Di şeveke kal de
di tirêneke navsal
de
di nav xur-xura
xewa rêwiyan de
li paş min
kurtepista du jinan
tê.
Kurtepist
nizim e
dûr e
nepend e.
Kurtepist
aşkere ye
nêzîk e
bilind e.
Di şeveke kal de
di tirêneke navsal
de
di nav xur-xura
xewa siwaran de
babelîskek
di kursiya min de
rûniştiye!