : Na, keça min, tu ka pîyaneke av bide bavê xwe, ez gelekî tî bûme. Cîhan : Bila, bavo. Cîhan [Cîhan ji kûzê avê pîyanê dadigre û tîne ji bavê xwe re. Hemo hêj avê vedixwe]: Bavo, ev simo… Hemo [Gava ku ew navê Simo dibihîse, av di ber de dimîne û radibe ser xwe]: Simo, keça min? Cîhan : Belê, bavo, Simo. Ev sê carên wî ye ku pirsa te dike. Ma wî çi ji te divêt, bavo? Hemo : Ev sê carên wî ye li min dipirse? Nizanim ev kûçik ji min çi dixweze! Ciwan : Gelo çima ewqas ji Simo nexweşî, bavo! Hemo [bi hers]: Kurê min, kesên wisa divêt di nav me de nemînin, divêt bêne kuştin, bêne perçiqandin. Ên wisa divêt li ser rûkê cîhanê nemînin… Ciwan û Cîhan [bi hev re]: Bo çi, bavo? Hemo tê ku bipeyive ringînî bi derî dikeve û vê re Civan [bihêrs] derbasî hindir dibe û pirtûkên xwe li qadê dide, dike girî û dibêje. Civan : Ez êdî naçim fêrgehê, bavo. Ez naçim Hemo : Çima, kurê min? [û berew Civan dihere] Civan : Bavo, her ku ez diherim fêrgehê, mamosteyê min li min dixe. Hemo : Qey tu guh nadî dersên xwe, kurê min, ji ber evê yekê li te dixe. Civan [bi girî]: Erê bi zimanê erebî pirsa ji min dike. Belê ez di zimanê erebî nagihêm. Vêca mamoste li min dixe, û bera min dide. Ez êdî nema diçim… ez nema diçim fêrgehê. Ciwan radihêje pirtûkan ji qadê û berew Civan dihere û destê xwe dihavêje ser milên wî û bi pêş ve diçin. Ciwan: Na, na, kekocan, na. Divê tu, divêt tu biçî fêrgehê. Ev roj, roja xwendin û zanistiyê ye... Ji bo me xwendin divêt, kekocan! Emê lêxistinê jî bixwin, emê stemê jî bibînin, belê em ji xwendinê nagerin. Çunkî tiştên ku em dixwazin, heger ne bi xwendinê be, tu caran em nagehên armanca xwe, divêt em bixwînin, divêt em berxwedanê bikin! Bi paş ve vedigerin û li ser tejikekê bi bêdengî rûdinin. Piştî bêhnekê, Zînê [satilek av di dest de û serê wê di ber de] derbasî hundir dibe. Zînê: Xwedê mala stemê birûxêne ku hêj rojeke xweş me ne diye. Piştî ku satila xwe datîne û vedigere hundir, çawa çav li Hemo dikeve, diçe radiweste. Zînê: Mandî nebî, Hemo. Hemo: Sipas Zînê.. Zînê: Niha tu gelekî birçî bû yî ne ?.. Hemo: Erê bi Xwedê, ez gelekî birçî bûme. Zînê diçe xizînekê û ligel çûna wê dengê dergehî têt. Hemo: Binere bê kî li dergehî dixe, keça min. Cîhan diçe û derî vedike. Cîhan: Simo!!. Hemo: Kî ye, keça min? Cîhan: Simo ye, bavo. Hemo [radibe ser xwe]: Simo ye, bila derbas be. Simo: Çaxa we bi xêr! Hemo [bi sarî]: Ser çavan. Simo: Hemo, eve bû sê car ez tême mala we, ma tu li kû bû yî lo?!.. Hemo: Ma tu nizanî ez li kû me, Simo? Ez li nav zeviyê bûm. Simo [bi ken]: Tu li nav zeviyê bûyî, li nav zevîyê te çi dikir, Hemo? Hemo: Ma ezê çi bikim, Simo? Min genimê xwe diçand. Simo [bi ken]: Te genimê xwe diçand! Ma tu bawer dikî ku tê ji genimê xwe bixwî? Hemo: Çima? Ma çi çê bûye? Simo [radibe û li ser nigan pîyasî dike]: Na, na tê bixwî! Na, na te jê xwar!