RÊKA KADIZAN

 

Xelîl.

efrin.net 15.08.2006

– Seyda;ma te kirê ya xwe daye?.Yê li pî min ji xwediyê şaşika gewr pirsî.
– Xêr e te berê xwe daye Amûdê?.Xwediyê şaşika gewr û riha hinekirî,bi sermezinayî pirs bi pirsê vegerand û enîşka xwe spart devê pencera foksê.
–Xezûranên min kevaniya min asêkirine û ev bû mehek ko ez didim pey wan û bêçare ye!.Mêrikê li pî min bi belengazî lê vegerand.
– Ma ew perana, yên kê ji we bûn?.Xwediyê şaşika gewr û kirasê hêzar û riha hinekirî ji zilamê gijomijo pirsî.
– Ew perana yên birayê min bûn;lê wî ew sipartin min!..Bala xwe bidiyê ,ji bona wan peran, ewan jina min asêkirine û dikin ko wê ji min berdin !. Mêrikê gijomijo û rih nekurkirî,bi acizî problêma xwe ji zilamê ko li pî pîşifêr rûniştiye şîrovekir.
–Naxwe,nêvî ji wan bistîne!..Xwediyê şaşika gewr,kirasê hêzar, palisqê mohr û riha hinekirî;zilamê li pî min şîret kir.
–Nîvê pênc hezaran?.¹Yê li pî min bi madekî tal jê pirsî.
–Na, na…nîvê qelelenê xwe ji wan bistîn!.Îmamê mizgefta mezin, xwediyê şaşika gewr,kirasê hêzar,palisqê mohr û riha hinekirî,mêrikê li pî min liberxist û rabû bi kefa destê xwe, xurtbûna bayê ji derve pîva.
–Ji birayê min î mezin re gotibûn;heke ligên wî bi van deran keve;emê kûçikan jê çêtir bikin û emê zarokên wî bi ser de bavêjin!.Yê li pî min, çavsoriya xezûranên xwe ji mêrikê ko,bi gakî naçe cem axakî re da xuyakirin.
–Nêvî ji wan bistîne an jî tê de bibihure!.Min jî nanê xwe avêt nav helawê û ji xortê esmer î gijomijo,xwediyê cemedana sor î pitpitkî û riha nekurkirî,yê ko nikare quloçê du bizinan ji hev bide alî re got.
–Tu dîn bûye;bi nîvê qelen wê çi jin ji min re pê bê?!.Xortê esmer, xwediyê pereyên bi deyn û jina asêkirî li min vegerand û hinekî bi xwe nexweş anî.
–Qelenê çi pismam;ez ji pereyên te yî bi deyn re dibêjim?!..Ne hêjaye, ko ji bo pênc hezaran tu jina xwe berde û zarokên xwe sêwî bihêle!.Min bi dostanî,mêrê jina girawkirî liberxist.
–Tu dibêje çi,ko ez li wan gilî bikim?.Xortê ketiye şehekî hûr,zîvirî ser min û ji min pirsî.
–Birader;girêka ko bi destan vedibe çima tê bi diranan veke?.Derman ew e,ko tu destên xwe ji wan peran bişo û birayê te dizanîbû ko ew paş hustê xwe bibîne ew nema wan peran dibîne!.Min baweriya xwe bê çiv ji yê ko,ez xistime aliyê rokê û cih li min tengkiriye da xuyakirin.
–Tu zane ko ew perana,birayê min di zindanê de bi deyn dabûnê;birra qencî dibin xerabî!.Yê li pî min,bi poşmaniyeke mezin got û xuyabû ko wê kulla wan peran wê pê re here gorrê.
Rê ta Amûdê ne gelekî dûr û dirêj e!..Lê heke mirov,di foksa Cengo ya xirre-xop de be û rê hifqasî kellikortî weke riya kadizan be û dinya havîn be û wext qiyala nîro be û yê li pî wî Idrîs be; bêguman ewê rê dûr keve û wê çûn çetin be.Lê Amûdê,wê bi ku de here!...Va em gihan girê Şermola û vane dikanên hesinkaran û nanpêje ya Selîmo û va em zîvirîn bi alî "Belediyê" de û va em gihan ser pira çemê Darê û em lê sekinîn.
–Tu dibêje çi,ko ez li wan gilî bikim?.Idrîs dîsa ji min pirsî û berî ko ez lê vegerînim;birakê min berê xwe da "mexferê" û li paş xwe nezîvirî.
50=1 US$
                                                                              # # #

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]