Helbesta pexşane
Heyder Omer
efrin.net 29-06-2006
Birêveçûna helbestê dide xuyakirin, ku ewê gelek caran durvê xwe
guhertiye, ta gîhaye vî durvê nû, ku jê re „ helbesta pexşane „ tê
gotin, û pêre jî bûye mijara gelek guftugo û nivîsarên, ku pirtûxaneyên
miletan pê hatine dagirtin, û hîna jî em dibînin ew guftugowan berdewam
in, û nerînên cuda-cuda diyar dibin. Hinek ji wan nerînan hîna jî bi
guman li vî celebê helbestê dinerin, û nikarin wê wek helbest
bipejirînin.
Lê tevî vê yekê em dibînin,ku ev helbest riya xwe diqelêşe, û şûna xwe
di qada wêje de dûz dike, û roj û dû rojê heyîna xwe teqez dike, bê ku
guh bide ewan boçûnên, ku dixwazin wê gem bikin.
Li ba me Kurdan jî evê helbestê xwe diyar kiriye, û gelek dîwanên wê, di
van salên dawî de derketine holê, lê mixabin ta îro ti gotar, an
lêkolînên, ku nerînên têorî, yên vî awayê helbestê mijara wan e,
neketine destên min. Têvî vê yekê, gava hin caran ev mijar bi awayê
lêvane tê guftugokirin, her tim gotina „helbesta nûjen e bê kêş “ li ba
gelek helbestvanan tê gotin û dubarekirin. Pêre jî diyar dibe, ku her
nivîsarek bi awayê heklbestî û kêş bête nivisandin, dikare bibe
helbesteke nûjen e pexşane. Gelo ev nerîn rast e?!..
Bi rastî jî peyva „ helbest „ bi xwe di vî warî de ne sayî û ne zelal e,
ji ber ku gotina „ helbesta pexşane „ ya ku di van demên dawî de gelek
caran tê gotin û dubarekirin, gelek taybetiyên peyva „ helbest „ ku berê
hatine naskirin, bi paş xwe de dihêle, û guh nade wan, çunkê wateya vê
peyvê berê gelekî zelal bû, û bi durvê kêşesaz dihate naskirin. Wê hîngê
helbest durvekî zimanewanî yî kêşesaz bû, usûl û rêbazên wê naskirîbûn,
pêre her nivîsarek li gor wan rêbazan bihata nivisandin wek helbest
dihate pejirandin, û ya rêza wan rêbazan negirta, pexşan jê re dihate
gotin.
Ev yeka yekser dide xuyakirin, ku dijberî ( تـنـاقـُض) di hundir gotina
„ helbesta pexşane „ de heye, ji ber ku her peyvekê ji wan her duwan
taybetmendiyên xweser hene. Vê lomê em weha diçin, ku divê ev gotin
careke din bête nasandin, da peyva „ pexşane „ hilkişe astayê, ku dikare
wê li kêlek peyva „ helbest „ deyne, û rûçik (sîfat ) û taybetmendiyên
peyva „ helbest „ yên derbirînî û hunerî bide wê jî.
Berî her tiştî divê ev gotin “ helbesta pexşane “ wek têrmeke xweser e,
ji hev cuda nebe, wê hîngê cudayîya, ku di navbera her du têrmên „
pexşana helbestî „ û „ helbesta pexşane „ de hene, wê sayî û zelal bête
xuyakirin.
Têrma yekem peyva „ pexşan „ dide pêş, û ya „ helbestî „ dide paş. Ev
yeka dide xuyakirin, ku naveroka her têrmekê taybetmendiyên cuda hene.
Berztirîn taybetmendiya „ pexşana helbestî „ ew e, ku ev cureyê nivîsînê
dirêj e, gelek hevokan ji bo wateyekê dixebitîne, wateyekê bi gelek
awayan dubare dike.Ango qulafetê wê nivîsarê ji wateya wê dirêjtir e, lê
„helbesta pexşane „ kurt û bi pêjn e, qulafetê wê yê kurt dikare gelek
wateyan diyar bike.
Lê tevî vê jî, nîşankirina sînorên, ku di navbera helbestê û pexşanê de
hene, hewildaneke ne hêsan e, xebatên gelek nivîsevan û rexnevanan bê
encamên hukardar ji vê kefteleftê bi derketin. Pêre jî pirê caran, û ji
demeke zû de, tê gotin, ku „ helbest hin caran gotinên yekser bi kar
tîne, da bawerî wênekêşiya wê xurt bike, û derbirîna yekser jî hin caran
gotinên helbestî dixebitîne, da wênekêşî hêmanê baweriyê tê de xurt bike
„. Ev boçûna kevin careke din di rexneya nû de dubare dibe,û rexnevan
Hanrîş Bilês di pirtûka xwe „ Rewanbêjî û stîl „ de dibêje: „ Hêmanên
baweriyê û ciwaniya hewaldanê di deqên helbestî de hene, wek çawa
hêmanên helbestî di deqên yekser de hene „.
