Qêrîniya Kobaniyan, Di bin êşkenciyê de, di asîmanan re
derket
Efrin.net 27. 08. 2005
Ji encama bûyerên 15 tebaxê li bajarê Kobanî, qêrîniya girtiyên kurd
di bin lêdan û êşkenciyê de hîn di zindan û girtîngehên desaleta Sûrî de
berdewame, ewlekar û polîsên rêjîma Be'isî bi rengekî terorîst û ne
mirovan êrêşî zarok û jin û kal û pîran kirin, hema çi dihat pêş wan -
mirov, otombîl, mal, motosîk - xerab dikirin, dilreşî û kîna xwe ye ku
ji kevinê salan de li ser milletê kurd rakiribûn, hemû di rojeke wekî
tîna germahiya meha tebaxê de bi ser bajarê Kobanî de barandin, wekî
gurên dev bi xwîn qirêjiya xwe santêm bi santêm di kolanên Kobaniyê de
belav kirin, ta vê demê gellek zarok nikarin ji tirsa kar û durvên wan
yên terrorist û hovîn bi şev razên, cînarên şaxên ewlekariyê û polîsan
dibêjin ku qîre qîra dengê girtiyan di bin lêdan û êşkenciyê de di
asîman re derdikeve, porê sêriyê mirov disekinîne û kezeba wî
dişewitîne.
Tu carî ev karên wisa ye hovîn û ne mirovane nakevin xizmeta welatê
Sûriyê, tenê kîn û dilreşiyê di dilê hemwelatiyan de diçîne, alîkariya
ji hevxistin û perçebûnê di nav rengên civata Sûrî - Ereb, Kurd, Ermen,
Aşor , Siryan de dike, hatina hêzên wan ji bo xerabkirina bajarên kurdan
û bangkirina bi jiyana dictatorê Iraqê Seddam Husên ji aliyê polîsan de
tu wateyê nade ji bilî şopandina rêç û rêbaza Seddam Husên, wek wê
avêtin û sixêf û gotinên ne yin sincî ji gellê kurd û serokên wan re, ev
hemû ji bo ku ji nûve rêjîma Be'isî ji gelê re bi taybetî û ji yê Sûrî
re bi gelemperî biçespîne ku hîn di mejiyê xwe yê şoven û rêbaza ne
mirovane de didûme û berdewame.
Piştî ku hatin û karên xwe yên hovîn û bi destên xwe yên qirêj zilm û
zor û xerabî bi ser bajarê Kobanî de barandin, sibeha roja din desaleta
Sûrî di rojnamegiriya xwe ya fermî de ragihand: ( Ku kesne teşxelcî li
bajarê Kobanî camên malan û otombîlan û dikanan şikandin, polîsan ew
girtin ji bo ku wan pêşkêşî dadgehankin, ta ku cezayekî sert bibînin )
Wisa (( caw û cawbir yên wanin )) bi kêf û meraqa xwe zilm û zor û
xerabî kirin û hemû sûc û neheqî xistin stûyê milletê me yê kurd li
bajarê Kobanî.
Tiştê herî balkêş di vê heyam û çarçewa li hevketî de, bêdengiya
piraniya partiyên kurd li Sûriyê, mirov dibêje qey têkliya wan bi carekê
de bi vê bûyerê û bi milletê kurd nîne, û haya wan ji zilm û zora ku
kurd li deverên kurdî dibînin tunneye, ne bes wisa!! Piştî ku bûyer
rawestiyan me dît ku gellekan ji kurdan digotin tirsa me ewe ku dîsa
partiyên me piştgiriya rêjîma Be'isî bikin, wekî ku daxuyaniyên rûreş di
kuştina şêxê pakrewanan - Şêx Mihemed Me'işûq El-xeznewî de yek li pê
yekê derdixistin û tê de destên rêjîmê ji xwîna Şêx û kurdan
dişiştin!!!, û bi rastî wisa derket û hevalên wan partiyan PYD tewanbar
kirin û ustûbariya hovîtiya rêjîma Be'isî xistin ustûyê kurdan.
Ev zilm û zora li milletê kurd bi tev de dibe ne tenê li hevalên
partiyekê dibe, û pirraniya girtiyên bajarê Kobaniyê ne hevalên tu
partiyanin. Bi gelemperî mirov dikare bêje ku bûyrên 15 tabaxa 2005 an
li bajarê Kobanî xelekeke di zincîra binpêkirina mafên gelê kurd li
rojavayê Kurdistanê ye, û rêjîma Be'isî li Sûriyê ustûbariya xerabkirina
bajarê Kobaniyê radike.
Kobanî: 18-8-2005
|