…[bi ken] Hemo, doh du leşker hatin gund û gotin; ji niha û heta siba divêt yek ji we li gund nemîne… gotin. Hemo: Ev çi gotin in tu dibêjî, simo? Ev tişt kengî çê bûye? Ciwan [bi hêrs]: Ma emê bi kû ve herin, Simo? Ciwan hêrişî wî dike. Simo [bi hers]: Ezê we bişewtînim. Çi mirovnî hov in evna. [û derdiçe] Ciwan dixweze bide dû Simo lê bavê wî nahêle. Hemo: Bihêle, kurê min, kûçikên wisa ne hêja ne ku mirov destê xwe bi wan bike. Dengê Hemo dihere simo. Simo di derî de bersiva Hemo dide. Simo: Hey waaa! Lawo, heger hûn ji min bawer nakin, werin bi çavên xwe bibînin. Hemo: Tu caran gotinên rast ji devê te der nakevin, ji bilî gotinên çewt pê ve… Hemo û yên mayî yek bi yek li dû Simo, ji cano der dikevin. Zînê, tepsiya xwarinê bi dest de derbasî şanoyê dibe, dibîne ku kesek li hundir nemaye. Bi şûn de vedigere xizînekê û Zînê: Her gav karê Hemo ev e, her ku ez xwarinê tînim, Hemo winda ye! * * * * * Birê didiwê Cî – Panava gund. Li panava gund tê xuyakirin ku di nîva gorepanê de çaleke kevnare, ku ji gemara gundiyan dagirtiye, xuya dikir. Li kêleka çalê jî berekî mezin ku nîva wî kort e. Xuya dikir ku jibo avdana pezî dihat bikaranîn. Li rojavayê gorepanê haletekî cotkirinê hebû. Gundiyan yek bi yek (pîr, kal, biçûk û mezin), buxçikên wan bi dest wan de, li panava gund kom dibin. Tişt û miştên wan li gorepanê ji hev bela-wela bûne. Hinek ji gundiyan li dora çalê û hinek jî li ser xaniyê kavilbûyî rûniştine. Çend zarok jî li ser haletê cot ji xwe re dileyizin. Xelkên gund, cil û bergên xwe li xwe kirine û liser…çûnê ne. Bêyî ku guhdariya hev bikin, her yek ji layê xwe de dipeyive. Ji nişke ve gundî hemî pêkve şemata xwe dirawestînin û bi hev re: Yên gundî : A wa Simo hat. Niha ew dizane kengî emê bi rê kevin. Gava ku Simo digihe cem gundiyan, gelek serbilind e; şûr sinbêlên wî nabire. Ew ber bi gundiyan ve diçe û ji nişke ve dizivire ser Hemo û bi kenekî kirêt û bilind: Simo: De vêja bibîne, Hemo, gava ku mirov ya rastî ji we re dibêje, hûn ji mirov bawer nakin. Di vê gavê de Hemo bi awireke tund li Simo dinêre û bi herdu destan wî ji pêşiya xwe dide rexekî (bi xeyd) û ber bi pêş ve, berve gundiyan dihere. Yek bi yek li gundiyan dinêre. Kîjan gundiyê ku bi awira Hemo dikeve, berê xwe diguhêre, yan jî serê xwe pêl dike. Hemo: Ma qey hûn dîn bûne, gundîno, ku hûn gundê xwe berdin. Ma hûn dê bi kû ve biçin?! Ma hûn nizanin ku ev ax axa me ye. Ji hezarên salan de ye ku bav û kalên me li ser vê axê jiyane, û dijî bi hezaran êrişên kirêt ên dirinde bi xwîna xwe berevaniya vê xaka xwe ya pîroz kirine. Vêca çawa bi biryareke van kesên dirind, wisa bi sanahî emê xaka xwe ya pîroz berdin û bi çolan kevin. Gundî hemî bêdeng in. Kesekî ku piştevaniya peyvên hemo bike der nakeve. Di wê gavê de Hemo serê xwe bera ber xwe dide û yek libên rondikan ji qorzîkên çavên wî têne der. Ew berve xanîkê kavilbûyî dice, bi herdu çongan xwe bera ser qadê dide û, herdu destên wî li hewa, xwe bi ser axê de ditewîne. Hemo maweya bêhnekê, rûyê wî di axê de û hinek ax di destên wî de, wisa bêdeng radiweste. Paşê, kulmeke axê di dest wî de, bi nermî serê xwe radike û... Hemo: Emê vê xaka pîroz ji kê re