Pênûs

Kovreke rewşenbîrî giştî ye

Veger naverokê                               | Pênûs 11   | Havîn 2002                                          Efrin.net

Emerîka, Îraq, hêrîş…

û hey lo!

Şahînê Bekirê soreklî

Dîsan ji bo pispor û nepisporan, zana û nezanan, şareza û marezanan bûye fersend.  Radyo, televizyon, rojname, kovar, înternêt û bername-mername hemî li dû pisporan in û pirsa germ, pirsa bi agir û pêt, pirsa ku ev bûn 6 meh û zêde serê me xwariye dubare û şanzdehbare û dusedbare dibe:  Gelo, Emerîka hêrîşê bibe ser Îraqê... û gelo çi bibe... û gelo çi nebe... û gelo û gelo û gelo…!  Komik û rêxistin-mêxistin û berpirsiyar û axifger û nûner û berdevk-merdevk ji mîkrefonekê diçin mîkrefonekê û heta hinên ku ne dizanin biaxifin û bi rastî mirov ne dizane çi dibêjine jî bîr û baweriya xwe bi dengên xwe yên zelal yan nezelal xistine guhan, xwediyên guhan bixwazin yan nexwazin, di wan bigihên yan negihên. Belê bûye mewsima bihareke bi baran ji bo mîdyaya giştî û pispor-misporan.

Heman sêlika salên 1990-î û 91-ê, dubare dibe, wek sêlikine hunermendine ku li dû mirina wan îcar bi riya CD û stêryo tên weşandin û firotin. Tê bîra min çawa ber cîhgirtina Şerê Kendavê du kesên ku wek pisporên siyaseta Rojhilata Navîn li Australya dihatin hesibandin ji dezgeheke televizyonê direviyan yeke din, ji mîkrefonekê dibeziyan yeke din û hevpeyvîn li dû hevpeyvînê… Tê bîra min ku çawa wan di dezgeheke televizyonî de, her yekî şiveke dirêj di dest de, raberî me temaşevanên bi meraq dikirin, “ha li vir bi sed hezaran ereb dê rabin xwepêşandanan û ha li vî welatî dê hêrîş berjewendiyên emerikî bikin û ha li vê dera han bi milyonan musilman dê mala Emerîka wêran bikin…” û herweha û herweha û herweha.  Şerê kendavê hat û çû û em hemî dizanin çawa bi serî bû û encam çi bûn, yan gelo me ji bîr kiriye?!

Bi dîtina min George W. Bush bi xwe jî 100 ji sedî nizane ka dê çi bibe û kengî û çawa.  Bêguman ew li benda raportên ji gelek aliyan e û bêguman cihgirtin yan cihnegirtina hêrîşeke li dij rejîma Sedam Husên bi gelek pirs û pirsgirêkan ve girêdayî ye; ji rewşa ekonomî ya DYE bigir ta peywendiyên Waşington yên navneteweyî, ji rewşa di navbera Ereban û Cihûyan de bigir ta rewşa muxalefeta îraqî û ji şûn û şêweya bicihkirina hêzên emerikî bigir ta pirsên ku xwe bi damezirandina hukûmeteke li dû ya Sedam Husên ve girê didin. 

Dema hukûmeta emerikî ji bo hêrîşê amade be ewê lêxe.  Kî çi dibêje, bila bibêje.  Emerîka pêdivî bi alîkariya kesekî niye.  Ji bo Waşington tenê du tişt grîng in:  1)  Ta gengaz e bila leşgerekî tenê jî ji hêzên emerikî neyê kujtin û 2) ta gengaz e bila hejmara miriyên medenî di nav îraqiyan de nizim be.  Baş diyar e ku serokê Îraqê ji Şerê Kendavê fêrî dersekê bûye û dê ji bo şerê nû, heke cih bigire, hêz û alavên xwe yên leşgerî dernexe çolê.  Wisa tê texmînkirin ku ewê hêzên xwe îcar di bajaran de bihêle.  Bêguman ewê hêzên leşgerî di nav gel de belav bike da ku nehêlin ew dest bi serhildanê bikin, lê hêzên taybet dê di bajaran de bimînin.  Kiryareke wisa dê hejmara mirî û birîndarên medenî bilindtir bike.  Serokê Îraqê dê vê yekê ji bo propagandaya li dij DYE, hem di nav civatên erebî û îslamî de, hem jî di nav civatên Rojavayî de, bi riya televizyonê bi kar bîne.  Pirsa din ya li berjewendiya Sedam Husên ew e ku karbidestiyeke kari be li Îraqê tevjiyana bi aramî misoger bike û hukûmeteke ji ya wî baştir bîne holê ne xuya ye.  Heke ev asteng nebûna, girtina Îraqê dê ji bo hêzên emerikî ne çi kêşe bûya.