Dêmek pelandina sînoran di navbera helbestê û pexşanê, wek me berê jî
gotibû, ne hêsan e, nemaze di van demên dawî de, ku gelek boçûnên
cuda-cuda diyar dibin, û kêşan û rêzbendê bi paş guhên xwe de davêjin.
Lewre tiştê herî sereke û bingehîn di vê meydanê de, wek çawa rexnevan
Hesen Kazim di pirtûka xwe „ Têgehên helbestiyê „ de dibêje, ew e ku
mirov bala xwe bide taybetmendiyên gotinên helbestî û tevgera wan ya
zindî ye awart e.
Yekemîn û berztirîna wan taybetmendiyan, li gor formolîzên Rûsan, peyva
helbestî ye, ku divê wek peyv , ne wek berdêla tiştekî, an hilgirê
hestan, lê bête meyzandin. Hîngê ew peyvan nirxên xwe yên xweser
distênin. Taybetmendiya duwem jî wateya piralî ye, ku rê li pêş
wergirtin û têgihîştina durvên derbirînê vedike, û ya sêyem, wêneyê
hunerî û delameta wî di helbestê û pexşanê de ye.
Formolîzên Rûsan weha çûne, ku hebûna guhêzê ( xeyal ) di helbestê de
tiştek e, û xebitandina wê tiştekî din e. Ewana weha diçin, ku
xebitandin û bi karanîna guhêzê di helbestê de ewqas giring û balkêş e,
lê bi carekê çênabe, ku wêneyê helbestî bibe alava şirovekirinê. Wek
nimûne, ewana weha diçin, ku îstîaُre di pexşana normal de wateyê şirove
dike, lê delameta wê di helbestê de tiştekî dine; ew ji bo bandûra
ciwanî di helbestê de tê xebitandin; ango wek çawa rexnevan Dr. Selah
Fedil dibêje: „ Gava îstîaُre tiştê normal dixe awayekî nişkavî, hîngê
wî dike tiştekî biyanî û ne normal „. Pêre jî em dibînin, ku delameta
îstîaُreyê, wek alaveke guhêzê, tê guhertin.
Dr. Selah Fedil hîn jî pê de dihere, û dibêje: „ helbest gotûbêja, ku bi
xwe bûye mebest e; ango helbest ziman e; zimanê ku bi xwe bûye mebest û
armanc, ne yê ku ji bo ravekirin û hevgihîştinê bi kar tê, û piştî, ku
ewê delametê bi cih tîne, tê sotin û şewitandin „.
Ev boçûnan taybetmendiyeke dine helbesta pexşane diyar dikin, ew jî
rewşa zimanê wê ye, ku gelekî guvaştî ye, peyvên bê rol û delamet
napejirîne, ji ber ku ev cureyê peyvan ji hêlekê de gewdeyê; ango
qulafetê wê, bê sûd, mezin û giran dikin, û ji hêla din de jî hêmanê
matmayînê û nişkaviyê ku ji berztirîn rûçikên wê ye, qels dikin.
Her weha diyar e, ku ev cureyê helbestê bi carekê guh nade kêşan, ewên
ku awaza derveyî ji wan diherike. Evê yekê gelek kes hurhutandin, û ber
bi pelandina awaza hundirîn de têvedan, lewre jî ewana bi her awayî ev
cureyê awazê di hundirê wê de pelandin, da bidin xuyakirin, ku evê
helbestê awaza xwe guhertiye, dest ji ya derveyî berdaye, lê yekeke
dine, ku ji hundirê wê dertê, dixebitîne, lê mixabin ewana ji bîra
kirin, ku helbesta kêşezas û pexşana normal jî ji vê awaza hundirî ne bê
par in, ji ber ku ziman bi xwe ji wê ne bê par e. Lewre jî hebûna vê
awazê di helbesta pexşane de, tevî ku hêmanekî giring e, lê ti caran
nabe nîşana çespandina hebûn an serkeftina wê.
Bingeha helbesta pexşane, li gor boçûnên rexnevanan, Dr. Selah Fedil wek
nimûne, li ser sê hêmanan vedine.
