Reşo
-12-
Xelîl.
efrin.net 28.06.2006
–Heger roja mirov nehatibe;tu gullê jî di iniya wî ke;tiştek pê
nayê!. Reşo di zindanê de ji hevalê xwe re got.
–Kesek tiliya xwe dike çavê xwe!..Ma ne guneh bû lawo?!..Ma ne xûşka te
bû û bi ser kullan de tew avis bû!..Tê yê hîna lawik jî
bikujta?!.Xortekî kejî gulmitkî bi berçavk û defterkek di destan de ji
wiyalî de got û xwe nêzîkî Reşo kir.
–Heger ez ne şaşbim;navê te Rêber e û ev tu ye,ewê ko vê dawiyê hatiye
girtin bi sedema belavokan?!...Ev rêberiya te ye?!..Welle yabo me li
bavê xwe zêdekir!..Bi ya te be;qey bera xelk pêl namûsa mero bikin û
mero destê xwe bide ber ruwê xwe!..Reşo bi xwe nexweş anî û berê xwe ji
mêrik guhert û dîsan li hevalê xwe yê berê vegeriya.
–Birader!.Namûs ji wilo mezintir e û girantir e!..Namûs;namûsa welêt e û
heger hîna tu liberneketibe; fermo ezê te liberxim!.Rêber bela xwe ji
Reşo venekir.
–Tê min liberxe?!.Ji te werê,ko te du pellik bi dîwaran ve vekir;te kela
"fettih" kir!.Tişt nebûye,anka emê binerin,bê wê kî ji me berê ji
zindanê derkeve!..Aqilê min,tu av û av çû birako!.Reşo li yê polîtîkvan
vegerand û di ber xwe de mizicî.
–Berê xwe bide min û dev ji vî ciwamêrî berde!..Bera mêr weke te bin an
jî bera tunebin!..Bi wê ziyareta li gundê me;roja ko tu bê berdan;ezê
bihêlim ko bavê min xuşka min,miftî belaş li te mar bike û ji min re
şerefeke pir mezin e,ko ez bibim xalê zarokên te!.Sîno bi germayî got û
bi xurtayî destê birayê Şêrînê hejand.
-"Elfatiha"!.Dengê Rêber qube di "qawîşê" de belabû û pê re gelek dest
ber bi jor vebûn.
|