Adem


Xelîl.

efrin.net .21-08-2006

Zik li min bûye def!..Hewarê ez nema ji ber debar dikim!.Dîsan qolinc li Adem rabû.
–Ez gorî!..Ez çi ji te re bikim ruhê min?.Êva bi ser zilamê xwe de daqûl hat û du gilolîkên hêsran ji çavan bi ser mêrikê nexweş de hatine xwar.
–Parsiwa minî delalî!..Tu ji min re nabêje;gelo hîna Hekîmê Luqman ji konfirensê nehatiye?.Adem bi çûzînî ji medama xwe pirsî û xwe ji kêleka çepê qulapt kêleka rastê.
–Ez heyran;min telefonî horiyên wî kir;lê mixabin hemman jî dema vegera bi cih nizanîbûn!.Êva bi poşmaniyeke mezin lê vegerand.
–Tu bi nûrsa wî re peyivîba?.Adem rêke dîtir da ber kevaiya xwe û dîsan tîr lê rabû û bi zikê xwe girt.
–Mane qirdê min bi reş e;nûrsa wî jî pê re çûye konfirensê!.Êva lê vegerand û kilînêksa miskê bi hêsrên xwe xist.
–Eger ew ji xwe re nerevandibe!.Dengek bi ber guhê Adem ket.
–Dîsan ev tu ye!..Bi hersê navên Xwedê ko tu anka ji vir neçe,ezê di cih de jî bankim Cibrayîl û bera bê bi çeplê te bigre û te ji vêderê bivirvirîne!..Ji xwe yê deriyê min girt tu ye û te kir,ko ez ji dara genim buxom!.Adem li aliyê deng zîvirî û bi acizî got.
–Ew tehta ko tu diçû ser;baranê lêkir û ew şuşt!.Deng lê vegerand.
–Zik li min bûye kelek!..Xwezî min dikarîba tiştek li ser wê tehtê kiriba û hema çi dibû;bera biba!..Eyn bera ev pellê minî tuwa jî tuneba!.Adem gazinî kir.
–Ademo!..Berê xwe bide min!..Dermanê te li cem min e!.Yê bela xwe jê vennake jê re got.
– Du caran ji qullekê bi mêrikê bisulman nayê pêvedan!..Tu û textorî telaqreş?!.Adem bi ne ewlebûn ji "destbirakê" xwe pirsî.
–Eger min nehişt ko defa zikê te di cih de jî bibe heban,ji xwe bera navê min ne Ezazîl Xan be!.Deng li xwe birrî.
–Mêrikê li ber avê çûyî;destê xwe davêje ta hejikekî!..Ma çi dermanê min e textor?.Adem jê pirsî û bankir:Êva xatûnê!..Ma tu li ku ma?!..Ma lingê te kete xiznê?!..Hela were;bê tu darikekî sîwakê ji vî ciwamêrî re peyda nake!..Heye tuneye;qaşo wê qullekê di paş min de veke û wê ba ji ber min berde!...Tirsim dîsan min dixapîne?Adem hevoka dawî di dilê xwe de got.
–Tu bawer bike;min û milyaketan,herdem me bi dizî ji wê darê dixwar û tiştek bi me nedihat;xuyaye ko firmêntin nebaş di zikê te de hene!..Tu dilê xwe negire;te dî ez ji agirim û tu ji heriyê ye!.Ezazîl got û xwe nepixand.
* * *
Ofyan!..Te ez ji vî agirî derxistim;lo hema îca çi dibe bera bibe!.Adem got û ji nuv re çavên xwe vekir û bihna wî hate ber wî.
* * *
–Ma rast e;ewê Xwedê te bişîne Erdê?..Şîreta min li te,ko tu neçe Emerîka!..Ji xwe re here Siwêd!..Li wêderê xelk kawik in û tê bêminetî ji xwe re nanê genimî buxe!.Ezazîl bi dostanî ji Adem re got.
–Ma rast e Xwedê li te jî hatiye xezebê û wê te jî daxîne Erdê?...Şîreta min jî li te; tu neçe Emerîka!..Xelkên li wêderê ne kêmî te ne û wê nanê te li wêderê tunebe!..Ya baş ew e,ko tu ji xwe re here Minayê;li wêderê bêminnetî tê hertim têr dew û xurme be!..Vê şîreta min ji xwe re bike guhar û têke guhê xwe!.Adem ya dilê xwe ji destbirakê xwe re got û dîsan bi dengekî bilind bankir Êva.
 

 

 

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]