Şîreta Şemsê
-15-
Xelîl.
efrin.net 08.07.2006
–Bese Hecî te xwe talankir!..Te mehîn û herdû qantir jî liserkir!..
Hindik maye,ko tu tûrik bavêje piyê xwe û li parsê bigere!.. Hikûmet,tu
avê ji we re zelal nake û ev serê sê salan te û wî bavên hev şewitandin
û hîna tu li ku û mala bavê li ku?!..Piçika pûrta te yî ko hebû;te ew jî
hemû di devên mamûr û evûkatan re rakir!. Şemsê ji birayê xwe re got û
jê re fakt danîn ber çavan.
–Ma ezê çibikim lê!..Kes nema û neket navbera me!..Mêrik darê ji binî de
dibirre!.Heci Kermo bi belengazî lê vegerand.
–Na..na!..Ew jî nema yê berê ye!..Gotin heye,ko wê hikûmet erd ji axan
bistîne û wê li ereban belabike!.Şemsê nûçeyên nebihîstî ji birayê xwe
re guhest.
–Qey tu xalê xwe nasnake lê!..Ewê bixwaze ko erd ne bigihê ereban;ewê
bixwaze ko erd bigihê cuhan;tenê ko negihê me!.Xalê te dujminê milletê
xwe ye û ev ne tiştekî nû ye!.Hecî Kermo bi acizî got û destê xwe avêt
qutyê.
–Kesek nema û neçû ser Ezîz!..Digotin"emeliya"wî dirêj û çetin bû!..Çima
tu,du ciwamêran bi xwe re nabe û hûn naçin ser wî?. Him tê bi wacibekî
xwe rabe û him jî pê re tê silavekê li xalê xwe bike?.Xwehê rêke teze da
ber birê.
–Heke ez zanibim ko Hesenê Mamo anka jî wê ji tirbê rabe;ez naçime ser
Ezîz!.Hecî Kermo kurt kurmancî li xwehê vegerand.
–Yabo neçe ser Ezîz!..Tu dibêje çi,ko dîsan şêx Meqsûd û çend maqûl di
navbera we kevin û we lihevbînin?.Şemsê veryanteke din anî wê ortê.
–Çi bi te hatiye Şemsê?!..Xalê te devê te şêrîn nekiribe?!.Hecî bi şik û
leke jê pirsî.
–Ez ji herdû çavan kor bibim û bi xwîna xenzîr be!..Çawa devê bavê te di
gorrê de,şêrîn bûye;devê min şêrîn bûye!.Şemsê bi sûndan ket û xwe bêrî
kir.
# # #
|