Hin biyaniyên nîvpispor û heta hin rojnamevanên ter wisa dizanin ku xelkê Îraqê ji serokê xwe pir hez dike.  Dema ew xwepêşandanên mezin yên bi wêneyên Sedam dagirtî di televizyonê de dibînin, dibêjin:  “Wah, ha seyr bikin, çiqas ji serokê xwe hez dikin!”  Wisa diyar e ku Mosîlîniyê Îtalya, Çawçêskoyê Romanya, Enwer Xoceyê Albanya û Pol Potê Kambodya ji bîra wan çûne. Di rojên jidayikbûna wan de jî bi milyonan kes alên rengîn radikirin û diqîriyan: “Bijî serok.”.  Lê dû re çi bû?  Dîrok baş diyar dike.  Wê rojê rojnamevanekî navdar digot: “Heke Emerîka hêrîş bike, hêzên wê dê li Îraqê têkevin dehfê. Gelê Sedam Husên dê ber xwe bide û wî biparêze.”.  Min gotê: “Li gor min, dema gelê Îraqê bizani be ku dawiya wî hatiye, çend xizm û peyayên wî ne tê de, bi milyonan hemwelatî dê bi heft destmalan rabin dîlanê.”  Rojnamevanê delal bi gotina min mat ma, lê êdî nizanim dîtina xwe guharti be yan na.  Tew hinek dibêjin “Îraq dê ji bo hêzên emerikî bibe Viyetnameke din”.  Bi rastî tiştekî seyr e. Mirov mat dimîne.  Ma, gelo, ewqas zû ji bîra wan çûye ku heta bi endamên hêzên îraqî be, bi hezaran ji wan li Erebistana Seûdî mafê penaberiyê li welatên din xwastin û nema vegeriyan Îraqê.

Serdar û berpirsiyarên gelek dewlet û rêxistinan jî gotina rast li aliyekî hîştine.  Hinek ji wan, lo heta bi Îranê be, hêstirên germ dibarînin û parastina Îraqa cîran, Îraqa dirawsê, Îraqa erebî û Îraqa musilman “dixwazin”. Lê di bin maseyê de her yek ji bo xwe û berjewendiya hukûmet û rêxistina xwe tevdîran amade dike. Gelo, kî rast dixwaze desthilatdariya Sedam Husên û rejîma wî biparêze? Dewleta îranî, ya sûrî, ya urdunî, ya seûdî, ya lubnanî, lê ya lîbî; lê gelo Îndonêzya yan Malêzya?  Heye ku Rûsistan û Çîn ji hemiyan bêtir parastina wî bixwazin, ew jî ji bo deynên wan yên li Bexdadê. Belê, belê, birêz Ecevîtê ku bi salan e ji dest nehatiye der ku welatê xwe ji buhranên (kirîzên) siyasî û aborî rizgar bike jî hêstiran dibarîne, lê ne li ser Sedam Husên; tenê ji ber wê yekê ku ditirse di encama têkçûna rejîma wî hêkeke zêrîn di dest Kurdan jî keve. Heta bi vê yekê jî, ew ji bo parastina şûna xwe di hukûmetê de bi kar dihîne.  Dîsa jî, dewleta tirk ji derve de li ser cîrana xwe digirî, lê di bin maseyê de bi Waşington re bazarê dike ka para Enqereyê dê çi be. Gelek welatên din jî kêm-zêde ji derve de li dij hêrîşê ne, lê di rastiyê de di bazara ligel Waşington de berdewam in. Welatên Yekîtiya Ewropayê, li milê din, ne dixwazin DYE bi carekê de li xwe hêrs bikin, ne jî dixwazin wê yekê raber bikin ku hevsarê wan di dest waşingtonê de ye. Ya rast, hejmareke ji siyasetmedarên welatên wek Firansa û Almaniya di bingehê de (di veşartiyê de) xwediyên wan ramanan in ku navêt DYE li cîhanê superhêza tek û bitenê bimîne.  Ew hêvîdar in ku, di paşerojeke ne ewqas dûr de, Ewropa jî bibe superhêz. Ta wê rojê Yekîtiya Ewropayê dê wê bizavê bike ku ji metoda emerikî ya bikaranîna ço sûdê bigire û tiştên xwe bifroşe welatên li dij Waşington. Nayê veşartin ku heta bi serdarine leşgerî yên hêza NATO be ji mêj ve ji Waşington bi gazinc in, ji ber ku ew (DYE), bêyî ku haydariyeke bi rêkûpêk bide pêşniyazên ên ewropî, her ya dixwaze dike.

