|
Hêzek
Can Hêmen |
Dema ku
baskên xwe yên şikestî
bi destên xwe radike
birînên xwe vedimale
û
destmalê ji aso re
li ba dike…
Rengê tariyê
di kevala jînê de
diçelmise…
Hêvî
refên kevokên basko
di ezmanên dilan de
bi firê dixe…
Keskesorê
Ji Xwedê distîne
di eniyan de
li
dar dixe…
Wê demê ez û Tu,
Em dibûn
babelîskeke ji rengan…
|