Yek ji wan ew e, ku ev cureyê helbestê pişta xwe di kêşên hene û nasbûne
yal dike, lê dest ji awaza hundirî bera nade. Pêre jî bingeha ” rhythmus
” a ( ايـقـاع ) wê tê guhertin, û xwe bi ser wêneyê muzûkî ye derûnî, ku
li gel taqetkirina ( tecrûbe ) helbestî gelekî hevbest e, pal dide. Ev
muzûka hundirî, ji awayê têkildariya kurtbûn û dirêjiya kîtan ( bergan )
û dengdêr û dengdaran, li gel hevdu, peyda dibe.
Hêmanê duwem jî ew e, ku ev helbest, heya jê tê, karînên helbestî, yên
zimên çalaktir dike û diteqîne, da hêmanê sêyem; ango pirbûna wateyê
biçespîne. Lewre peyvên wê gelek caran dişimitin, û pijaqên wan bi ber
pir aliyan de belav dibin.
Lê eger awayê avakirina wê bingehê, ku li ser tevlihevbûna gelek
pileyên, ku semta ( bervê ) wan ji hev cuda ye, û bandûra wan weke hev
e, li ba helbestvan û xweneran ne sayî û ne nas be, hîngê têgihîştina
wan hêmanên jorîn gelekî dijwar dibe. Ew pileyan jî ev in: Awaz,
rêziman, guvaştin, û pijiqandin.
- Awaza vê helbestê, wek me berê gotiye, hundirî ye, ji têkildariya
kîtan, kurtbûn û dirêjbûna wan, û dengdêr û dengdaran li gel hevdu peyda
dibe, lê bi tenha nikare bibe nîşana serkeftina wê.
-Rêziman têkildariya peyvan li gel hevdu diyar dike, pêre jî rola wê ya
berz di awayê nivisandina helbestê û xwendina wê de diyar dibe. Loma jî
gava helbestvan helbesta xwe dixwîne, gelek nîşanên curbecur li ser rûwê
wî diyar dibin, û têkildariya hevoka helbestî û ya hestewerî li gel
hevdu teqez dikin. Ev tekildariya hanê pirê caran rê li pêş hevokên
helbestî vedikin, da guh nedin rêbazên rêzimên, ji ber ku eawana hestan
werdigerînin, û hest jî pirê caran organîze nabin.
-Guvaştin ( تـكـثـيـف ), wek me berê gotiye, berztirîn rûçikê ziman û
şêweyê vê helbestê ye, ku her tim peyvên watedar bi pêjn dipelîne. Pêre
jî wateyên vê curehelbestê ji qulafetê wê firehtir dibin.
- Pijiqandin, digel ku ev rewş peyv û gotinên vê helbestê pirwateyî
dike, rê jî li pêş şimitandina peyvan û xebitandina mecazê li ser piştê
vedike, û asowên guhêzê hem fireh dike, û hem jî ber bi matmayînê, û
nenormaliyê de dikşêne.
Ev rêbazên jorîn vêkra dikarin qulafet û delameta helbesta pexşane li
pêş me sayî bidin xuyakirin. Her deqê nivîsînê, yê di çarçewa vê têrmê
de şûna xwe dipelîne, divê wek çawa Sozan Bîrnar dibêje, sê mercên
ciwanî tê de hebin:
1.Yekîtî ya zindî ( biyolojîk) ye xweser; ji ber ku ew berxwe dide da
cîhaneke lihevhatî, bi rêk û pêk pêşkêş bike. Ev yeka dide xuyakirin, ku
hêmanên durvê wê û delametên wan ji hevdu cudan e, lê hemî ji bo
pêkanîna tabloweke pirî reng û bi rêk û pêk dixebitin.
2. Delameta wê ya sereke û bingehîn helbestî ye;ango bingeha wê bê pilan
e, û semta (bervê ) wê ne ber bi armaceke sînorkirî de ye, lewre jî
ramanên hundirê wê pirê caran bê dûzan in.
3. Guvaştin, ji ber ku kurtbûna şêwe berztirîn hêmanê helbestiya wê ye.
Lê divê em hewaldana çîrokbêjî (الـسـرد الـحـكائـي ) ya ku helbestiyê di
hundir pexşanê de dipelîne, jî bidin kêlek wan mercên jorîn, ku Sozan
Bîrnar nîşan dike, da em karibin bibêjin, ku me, li gor zanîna xwe, û li
ber ronahiya boçûnên hin rexnevanên rûmetdar, ev cureyê helbestê hinekê
da naskirin.
Mixabin nebûna kêşê av bi devên gelek kesan xist, û daxwaza nivisandina
helbestê di dilên wan de mezin kir, bê ku haya wan ji van merc û usûlên
têorî hebe, lewre jî gelek nivîsarên lezok û jar xwe bi navê helbestê
berdane holê, lekeyên mezin û giran gîhandin vê helbesta, ku riya xwe,
wek awayekî derbirîna nû di rêveçûna helbesta kurdî de, diqelêşe.
|