Nameyên sêwîyan
(1)
Dr.Ebdilmecît Şêxo
efrin.net 15.08.2006
Hevalê
delal, li nik me sosin, nêrgiz, nefel, gulistanên dilan bi stêrkên
ezamana çema Efrînê re, bi seyrangehên Basutê, Endarê û Kefercenê re
semayê dikin, lê ez
pir dixwazim niha ji te ra bi zimanê kurdî binivîsînim, ez zanim, ku ez
hîn baş nizanim, lê ez bawer dikim tu hevalek ji min mezintir î, û tu dê
kêmaniya min niha bipejrînî, lê ez sozê didim te, ku ezê fêr bibim, tu
zanî, ku rewşa mala me çawa ye? Tu kes ji mala me bi kurdî nizane
bixûne, erê hemî bi kurdî dipeyivin, ewanan bi erebî jî pir hindik
zanin, xûşk û birayên min hindik di dibistana erebî de li Efrînê
xwendine, kurxaltîka min mamoste ye, ew heftê carekê serdanê li mala me
dike, ew bi birayê min yê mezin re dipeyive, lê çavekî xwe jî herdem li
xûşka min e, û ew şerm dike bi wê re bipeyve, min dibhîst, ku Misto bi
birayê min re li ser tişt û miştan dibêje, dengê xwe hêdî hêdî û nizim
dike, min nizanî bû ew çi dibêje, lê piştî ew dîsan vegerî mala xwe, min
ji xûşka xwe ya mezin pirs kir, tu ji min re nabêjî, kurxaltiya me Misto
ji we re çi digot, ewê gote min, birako! Tu hîn zarok î, ew mamoste ye,
gotinên wî ji bo mezinan e, ez jî pir nizanim ew çi dibêje, lê min
carekê bihîst, ku ew dibêje; em Kurmanc in. Min di ber xwe da got; erê
xûşka min, ez jî zainm, ku em Kurmanc in, lê qey te negot, Em Ernewît
in, an em Ereb û Mereb in, bi xûdê kurxaltiya me evîndara e, ew nizane
çi dibêje!... Hevalê delal, tu ji min mezintir î, belkî tu ji min re vê
nehîniyê zelal bikî, ez pir bê aram im. Wekî din tenderusta min baş e,
lê ez di dibistanê de herdem melul im, hevalê min Heso her roj dibêje
min, îro bavê min du firing dane min û ji min dipirse, lê bavê te çi
daye te ? Ewî qet nizanî bû, ku min tu carî negotiye bavo! Ewî nizanî
bû, ku ez li şûna du firengan, ez du şeqaman ji birayê xwe yê mezin
dixûm, min digote wî, birayê min rojê sê firengan dide min, lê ez perên
xwe di berîka dayika xwe de vedişêrim, û ez di roja bazarê de derim ji
xwe re şêrîniyê dikirim.
Erê hevalê delal!
Bi rastî ez pir derewan li hevalên xwe dikim, nizanim xêre ez xwe weha
neçar dibînim, tu zanî hevalo, ez bi xemgînî vedigerim mal, çimkî ez
hevalê xwe dixopînim, ez nizanim ez çi ji te re bêjim, lê peyva
kurxaltiya min, em Kurmanc in ji bîra min naçe, ez dibêjim ji bo vê carê
bes e, ka tu ji min re bêje, tu çi dikî li Helebê ?kînga tu dixwazî
serdanê li mala me bikî ? Kînga tu yê vegerî gundê xwe, darên zêtunê bê
te herdem bêzar in, ezê werim cem te. Ez cavnêriya bersiva te me havalo!
Hevalê te Hemîd
Efrîn, 21.03. 1963
XXXXXXXXXXXXXXXXXX
Hevalê delal,
tu zanî , ez qet naxwazim, te bi navê te yê rastîn binav bikim, lê bi
min pir xweş e, ez te bi Delalo bi nav bikim, lava dikim, bêhna xwe ji
min teng meke. Ez îro ji dibistanê vedigerîm, li ser riya xwe ez çûm
dîkana bavê Osê, ewa hinekî ji mala me dur e û dibêjin ew ji bajarê
Kobaniyê ye, berî wî çend dîkanên din li pêşiya min hene, lê ez û
hevalên xwe herdem mêst, şêkir û her tiştê ji bo şîvê ji cem wî dikirin,
li rex mal me dîkana Ebo Casim e, ew bi pozbilindî li me temaşe dike,
car caran jî çavên xwe di me de beloq dike, erê! Bavê Osê nama te ya
giranbiha daye min, lê tu zanî ewa çiqas dereng gihaye min !Ez nizanim
namên Efrînê li ser rê xew dikin, an ewanan….. lê pir baş e, ewa yekcarî
winda nebû ye, kê dikarî paşê li wê bipirsiya ?Tu zanî Delao, min bi
destekî zerka mêst hilgirtû bi destê din nama te dixwend, ez nizanim
çawa bû, lingê min rastî kevirekî mezin hat, ez vir de û wê de çûm û li
ser piştê ketim xwarê, bawerke min rûya erdê li Helebê bi kêmanî li
derdor xwe spî kir, lê nama te destê min berneda, ez rabûm hêdî, hêdî bê
mast çûm malê û me vê carê savara xwe bê dew xwar, lê ne xem e, yên wek
me li dorhêla me pir in, ya giring ew bû, ku nama te ji dest min
bazneda, te ez ji bîr nekirime, te her tiştitên xwe ji min re vekirî
nivîsandiye, tu zanî çiqas rind e, ku tu rûpela dilê xwe ji min re
vedikî, lê min jî hevokên te yek bi yek li gor hişê xwe şirove dikir, û
min ji xwe dipirsî, ma çima vî delalî weha gotiye? Çima ew ji peyva
Kurmanc matmayî ma ye ?
Delalo!
ez vê carê nikanim bersiva te ewqas bi zelalî û bi lez bidim, di dawiya
vê heftê de li nik min ezmûnek di zanistiya komelnasî de heye, mamostê
min herdem bi zikreşî li min temaşe dike, divê ez tu kêmasiyan di
nivîsîna xwe de nekim.Vêca li min bibore ,ezê di heftê duhatî de bersiva
te gelek bi aramî bidim, lê ez lava ji te dikim tu bê xem û qisawet bî,
Silavên min ji hemu hevalên wek te re hene, û di serê wan de Ednanê
Cindo.
Hevalê te Suleman
Heleb.30.3.1963
|