Şêwra muxtaran
-9-
Xelîl.
efrin.net.17.06.2006
Ji serê sibehê de Elîko ketiye şehekî hûr û Swêlih jî bi xwe re
daxistiye meydanê!..Lawikê ereb dest bi guran û hûrkirina berên kir û
Elîko dest bi qelandin û kutana qehwê kir.Lawê Ferso bi gaziya wan hat û
wî jî dest bi rêşkirina odê kir.Sarika navmalî ji alî xwe de kulavê sor
ji aliyê malê ji wan re anî û li odê pankir;çima na?!.Wê îro şêwr û
mişêwrên muxtaran lê bigere!.
* * *
–Gundî li serê me bûne agirê sor!..Miriyekî me di qulekê de nahêlin û em
dikin,ko em nabihîzin; pezê xwe berra zadê me didin û em dikin,ko em
nabînin;tapo û bêşê nema didin û em dibêjin bera xêra dê û bavên me
be,êdî ji ber wan em nema dizanin bê emê berê xwe ku vekin!.Hesenê
zikmezin muxtrê Çetelê di nav civatê de got û qulpokek ji qayîşa pişta
xwe vekir.
–Mero çend zugurd berdabana ser zikên wan;bikrana ko kerrê wan li korê
biqelibe!.Hanî muxtarê Dugirê û birayê Hecî Emîn -ji alî dê de- got û
igala xwe xist nav çavên xwe û libên tizbiyê zo–zo di nav tiliyan re
berdan.
–Kula dilê min çi bû?!..Bi hersê telaqên bê "fitû"eger zeman ne ev zeman
ba minê rahiştiba mitêlên wan û avêtiba ser bênderan û ku de diçûn bera
biçûna!.Heso muxtarê Herîreşkê û xwediyê turumbêla ozmobîl got û balîf
ji bin piyê Xelefê bi ber xwe de kişand.
..Hecî Emîn şûr simbêlê wî nabire!..Xwarziyê xwe û yên pê re şandine
riya çûn û nehatinê!..Nehindike,ko mirov di nav lepên Şewket Riza keve û
nexasim ko ev mirov kurd be û tew hîna partî be!.
–Îca bera nasbikin bê çawa dew birê mêste; çend û çend ji van kûçikan
re;te ecêbên wisa dîtiye;gotina şêx Meqsûd li erdê xistin kurro!.Hecî
Emîn got û fincana qehwa tal di bin simbêla re,bi ser lêvên xwe dakir.
–Ez bi Tawiz î melek kim,sibe ev dawet li ber deriyên me hemma
ye!...Hîna gotina Xelefê di devê wî de;dengê du teqînan hat û pê re lîre
lîr bi gund ket û dengê Elîko ji salonê hat:
–Hecî Kermo hate berdan!..Hecî Kermo û benda wî hatine berdan!.
–Ne tu mizgînî ye!.Hanî got û rahişt şalika xwe û berê xwe da derî.
–Wextî ro here ava;belkî bi ronkayî,em bighana malê!.Xelefê got û li
dora xwe nerî.
–Erê Welle;bû dereg!..Muxtarê Herîreşkê got û hêzkir xwe û pê re koma
muxtaran wan jî hêzkirin xwe.
***
|