bihêlin?! [Hemo hêzê dide xwe û berve Silo dice] Silo, ma bi vê pîrbîna xwe tê bi kû ve herî?! Û vê qada hemî berhem û vê gova mezin ma tê ji kê re bihêlî, Silo?! Hemo [gav bi gav berve Sîno dice]: Tu, Sîno, ma tê bi kû ve biçî? Van bax û baxçana, van mêrg û kaniyana tê ji kê re bihêlî?! Vê xaka têr û bi bêr, ku te jîyana xwe li ser kirîye, tê çawa bihêlî û bi welatê biyaniyan kevî, Sîno?! Sîno jî bêdeng serê xwe pêl dike. Hemo berê xwe dide Fatê… û tu Fatê, ma tê bi kû ve herî ?! Vî rezê ku te bi xwîna xwe avdayî ma tê ji kê re bihêlî, Fatê?! Ev rezê ku her mêwek dîrokekê dibêje [ji xwe re û ji tevan re] hûnê ji kê re bihêlin, van xan û govana, van zevî û rezana, vê qada têr, vê xaka zêr…? [kelogirî dibe] Simo: Bes e, Hemo, bes e! Êdî tu ji gundiyan tu çi dixwazî, te çi divêt ji milet? Bila herin, qeser û qonaxên xweş li bendê wan in. Bihêle bila bi riya xwe ve herin. Edî bes e ji te re, Hemo! Hemo [bi hêrs ji gundiyan re]: Ez dizanim bê kî van gotinên vala dixe serê we. Lê xwediyê van gotinan divêt bête kuştin... û bilez ber bi Çeto ve dihere, gopalê wî yê ser bi kupik ji destê wî derdixe û êrişê dibe Simo û ... Hemo: Ên mîna vî nokerî divêt di nav me de nemînin, divêt bêne kuştin...Ên mîna te si... [Di wê gavê de Simo berê şeşbera xwe daye Hemo û diteqîne. Hemo dikeve xwar... Di nav gundiyan de şemate dest pê dike] Gundî [bi hev re]: Hemo hat kuştin... Hemo hat kuştin… Gundiyek: Hey gidî dûvelankê dijmin, Simo… bê çawa te Hemo kuşt... Di wê gavê de Zînê dikeve şanoyê û diqîre.. Zînê: Kê tu kuşt, Hemo... kê mala xwe rûxand?! Hemo [bi hilma teng]: Meke girî, Zînê... Meke girî… Tembiya min li te be. Zînê, hûnê tu caran gundê xwe ber ne din, ger te û sê zarokên te bi saxî jî veşêrin... û ku Ciwan hat jê re bêje: heta yên wekî Simo di nav me de he... bin... dê... halê... me... ev... Zînê [pirgiryan]: Min dizanî ku tê bêyî kuştin, Hemo… Min dizanî tê cotê zeviya xwe nîvçî bihêlî… Di wê gavê de Ciwan, Cîhan, Civan û çend keç û xortên gundî yên nûhatî derbasî şanoyê dibin. Zînê radibe ser xwe, ber bi wan ve diçe û... Zînê: Ciwan, Civan… Hemo kuştin... Bavê we kuştin... (û paşê bi du destan her du sermilkên Cîhanê digre û serê xwe datîne ser sînga wê) Ligel keç û xortan Cîhan dayka xwe radike û berve termê Hemo re wane dibin. Keç û xort hemî qalafiskan radiwestin. Civan serê bavê xwe datîne ser milên xwe. Cîhan jî şerpa serê xwe vedike û rûyê Hemo dinixumîne. Zînê li ser giryê xwe berdewam e. Ciwan radibe serxwe û hemî keç û xort vê re radibin. Ciwan: Na, dayê, na. Li ser bavê me meke girî. Li ser ên wekî Hemo, divêt meriv tu caran neke girî. Bi yên wekî Hemo, divêt meriv tim serbilind be. Hemo pakrewanê miletekî ye. Ew di ber axa xwe de, di ber welatê xwe de bi serbilindî hatiye kuştin. Cîhan: Here, dayê, yên wekî bavê me dê di dergehê fireh ê dîrokê re derbas bin. Ewê dîrok bi zêr navê wan li ser rûpelên xwe binivîse. Hemo ne hatiye kuştin: Hemo ez im. Hemo tu yî. Hemo em in. Hemo hûn in… Zînê [bi hêrs berê xwe dide