Bi dîtina min, di vê şanoya melodramayî ya kenandin û girîkirinê de PDK û YNK riyeke durist girtine, bi kêmasî ta nuha.  Li gor alîne kurdî, heke rêxistinên wek Ensarul Îslam û KADEK, a ku ji PKK mayî, li pêş wan nebin egerên afirandina kêşeyan, heye ku ji vê fersenda dîrokî tiştek bi dest Kurdên Başûr keve, qe nebe xwebirêvebiriya di nav herêmeke federal de, heye ku tew Kerkûk jî di nav de be. Lê dîsan jî mirov ditirse ku PDK û YNK, yan yek ji wan, têkeve bin bandora aliyekî yan alîne din û siyaseta wan ya derve ji hev cuda bibe. Em hêvî bikin ku wisa nebe, çimkî encameke wisa dê ziyaneke mezin bigihîne ne tenê herdu rêxistinan, lê tevahiya Kurdan, bi taybetî Başûrê Kurdistanê.

Tu dibêjî qey ev teqereqa ku pesta xwînê li nik mirovî radike têrê nake, bi ser de mîdyaya cîhanî axiftinên serokê Îraqê ji Erebî werdigerînin Înglizî. Tew beşine ji mîdya gotinên wî îjdil jî digirin. Camêrî xema felekê jî nakişîne û wisa bi hêsanî dibêje ku gelê Îraqê dê hêrîşa emerikî bide rawestandin, û serkeftin dê ya wan be.   Wezîrê wî yê peywendiyên derve, li milê din, dibêje rojnameyeke qeterî “heta Emerîka 25 milyon hemwelatiyên Îraqê nekuje, nikare destê xwe bigihîne tayekî ji porê serok Sedam jî”. De mirov çi bibêje?! Dema şerm li cem hinan nemîne, ew dikarin her tiştî bikin û her gotinê bînin ser lêvan. Û ev jî têrê nake. Serdarine Muxalefeta îraqî, Ehmed Çelebî û Celal Talabanî jî di nav de, careke din li Waşingtonê ne. Nizanim ev kombûna çendê ye. Gelo, îcar tiştekî nû cih girti be? kes nizane, lê bi gotina beşdarên ji muxalefeta îraqî “Emerîka îcar bêtir îjdil (cedî) bû”. 

Kêşe ew e ku mirov neçar e çêra van bûyeran, evên ku bi sedan rojname û dezgehên mîdyayê roj bi roj xwe têkilî wan dikin û ewên ku wek “deng û bas” tên binavkirin, bike; û divêt mirov, wek karmendekî di mîdya de, tew bi ceddî jî çêra van bûyeran bike, bi taybetî ji ber ku her kes çêra wan dike. Lê aliyê durist di mirovî de şerm dike: yekem, ji ber ku ew bi xwe piraniya van nûçeyan wek nû yan girîng nabîne; û duyem,  ji ber ku mirov naxwaze bi guhdar û xwendevanên xwe bikene, ku beşekî mezin ji wan agahdarkirinê ji te çaverê dikin.  Nûçe, yan deng û bas, xwebêja cihgirtina bûyereke nû didin. Ji bo min ev şanoya melodramayî, ya ku ev demeke rojane dubare dibe, tiştekî ewqas nû raberî me nake.

Mixabin li vir ranaweste. Teqereq dê bi hefteyan bidomîne, heye ku bi mehan.  Serok, wezîr û axifgerên dewletan; nûnerên rêxistinên mafên mirovan, bîşop (keşe), mele û rabinên sînagogan; rengsor, rengşîn, rengsoravîn û rengreşên cîhana me; gewande, xwepêşander û protêstogerên rengrengîn û “bijî” û “bimire” û “ellahû ekber” û “merg bo Emrîka û Israîl” û nizanim çi û çi û çi dê me, rebenên ku bûne kêvciyên vê sewdayê, hîn pir gêj bikin. Serê me dê hîn pir bêşe, ta ku qedera “Bavê Uddey” dibe xewan. Di navberê de roj roja pispor-misporan e; cejna mîdyaya herêmî, neteweyî, navneteweyî û kolanî ye. 

De hey lo, siwarê hespê sipî,

rêberê dayika cengano,

Bavê Uddeyo hey lo! 

Koşka George W. Bush yeke dûr e

lê hêza di dest de mezin û stûr e;

bila ji bîra te neçe Kurdan ji mêj ve gotî:

Dunya ji kesekî re namîne

Çerxa felekê geh li  jêr û geh li jor e.

 

10/08/2002

 

Veger