Mehîn
-13-
Xelîl.
efrin.net.01.07.2006
Hecî Kermo nema zane bê serê wî,li ser çi balîfê ye!..Bi ya Eyo bike
û dev ji dozê berde;an jî bi ya dilê xwe bike û mêr dimre û nav
dimîne!..
-Ezê mehînê û herdû qantiran bifroşim û eger girîng bû,ezê lihêfa ser
çavên xwe jî bifroşim!.Hecî Kermo ji xwe re got û–bê hemdî wî– hevoka
dawî bi deng derket.
-Te got çi?.Pîreka wî ji wiyalî de jê pirsî.
-Min got hîna mirin erzan e!.Mêr bi acizî lê vegerand.
-Tu bi min re dipeyivî an jî tu bi cinikê xwe re dipeyivî?!.Heke tu dîn
bûye,emê te bibin cem mala şêx;bera niviştekê ji te re çêke!.. Jinikê jê
danexwar.
-Dinya hatiye gohertin lê!..Kindira mere li dar be;kesek nema weraqakê
bi deyn dide mire!..Ez ketime navbera Xelîl û Celîl!. Hecî Kermo ji
zirtan daket gazinan.
-Dinya ji berê de ev dinya ye!..Wê biqede dîno!..Bera serê te û zarokan
sax be;mîr ne bi halê me ye!..Erê ev du sal mûsim nayê;lê weke
dibêjin;talanê bi xelkê re dawet e!.Nofê jî,ji ya xwe daket û di ber
dilê mirik da û ji bo ko diyalog berdewam bike,jinikê melkes kişand bin
xwe û himberî malxwê malê rûnişt.
-Hayê te jê heye,ko Eyo di bin re dighê xalê xwe?!.Hecî Kermo ji
kevaniyê re got û hinekî xwe jê çivçivand.
-Digotin wê rojê mala xalê wî çend telîs ka û hinek nîsk jê re avêtibûn
paşiya pîkabê;xwezî tiştekî lê hêjaba!..Birayê te,ne ewê ko mirov pişta
xwe pê girêde!.Nofê binê hebana xwe dawişand.
-Ma hîna tê ji min re bêje?!.Malê min e û ez pê zanim!.Hecî Kermo bi
dilekî şikestî lê vegerand û darikê ko pê,ji xwe re xêzik li erdê
çêdikir,ji dest xwe avêt û rabủ ser xwe.
* * *
-Tu ka ji bavê xwe re,wê mehînê mitreh bike!..Hema te ew sewalên ha,av û
em kiribin?.Bav ji ser sicadê bankir keça xwe ya mezin.
..Mehîna şê û herdû qantiran,ez nadim bi ruhê hecî Emîn;lê çi bikim;yê
ko here masiyan wê paşiya wî şil bibe!..Heci Kermo di ber xwe de got û
weke gêjan li dor xwe çû û hat.
-Ezê wan li ciyekî dûr bifroşim;ezê wan li nav aliyan bifroşim;bera dûrî
çavên min bin!.Bavê Seydo biryara ne bidilê xwe stend û lingê xwe xist
zengê û xwe avêt ser pişta mehînê û herdû qanrtir destkêşî xwe kirin.
# # #
|