Xal û xwarzê
-16-
Xelîl.
xelil83@hotmail.com
efrin.net 12.07.2006
..Ta derengî şevê luksa mala axê li aliyê malê vêketî maye û roniya
wê di pencerê re,daye hewşê û darê û aliyekî ji bîrê û Hecî Kermo li
odeka xatûnê pala xwe daye balîfê û bi kêf qehwa şêrîn bi Safya re
vedixu û li himberî wî Hecî Emîn bi xwe ser qelavîska rûniştiye û pê re
dide û distîne.
–Bi şerefa Imer axa;ezê perçê"kromer"¹bi te dim;eger ko tu dev ji doza
xwe berde û tu ji min re"tenzilî"²bike!...Tu zane bê şerefa bavê Safya
li cem min çiqasî girîng e û gewre ye!.Hecî Emîn got û çavên wî ma li
xwarzê û bendî berseva wî.
–Hema şêx Meqsûd jî li van deran ba!.Hecî Kermo di ber xwe de got û bi
zorê xweziya xwe daqurtand.
–Na xwarzê;min ev hêvî ji te nedikir;wilo tê min ji xwe bixeyidîne!.
Zilam bi zimanê xwe tê girêdan û heşa sewal bi rişma xwe têne
girêdan!.Hecî Emîn lê vegerand û wextî perçe ji xwe bikra.
–Bavê Seydo ne ji tiştekî wisa dibêje;tedî di vê merselê de,ne ew bi
tenê ye!.Safya got û qutiya mêvên da ber tûtina qaçax û ew repisand û jê
re deftereke pellên şamî danî ser.
–Ji berê de gotine:di şerran de xal û xwarzê;di xwarinê de ap û
birazê!..Guhmede wan çend zugurdên,ko li dora te civyane û li gepa
pariyên xwe digerîn!.Hecî Emîn ji xwarzê re gennim û zîwan ji hev dane
alî.
–Wextî bibe destê sibehê û kullekên min bi êm mane!.Heci Kermo got û
qutî û heste berra binê bêrîka xwe dan û xatir ji xal û xatûnê xwest.
* * *
–Tu ji xwe re lê biner;bê çawa ji paşiya pîkaba belek peya dibe!.. Heqê
wî ko anka,mero gullak di iniyê kira û mejiyê wî bela bikra!.. Hertim
cihê wî paşiye;çi paşiya cêba Ebû Semîr;çi paşiya pîkaba Ezîz!.Ûsivê
birazê got û erdê nema ew girt.
* * *
...Piştî sê mehan hecî Kermo berê xwe da mala xalê xwe û dîsan li odeka
xatûnê rûnişt û qehwa şêrîn jê re hate pêşkêşkirin.
–Xalo;te got ezê perçakî ji erd bi te dim!..Kînga bi xêr,ji min re tê wî
veqetîne?.Hecî Kermo pirsî.
–Tu dîn bûye Kermo;tu çi ji xwe re dibêje;perçê çi?!.Hecî Emîn lê
vegerand û damarên xwînê li iniyê rabûn.
–Perçê"Kromer"!..Li vêderê û li vî cihî,te bi şerefa xezûrê xwe sûnd
xwar û bi wê nîşanê Safya jî li pî min rûniştibû!.Hecî Kermo xweş anî
bîra xal.
–Na xwarzê tu şaş e û gelekî jî tu şaş e;ez xeteke erd bi ruhê Ezîz
nadim!.Xal ne kinkir û ne dirêjkir.
–Ma ne bi şerefa Imer axa te ji min re sûnd xwar û te……
Hîna gotina wî di devê wî de;;xal mizicî û destê xwe libakir û jê re
got:
–ŞEREFO WERE KUMÊ XWE!!...
------------------------------------------------------------
¹Navê topraxekê ye. ²Ji mafên xwe dakeve.
=DAWÎ=
|