Xatûnê

Xelîl.
efrin.net 18.07.2006
–Hêdî law Misto,pişta te ketiye ber te;bera Rizo û Şero vê mîratê
daxînin;jartêketê weke risasê ye!..Lawkên min metika we bi goriya we
be;hûnê bi hemdê xwe vê mekînê deynin ser blokan!.Xatûnê got û hûçikê
xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
…Piştî ko Rizo û Şero kondişinê avê danîn cih û piştî ko dilê Xatûnê jî
kete cih ;Kevaniya malê destûra herdû xortan neda û tejikek ji wan re
raxist û du balîfên pembo da ber pala wan û rahişt melkesa xwe û toz bi
ser xwe û wan xist û bi serê Misto sûndxwar ko herdû ciwamêr bê çayê ji
hundur dernayên.
* * *
–Pîroz be diya Misto!..Xuyaye tê xortê xwe bizewicîne?.Zeynebê
pîrozbahiya cînara xwe kir û destê Cegerê xwe ji kirasê xwe raqetand.
–Piştî ko Mistefê min bûye"muwezif";ez nema di ber "anîsa" û qehwê re
digihêm !..Ma "mi'aşê" hermeh bi dest kê dikeve?.Xatûnê lê vegerand û
bêvila xwe bi hewa xist.
..Xwezî min zanîba bê;eva qam boncî,bêvil şerbikî,dev çapikî,ser
kundirî, çavşelpitî, ling teşî, xwediya pars û pilûsê û kirasê melesî yê
ko tu deziyekî jê bikişîne,wê heft pîne jê bêne xwar û bi ser kullan de
navê wê Xatûnê ye;bê ew li ser çi xwe dibînî!.Zeynebê di dilê xwe de got
û cihê xwe li pî Misto çêkir.
..Xwezî min zanîba bê jina Remokê pozkerrimî, xwediyê kofiya sor û
şerwalê seffaran û bergîlê piştkurmî,bavê Fener û Ceger û şeş kêzikên
din û evê wan î ko bi rê de ye û zikekî wan têr e û deh birçi ye;bê vê
nîrwê li çî xwe digere!..Xatûnê jî di dilê xwe de got û melkes ji dest
xwe danî û berê xwe da çaydên û paporê.
–Mala minê,te negot Misto ji min re hema simmê xwe difirrîne?..Here û
were,ya wê qideheke çayê ji "anîsa" re çêke an jî wê zerikeke av bide
destên wan û pir–pir wê dawiya "dewamê" melkesekê bi dibistanê xe!..Te
xwelî li serê min kiro ma ev jî kar e?!.Cînarê got û piyê xwe li piyê
"muwezif"-ê malê da.
-Ezê hîna şeş kursiyan jî bikirrim;tedî "anîse" ji rûniştina erdê
hiznakin!. Xatûnê dîsa deng bir cînara xwe û çaydanê çayê danî ber
Mistefê û fincana qehwê da destê Zeynebê.
-Tu me jibîrneke xaltîkê!.Herdû xortan bi hev re gotin.
-Bi serê we yî delalî,hûn jî li cem min weke Mistefê ne!.Xatûnê li wan
vegerand û bi çavekî mezin li xwe nerî.
-Tedî"anîse" ne dixun û ne vedixun û hema bendî bejna we ne!.Zeynebê
tenaziyê xwe bi xortên rûniştî kir û dawiya fincana qehwa şêrîn bi ser
lêvên xwe dakir.
–Havîna par,ez çûme Xasikê û nebixêr min jî çima hinekî çavên xwe
kilnekiribû?!.. Nebixêr çavên xelkê weke topan e!..Tu bawer bike,ji wê
rojê de ez nema xweşik ditefsilînim!. Xatûnê got û fincana cînarê bi
zêdayî nêzîkî çavên xwe kir û hate bîra wê,bê çiqasî jê re girîng e,ko
çavşînkekê bi mekîna lawkê xwe veke!.
–Bera tu tenê fala veke diya Mistefê!..Hemû tiştên ko te gotin;rast in
weke ko tu ji vî destî têxe vî destî!.Cînarê bi heqê cînara rûnişt û ji
bo ko rabe ser xwe;destekî xwe danî ser piyê xortê malê û destê din danî
ser kaboka xwe û got ya Xwedê!.
# # #
|