Tirsa bê diran

Romana Helîm Yûsiv ya nû
 

Efrin.net 18.06.06

Ji weşanên Avestayê li Stenbolê romaneke nû ya nivîskarê kurd Helîm Yûsiv derket.Roman bi navê Tirsa bê diran e.
Ev roman bi giştî li ser bobelat û guhertinên ku di civaka kurd de, di van salên dawiyê de çêbûne.Di riya şopandina xeta jiyana sê kesên sereke re,Mûsa -Qado û Simko, yên ku bûyerên jiyana wan tevlihev dibin û her yek ji wan dide pey qedera xwe.Destpêkê li Welêt bi hevrene, lê muxaberatên ku her tişt di dest xwe de girtine berê qedera wan dizîvirînin.Pê re jî serhildana 12 ê Adara 2004 an diqewime û siya xwe davêje ser jiyana her sê kesên sereke.Du kes bi welatên xerîbiyê de diterqin û yê dîtir jî ala bêdengiyeke kor di bin konê desthilatdariyeke ecêb de hildide.
Mijara giştî ya romanê Tirse.Li ser zimanê her du kesên sereke tirsa li ser sînorên Tirkî, Iraq,Îran û Sûrî xwe tazî dike.Roman bi peyva tirsê dest pê dike, herweha bi peyva tirsê diqede.
EV roman ( Tirsa bê diran ) romana Helîm Yûsv î duyeme piştî Sobarto.
Hêjayî gotinê ye ku ev pirtûka nivîskar î şeşane ku bi kurdî derdikeve.
Berhemên wî yên çapkirî evin:

-1 Mêrê avis........................çîrok 1991.
-2 Jinên qatên bilind............çîrok.1995
3- Mirî ranazin........................çîrok.1996
-4Sobarto...........................Roman.1999.
-5 Memê bê Zîn..................çîrok2003.
-6 Tirsa bê diran.................Roman. 2006.

Romana Tirsa bê diran ji 182 rûpelan pêk tê.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]