AX, JI KERBÊ MÊREKÎ!Qado Sêrîn– Xwedêyo…ma min çûkên te peritandi bûn, te ev anî serê min. Bawer bike nema diqede, li halê min jî piçekî bimeyzêne, yên di binya min re mêr kirin û zarokê wan yê mezin bûye bi dirêjbûna min. Ez di mala bavê xwe de mîna pîrejinekê pîr bûm. Bi van gotinan Narîn heroj yazdeh caran berzûrî xweda dibû û her carê jî berzûriya xwe bi kufe-kuf û axîn bi dawî dikir: – îro jî çû û kesî ez ne xwestim. Yê min jî, ne xwazî bi wê roja min ew nas kirb – di jiyana min de rojeke reş bû û qet ji bîra min naçe. Rojinan ji min re mîna bûkeke lastîkî bû, hingî xweşik û bedew û lihev hatî bû. Lêvên xwe mîna kulîka Nîsanê sor dikirin, hinarkên rûyê xwe dikirin mîna pelên gulên di navbera Derya Wanê û Sîpanê Xelatê de û porê xwe mîna Birca Eyvil dikir, da ku piçekî di çavên meriyan de dirêj bibe. Dema min ew wisa xweşik û bedew didît min jê dipirsî: Van rojan tu ne îş weşik î. Çi bela te ye?! Di bin çavan re bi kêlekekê û bi kenekî lib-libî li min vedigerand: – weşa şeşa ji min re dibêje van rojan wê xortek bê te bi xwaze û bi rastî jî berî sê-çar rojan min di xewde dît ez bûk bûm lê bê berbû û kilîl û zave. Carnan jî min ew didît dilê min dixeliya û nava min li hev diket, dilê min ji keçkên Cîhanê tevan dixeliya û sar dibû; min dê, xwîşk û cînara xwe ya xweşik ji bîr dikirin û kirêt didîtin. Wê gavê min dixwast ez tune bama, gornebaşekî li nav mezelan bama yan jî bi carekê ne hati bama cîhanê. Lê dara xwaziyan ber nagre, bi madeyekî tirş û tal, bê ku ez lê bimeyzênim, min jê dipirsî: – Ka qey weşa şeşa derew kir...Te îca çima xwe kiriye mîna pîrhebokekê? Ku mera ew di vê rewşê de bikira meymûna sersalê, mera dê çewalek pere bida hev. Wê jî wisa ne diwêrî bû li celd û kolanan bimeşiya, çimkî zarokan didan pey û tinazên xwe pê dikirin, wekû çawa bi dînan bikin û wisa digotin: – Dêhnê… Dêhnê... Dêhnê...Ji kerbê mêrekî re dêhn bûye… Hêlekê... Hêlekê... Bi girûpan zarokan didan pey ta ku ew dixistin mala bavê wê. Ji lez û bezan çîmkên wê, yên mîna darkên qewsikan, li hev diketin û diherbilî. Ta ku digihîşte mal sê-çar caran dikulmişî û diket, dibû bi herî, dibû bi toz û terabêlk da ji zarokan rêzgar bibe û bighêje mal, lê zarokan dev jê ne diqeryan. Narîn jî têra xwe nezan bû, ji kerbê mêrekî re miri bû û tu xebata hêja ji bo hêviya xwe, ya ku ji bo wê ranediza, ne dikir. Tu awa ligel wê nebû ku xwe di hustê xortekî re ke û xwe jê re bike jin û bermalî. Di dema dawî de bi awayekî pêşketî û şaristanî xwast ku mêrê pêşerojê bibîne: rahişti bû bihîstoka telefonê û hema wisa li numrakê dabû... Ev nebû yê din… yê din nebû yê dinê din… – Ma çawa çê bû? Ma xela mêra ye? Weleh kes di mala bavê xwe de wisa ne maye, hema ev bextreşî bi serê min pepûkê de teqiya, çi nîska min fûriya û girara min rijiya. Carekê na belê gelek caran Narîn û xortekî ji yên ku şansê wî hebû ku pêşwaziya telefona wê bike civan li ba mizgeftê yan li gulîstanê yan li ba peyker didan hev, bi xewnên şeva jî hevdu ne dîtine. Xort neh-deh caran di ber re diborî, diçû û dihat û carnan jî milê wî li yê wê diket lê ew nas ne dikir. Demeke baş herdû li wira radiwestiyan, dawî herdû polî poşman pişta hustên xwe dixurandin û vedigeriyan mal. Narînê bawer ne dikir çawa bigihêje mal û ji ber bextê xwe yê reş dest bi girî bike. Hêstirên wê wek ba û baranê dihatin xwar, çimkî xort ew nas ne kir yan jî çima ne hat ser soza xwe. Kiyê din di şûna xort de bûya, ew nas ne dikir. Ma xort dê çawa wê nas bike, gava wê di telefonê de wisa pesnê xwe dabû: – Ez dirêj û lihevhatî me, gelek xweşik