Şam şekire, Lê welat şêrîntir e ! *
*Stiran Ebdullah
Wergerandin: Perîşan
Efrin.net 23.06.06
Hin siyasetmedarên Ereb û rewşenbîr, çi yên Sûryê û çi yên Ereb bi
giştî, di hevdîtinên TV û malperên cor bi cor ên Internet de nerazîbûn û
diltengiya ku li navçeyên kurd ên sûryê derketine holê vedgerînin
destdirêjiyeke kurdî a veşartî û hêzên kurdan ên derve, her wuha kurdan
bi bêwefadarî û bê dilsozî di gel sûryê destnîşan dikin, Bi taybetî di
demekê de ku sûryê di tengasiyeke mezin de ye, çi di hêla herêmî de
(Israel) û çi di hêla nêvdewletî de (DYA), û gelek pirsgirêk û kêşeyên
dijwar dijî wê qewimîne.
Mixabin ev nêrîna şaş ne tenê ji aliyê sûryê tê derbirîn lê belê ji
aliyê ew kesên ku xwe didin nasîn wek demokratxwaz û rewşenbîr jî tê
derbirîn, Loma tê xwestin ku helwest li hember vê şaşitiyê bê girtin.
di gelek deman de têkiliyên û hevpeymanên dostane di hêla herêmî de, bi
awayekî tevneyî û toreyî, di navbera Hêzên siyasî ên kurdên parçeyên
kurdistan û Sûryê de hatibûn girêdan. di demekê de ku kurdên kurdistana
Iraqê li dijî Baes ê Efleqî xebat dikirin û rêjîma Seddam ji herdû
aliyan re (Sûryê-Kurd) dujminê hevbeş bû, serokê koçkirî yê Sûryê Hafiz
El-Esed siyaseteke nerm hember kurdan birêvedibir û piştgêriya hêzên
kurd ên parçeyên din dikir.
Ji ber hebûna wî dijminê hevbeş û ji ber hewldanên sûryê derbarê
afirandina (oposesyona Iraqî) li dijî rêjîma Iraqê, çîroka dostaniyê di
navbera herdû aliyan de dirêj û dom kir.
Peşkên vê siyaseta nermîn ya Esed ê Bav gehişt kurdên kurdistana Sûryê
jî. Lê belê zinara Erebî û siyaseta erebkirinê nehate rawestandin û
alîkariya kurdan li ser asteke eşkere nedihate kirin.
Her wuha di rêkeftinên gentlemanî ên ne mor kirî de Sûryê rêç neda hêzên
siyasî ên kurd li wê deverê ku xebata xwe birêve bibin, lê belê di
çarçoveyeke nediyar de rêç li ber hêzên kurd ên derve vedikir û derfet
bi dest wan dixist.
Li hember vê yekê jî kurdên Sûryê, hem ji bo xebata Kurdên Kurdistana
Iraqê "ku bûbûn hevpeymanên Sûryê" lawaz nebe. û hem ji bo kurdên Iraqê
wan qezencên ku ji desthilata Sûryê bidest xistibûn winda nekin,
hewldanên mezin dan ku helwesta wan bikeve rêya berjewendiyên wî parçeyê
welat (Kurdistana Iraq) û xwe nexistin cihê Nerazîbûna desthilatê û bi
rastî wan xwe kir qûrbanî ji bo kurdên Kurdistana Iraqê û têkoşîna xwe
xistin xizmeta Şoreşa me de.
Ji aliyekî din ve jî, di destpêka salên 90.î de Şamê careke din û bi
modêleka nû hevkariya kurdan -ji bilî yên sûryê- kir. vê carê alîkariya
PKK kir bi mebesta bandorek wê li ser Turkiyê durist bibe. Kurdên Sûryê
dîsa Baweşîn li "Şoreşa" Ocalan kirin, di dema ku bandor li ser Turkiyê
bê encam derket û Şoreşa Ocalan jî serkeftin bi dest xwe nexist. Di vê
rewşê de sê Guhertin qewmîn:
_ji aliyekî de, Şamê piştî Esed ê bav di çarçoveya hevkêşên siyasî ên
navçeyê de xwe nêzîkî Bexdad û Sedam kir.
_ji alîkî din ve, Kurdên Iraqê bervejoyî Şamê diçûn û di gel revenda
guhertinên dunyayê û sînaryoyê rûxandina rêjîma Baes diçûn û
destkeftiyên xwe jî bi dest xisitin.
Welatê Beşar El-Esed ji ber çi sedemê be jî, ji Karwanê siyaseta ku DYA
li Iraqê birêve dibe dereng ket, Bi awayekî kirdeyî kete senger û rêza
lidûmayên Seddam Husên.
Şamê hîç ji wan hevpeymanên resen ên di gel kurd û hêzên siyasî de
girêdabûn qezenc tuştek qezenc nekir. û ev yek jî tuştekî sosret bû! Ji
ber di dema ku Sûryê alîkariya oposesyonê dikir tu kesî silav li wê
oposesyonê nedikir, lê îro welatên din ên di dawiya hebûna rêjîma Baes
de dostaniya oposesyonê kirin her tuşt ji bo xwe qezenc kirin.
wek siyasetmedarekî hayedar got:
eger Sûryê bixwe Iraq rizgar kiriba dê ev hêzên ku anuha li Bexdad
desthilatin her ew bixwe desthilatbana… lê belê mijar bi vî awayî durist
bû.
Di vê çarçoveyê de dihat ber çavan ku têkiliyên Kurd û Sûryayê dê
bikevin qûnaxeke xirap de. raste nameyên piştrastkirin û baweriyê
Dihatin rêkirin lê belê di di holê de her yekek ji wan rêbazeke taybet û
cuda ji bo xwe hilbijartibû.
Ev bixwe derfeteke zêrûn bû ji bo kurdan, ku tucaran bi dest wan
neketibû û desthilata sûryê vê yekê xweş dizane.
_ ji aliyekî din jî, kurdên Sûryê “belkî Bi derengî” lê belê biryara xwe
dan ku êdî xebat û têkoşînê biterxînin ji bo xwe û pirsa xwe. loma di
12.ê Adarê 2004.an de leyistika siyasî kete stadyoma leyistika Futbolê
de û li wê deverê di navbera kurd û dostên Seddam ên ku duh dijminên
Esed bûn de pevçûn derket û kurdistana Sûryê bû xaleke dubendiya demkirî
ku li ber teqandinê ye. lê belê zû ye ku merov texmîn bike, gelo dê
çarenûsa daxwazên gelê Kurd li Sûryê çi encam bide. lê ronak û diyare ku
kurdên Iraqê "wek kurdên parçeyên din" xema kurdên kurdistana Sûryê
dikşînin. Lê Nabe Sûryê dudil bibe derbarê Kutkuta dilê Kurdan ku ji
aliyê wê ve dikeve warê Pilan û mizaweriyê de.
Kurdên Iraqê dizanin ku şamê di nav hevkêşeyên siyasî de alîkariya wan
kiriye, loma ew wefadarin, lê ev nayê Wateya ku xemgîniya birayên wan bi
wan xweş e.
Bi rastî kurdan Ji mêjde şam kirine pendeke pêşiyan: "şam şekire lê
welat şêrîntire".
şam tê heskirin lê ne biqasî kurdên me ên bindest.
*Ev gotar di 19-04-2004.an de piştî serhildana Qamişlo, di rojnameya Aso
de belav bûye
**Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê Kurdistan
|