cemawer]: Heger piçek namûs û şeref hebe, hûn dev ji gundê xwe ber nadin, û heger peya di nav we de hebûna, di nav we hemiyan de Hemo ne dihat kuştin… Ma kê Hemo kuşt?! Cîhan: Yê ku Hemo kuşt, dayê, ez im… tu yî… hûn in, em hemî ne. Heta em wisa ji hev belav û ne yekdest bin, wê rojê deh caran Hemo bête kuştin. [Cîhan ji ser term berve gundiyan diçe û bang dike] Ho gundîno, careke tenê, bes careke tenê, hûnê li vê cîhanê mêze bikin… Li Kubayê, li Wiyêtnamê…Dijmin bi tang û zerîpoşan di ser termên wan re derbas dibûn, lê wan welatê xwe ber ne da, gundên xwe ber ne dan… Bes e êdî, heta kengî emê wisa bêdeng û belengaz bin, heta kengî emê wisa ji hevketî û belav bin?! Ciwan [bi dengekî nerm]: Gundîno, birano, careke tenê li dora xwe binêrin û bibînin ku çawa xefk û têl li dora we hatine çandin, bê çi siyaset li ser we tête lîstin. Li dora xwe binêrin û bibînin, bê li welatê me çi dibe, dijmin ne di xema me de ye ku qonaxan ji me re ava bike. Li dîroka wî ya reş binêrin û bibînin, bê çawa ji hezarên salan de destên xwe yên bi qirêj û gemar ji xwîna mirovên me sor kiriye: Dêrsim, Mihabad, Keladiz, Zêwe û bi hezaran gund û bajêrên me. Ma we çi zû ji bîr kir? Gundîno, dijmin ne ku dilşewatê me ye; ew xweşiya ku li ser dipeyive, ji bona perçekirina me her yek ji me ewê bibe çiyayek di gundê xwe de û tu caran gundê xwe ber nade. Xortek: Gundîno, daxwaza dijmin ne bes daxwaza derketina ji gundekî ye; daxwaza dijmin ji vê yekê bi gelekî mestir û kûrtir e. Birano, baş bizanin ku dijiminê me ne ewqas xeşîm e; ramana wî kûr û dûr e, raman û daxwaza dijmin guhartina dîrokê ye, divêt em vê yekê baş zani bin. Ev raman û daxwaz ne ji îro de ye, belê ji sedsalan de ye – ji yawizê osmanî heta bigihêje Sedamê Tekrîtî – ev raman û ev daxwaza wan dom dike, lê em û hemî kes bila baş zani bin, bê dîrok çawa hatiye ewê wisa li ser rêka xwe berdewam be. Kesekî ew şiyan nîne ku kari be berê dîrokê biguhêre. Ji destpêka jiyanê û hetanî roja me, ev xaka bi kurdî peyiviye û heta heta ewê bi kurdî bipeyive. Gundiyek: Û heger leşker bên û me ji gund derxin, vêca emê kari bin çi bikin? Keçikek: Gava leşker hatin, emê hemî pêkve rabin. Gava milet rabe ma leşker çi ye ?! Civan: Metirsin, gundîno, mirin carekê ye. Wê carê jî bila mirov di ber namûs û şerefa xwe de, di ber axa welatê xwe de bimre; mîna Seyid Riza, Leyla Qasim, Qadî Mihemed û bi hezaran lehengên bê nav. Gundî [bihev re]: Ka we çi ji me divêt, emê bikin. Ciwan: Em tiştekî ji we naxwazin, lê ka bo me bêjin; hûn ji me çi dixwazin? Gundî: Me divêt em di gundê xwe de bin. Xortek: Bi elendê re emê hemî biçin nav zeviyan û emê dest bi karê xwe yê rojane bikin. Heger leşker hatin emê jî berxwedana xwe bikin, bila genimê me careke dî bi xwîna me gundiyan bi pîtên zêrîn binîvise… Hemû bi hev re: De ka careke dî em axa welatê xwe bi xwîna pakrewanên xwe bixemilînin. Hemû bi hev re termê hemo radikin û bi hev re sirûda “herne pêş” dibêjin û berve goristanê rewanê dibin. Jinik dilîlînin û PERDE. |