Hêvî
Mihemed Elî COCO
Efrin.net 03. 09. 2005
Her sal bihar tê
Ez nizanim çiqas kulîlk diçinim
Ne ji dilê xwere
Ne ji dilê kesîre
Bes ji bo dilê wê .
Duh min û biharê
çavên hev ramûsandin .
Kulîlkên min jê kiribûn
Ji evqe sal ,
Ji min pirsîn gotin :
Yara te kengî tê ?
Min hêsirên xwe li ber veşartin,
Min got :
Bila biharek dinbê
Belkî yara min werê
Belkî Efrîna min rizgarbibê ??!!
|