Şîreta xal
-11-
Xelîl.
efrin.net 24.06.2006
–Ez xalê te me!..Bêtirî sê mehan ez nahêlim ko ew di zindanê de
bimîne!.Hecî Emîn li xwe birrî û dest avêt simbêlê xwe.
–Sêwleko;dibêje ezê herdiya bikujim!.Şemsê ji xal re da xuyakirin.
–Mero da nav avê;çi li gwîzekê çi li navê!.Xal lê vegerand.
–Ez diya Reşo me;di ku re zirav dibe bera di wi re biqete!.Şemsê nav di
xwe da.
–Yê weke lawê Qaso çima pêl namûsa mero bike kurro?!..Bi wî Xwedayê ko
navê xwe li tu kesî nekiriye,heger ez ne zilamê mezin bama;minê bi destê
xwe ew bênamûs kuştiba û minê ji xwîna wî jî vexuwariba!.Hecî Emîn pêtî
da bin êgir.
–Ma Reşo ji çi re ye;ez wî dikim bi qurbana şekala te!..Bera herdû
qurçimiyan bin ax bike û bera serê te ji min re sax be!. Şemsê li ber
Xwedê û li ber xal,biryara xwe stend.
–Çiqasî av di golan de dimîne,hivqasî gennî dibe!.Xal nerîna pêşiyan û
ya xwe di pirsgirêkên wisa de da.
–Înşelle wê Xwedê heca çaran û pêncan jî ji te re binivîsîne!..Li min
bibuhure!..Vê carê tu ji hecê hat û ez nehatim pêşiya te;wê gavê ez ne
li vir bûm;wê çaxê ez li cem Koçerê bûm!.Şemsê bi poşmaniyek mezin
sedema nepêşwaziya xwe ji hecî re şîrovekir.
–Birra li wêderê;çi rewşa xuşka te bû?...Aqilê min ew ji zû ve
daneketiye binxetê?.Hecî Emîn bi mervantî ji xûşka ber xwe pirsî û
nehatina wê li pêşiya wî ji bo hecê,qet nanî ser bazkên xwe.
|