Bavê Sînan
-14-
Xelîl.
efrin.net 05.07.2006
Ewte ewt a Seddah ji hewşê hat û pê re Eliyê Keleş bankir:
–Malê ma qey kesek tuneye,ko vî kûçikî ji min raqetîne?!.
–Tîdî mîrato;ma tu bavê Sînan nasnake?!.Nofê ji hundur derket û bi kûçik
re xeyidî.
–Ev ne kûçik e,ev gurê har e;nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re
here!.Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey gopalê xwe li dor xwe bir û anî.
–Fermo kirîbo;wextî Hecî ji êş bê;fermo derbasbe,serçavên xwe bişo û
firreke ava cemidî vexuwe!..Xêr e;vê qiyalê tu ketiye rê?. Kevaniya malê
ji bavê Sînan pirsî û kurtêleke nan avêt ber Seddah.
–Mane îro xuya malê ji min hatiye xwestin!..Sînan pîreka xwe biriye Şamê
ser textor û Xwedêda jî li Şingalê ma;qey kirîba te Zeko nedihat
dikanê?!.Elî sedema "vîzîta" xwe,da xuyakirin û bi serê gopêl deriyê
odekê vekir û nêzîkî pencerê xwe berra erdê da û pişta xwe sipart dîwêr.
–Bi serê Seydo û bi serê Sînan,doh bû Hecî qala te dikir û digot: gelo
xêr e nema bavê Sînan xuyadike;gelo ne nexweşbe?!..Erê bi Xwedê tu ji
bîra Hecî nediçû?.Nofê dostanî û başbûna mêrê xwe ji kirîb re da xuyanî
û bi sûnd û zorê kulav li bin wî raxist û Cemîla jî ji alî xwe de misîn
û legan li ber danî.
–Mane vê demê ez li Şingalê bûm!..Li wêderê dinya xerabûye!.. Elî xwest
hinekî li ser Şingalê bipeyive;lê Nofê gelekî lê nevalabû û bê "pardon"
ji odekê derket û berê xwe da pîna mirîşkan.
* * *
–Tu ji min re nabêje li Şingalê çi rewşa xelkên me ye?!..Dibêjin li
wêderê hikûmeta Îraqê bi darê zorê Kurdan koçber dike?!.Hecî yê ko nuh
ji êş hatiye, ji bavê Sînan pirsî û cihê xwe li himberî wî çêkir.
–Erê bi Xwedê;"basî"li wan bûne agirê sor!..Xortan digrin û wan nebedî
dikin,xaniyan wêrandikin û bi erdê re wan rastdikin ,terş û malên wan
talan dikin û li şûna wan,ereban bi cih û war dikin!..Ji xwe li aliyê
Soran û Behdînan bi topên napalm raserî wan hatibûn û gelek gund û bajar
şewitandibûn!. Bavê Sînan rewşa başûrê Kurdistanê ji kirîb re da
xuyakirin û bi kerb qûncika çixarê ji nav tiliyên xwe avêt ber devê
derî.
–Xwedê ji wan re nehêle ne li vê dinyê û ne li wê dinyê!..Lê guh mediyê
birako;giya dibin keviran de namîn e!.Hecî ji kirîb re got û destê xwe
avêt tasa vala ji ber xwe û bankir:
–Ma hûn li ku ne lawo?!..Hûn ketine kîjan qulikê?!..Mero li vî hundurî
ji tîna bişeniqe,kesek tuneye ko firreke av li devê mero bike û tas ji
dest xwe virvirand.
–Ez dibjêm hîna tu û xalê xwe nelihevin?.Bavê Sînan ji kirîb pirsî û kir
ko hayê wî ji tiştekî tuneye.
–Lihevhatina çi ciwamêr!..Mêrik xwe nade ber tişktekî û weke ko tu
dizanî;em jî ji mafên xwe danakevin û ka vî kerî di vî buhurrî re
derbaske!.Hecî Kermo kirîb liberxist.
–Tu ji min re nabêje;gelo lawê Ferso hîna wî beranî difroşe?.Bavê Sînan
ji hecî pirsî û xwest pê dîsan mijarê biguhere.
–Haylo tu hîna li berên dipirsî!..Lawê Ferso ji berî mehekê de,ew kir
mûlid li ser ruhê diya xwe!.Aqilê min ew beran nexweşbû!. Hecî pîjikek
di ber bazara wan î kevin de rakir.
–Baş bû gidî,ko em ne weritîn û me ew beran nekirrî!.Mêrikê êzidî bi
tirs got û guhukê destmala xwe bi iniya xwe xist.
–Hesîna!..Cemîla!..Kî ji we,li wêderê ye lawo!..Ecele çayeke bi darçîn
ji kirîbê xwe re çêkin û bera diya we jî jibîrneke ko firavîneke dujîn
ji me re amade bike!.Hecî Kermo bi dengekî bilind bankir kufletê malê û
rahişt misînê sor û çû destmêja nîro ji xwe re bigre.
# # #
|