Îsraêla Duyemîn ???
Mihamed Elî COCO
Efrin.net 28. 08. 2005
Tevî ku Ala Îsraêlê li Ezmanê Dewletên Ereban blind (direqise) !! ,
tevî ku Gilêzjî bi Devê Ereban ketîye bo xatirê Têkilî û Pêwendîyên bi
Dewleta Îsraêlê re !!, û tevî ku Rêjîmên Ereban (nemaze Rêjîma Sûrî ) bi
dizî û aşkere her Roj Sola Îsraêlê maçdikin û razîkirina wê û Dosta wê
-Emerîka - dixwazin !! . Lê tevî vê gişî jî , ji kevinda û heya bi îro
Ereb li ser me kurdan dibêjin ku em îsraêla Dûyemînin !!
De werin Gelo bibhîsin : Şûjina Xelkê xweyanake, Derzîya me xweyadike
!!!!
Gelo raste em îsraêla Dûyemînin ?!!
Bi rastî tevî ku ez dijî hindek Kiryarên îsraêlê me jî , lê mixabin Kurd
ne îsraêla dûyemînin ji ber ku Kurd hîn negihîştine Asta Miletê îsraêlê
. ne di warê Sîyasetê da û ne di warê Civakê da û ne di warê Demokrasîyê
da ?!
Eger em wek Miletê îsraêl bûna.....
meyê hindek Ders û Azmûne ji êşa xweyî dirêj ( bi sed salan) hilgirtana
û fêr bûna !!?
Eger em wek Miletê îsraêlbûna.....
me Dijminên xwe ji xwere nedikirin Bira û Dostên xwe ji xwe re nedikirin
Dijmin !!?
Eger em wek Miletê îsraêlbûna.....
meyê heya niha Ereb , Tirk ,Faris ji Welatê xwe derxistana !!?
Eger em wek miletê îsraêlbûna.....
me ewqas şerê hevdû nedikir , me Guleyên xwe di Sîngê Birayên xwede vala
nedikirin ...
Eger em wek Miletê îsraêlbûna.....
meyê komên Nişteciyên xwe li nav erdên Ereban çêkirêbana wek ku îsraêl û
Ereb dikin
(îsraêl di Erdê Filistînîyada ) û ( Ereb di Erdê Kurdada ) - Zinara
Erebî - li Kurdistana Sûrîyê!!?
Eger em wek Miletê îsraêl bûna.....
îro emê ne Dijminê hevdu bûna...
Mixabin ...Mixabin em ne îsraêla Dûyemîn in!!??
|