û bedew im, porê min bi ser zer ve diçe û ez gewr im, lêvtenik û enîgeş im, devliken û xwînşêrîn im, meşa min qitikî ye, rawestana min ya baz e, wek mûmê şewq û nûr ji rûyê min difûre. Çawa dê bigihêjin hevdu û wê xwe di telefonê de ji Brok Şîldiz xweşik û bedewtir kiri bû? Hêvî û daxwaza wê ku bi lez mêrekî di ber xwe de li ser nivîna xewê bibîne, mêr qelyan, nebedî bûn, gura xwarin. “Ma hema bextreşî bi ser serê min pepûkê de rijiya”. Lê Şerînê jî, ligel ku dibistana bilind jî kuta kiriye, hîn mêr ne kiriye. Gelekên weke wê, hingî bi tir û paye û pozbilind in, di mala bavê xwe de mane. Narînê gelek caran hêvî dikir ku berî dused-sêsed salî bihata dunyê, wê demê keç çawa bûya di mala bavê xwe de bê mêr ne dima: ku keçeke xwe ye din didan mêr, roja guhastina wê ya bêmêrmayî bi berbûwan re bi rê dikirin û wisa keçên xwe yên bêmêrmayî didan mêr. Gelek caran bêhneke kûr dikişand û bi kufînî berdida, serê xwe dixist defa sênga xwe û dipojinî, pê re di nava xwe de digot: – Seh kurê sehan bû yê ku fermana mêrkirinê xiste destê mêran. Gelek xewnên wê ên gulgulî hebûn: zarokên wê çê dibûn û bi germayî hembêz dikirin, bi wan şa dibe, bi şev û roj bi wan re dilîze û bêjimar wan diramîsîne. Nuha, piştî ku hemû xewnên wê vemirîn, roj bi roj xera dibe û bi bûkên lastîkî re dilîze û şa dibe, çêrok û serpêhatiyan ji wan re dibêje û bi wan re daxive, tebatî qet lê tuneye û hergav mêrkirin di bîr û bala wê de ye. Wê ji bo mêrekî da ser gelek riyan, lê hemû rê li pêş wê di nîvê de dihatin girtin û asê dibûn. Ne falek ma, ne devgirêdanek ma û ne jî şêx û melak ma ku nivişt û morîkên si’ûdê ji ber destê wan bi xwe ve ne kir. Lê di dawiya dawî de tuştek bi ser tustekî ne dixist. Nizanim çawa ramana kovarê hati bû bîra wê ku daxuyaniyekê tê de binivîse û belav bike da hêviya mana xwe pêk bîne. Tê de hati bû nîvîsandin: “Ez li mêrekî digerim, ez ne kor im, ne seqet im, ne jî bawî me; ne paye me wek gelekan: kî be ezê bikim, bê şert û mert, ne wek hinekan ku dibêjin divê textor be, divê mehendis be, divê perelî-merelî be, divê xweşik û maşik be.” Bi rastî gelek pêşkêşî wê bûn lê yekî tenê jî, ligel ku wê hêvî dikir ku çawa be dê yek ji wan bikeve qefesê û bibe mêrê çav li rê, bi wê razî ne bû. Jiber hin guneh û şaşîtiyên wê ev dek û dolab hati bûn serê wê. Di ciwaniya xwe de, ligel ku hîn jî ciwan e lê dema ku ji xwe razî û di çav xwe de bû, çendekan ew xwast, lê ew bi wan razî ne bibû. Wê digot çima ev girafêtê danayne, çima ev bêvilmezin e, çima ev ne textor an endaziyar e, çima ne perelî û bi mal û mewdan e… Niha tepan li serê xwe dixe û gelekî poşman bûye, lê nema xêr dike. Mere dikare bibêje ku wê destê xwe ji dunyê şuştiye. Di van çend rojên dawî de çavên xwe li yekî bi jin û zarok digerîne ku hema pê bisitire; nêta xwe li yekî wisa xera kiriye, ligel ku ew mêrê du jinan e û nan di mala wî de nine. Ango tu dikarî bêjî, destê xwe ji bo mêrekî dipelîne, ligel ku kesî bawer ne dikir ku wisa bi serê wê were. Çunkî Narînê ji welatparêziya xwe hez dikir, gelek ramanên wê yên hêja û bedew di warê xebata konevanî de hebûn (gelek kesên ku bi sala di partiyan de mabûn ev raman bi sîngeke fireh hembêz dikirin) û bi xurtî şerê dujminê nezan û paşketî dikir. Gelek salan di partiyekê de jî mabû, lê mixabin, ji ber ku mirovekî kurd ew ne bir û ji xwe re ne kir jin, hêviyên wê yên avis ber avêtin. Di van çend rojên dawî de, şivanekî Ereb mîna tol tajîkî revand û bû çîrokek li ser her zimanî, bavê wê jî goti bû: – ê wê bikuje, ezê jina xwe lê mehr bikim. Qamişlo, 01.01.1993 |