LEHIYA QAMÎŞA
Ciwanê ABDAL
Efrin.net 25. 08. 2005
1 – Gihayê Sor
Yên bûyer dîtin dibêjin: ku çawa Bedro li ser riwê avê palda bû, û noq
nedibû binê avê.
Hin giha li ser singa xwe danîbû, û li hawirdora xwe jî raxistibû, tenê
av şelûbû ji hêza tevdana pêl bi pêl bi çem ve tê, destek li bin serê
xwe danîbû û yê din li ser singa xwe bi gurzek gihayî girtibû, yên dîtin
dibêjin; Qene wê gurza giha nedihişt bin av bibe, mîna depekê rahişti bû
wî an di kelekê de razayî bû..
Bi çavên xwe ew dêner dîtin, piştî du rojan û şevekê Bedro di bin avê de
mabû, ji êvarî berî ro here ave.. kes pê nehisî ya ta roja din ku lehî
rawestî ya, çimkî wekî hercar kesî lê nepirsî û ji ber tav û baran jî ji
hev neqetiyan, bi saloxa ew di kozika xwe de ye.. dilîrîne û halana di
riwê tav û birûskan de diqêrîne, erê koz-mala wî li rex çeme, ta bû
gasîna tevgera wî, tenê wê êvarê baranek buharî meha avdarê dibariya li
herêmê, deşt û çiya tev de dabû ber xwe .
Ehwa tê dîtinê Bedro kiras hilkirî û dawa wî di dev de, xwas û çîq
hilkirî ew gasînê bi gav dike, li qiraxa çem ahwa sed gav ji hev tep û
dûz kiribû.. û ger yekî biyan bi wirde bihata an hin şivan çend berx û
mihên xwe lê biçêranda, dibû lewlewa wî û digot ;
- Yabo û yadê ..
Û lingê xwe li erdê dida û dibeziya wan, mîna tebakî çawa çêliyê xwe
biparêze.
Ehwa tê dîtinê.. li qiraxa çem û çem diçû giha didan hev, rêsî pê
çêdikir û datanî kêleka devê çem ber rokê, ku ziwa û hişk bike û di
roje-pêşan de bifiroşe an dagiş bike bi tiştin din ku jiyana xwe pê
bijîne, an bo terş û dewarên hirêmê. Tevî zil û qamişa jî didan hev bo
ava kirina banîyên xaniya û him jî rewaq û dîwara.
Belê ji mêj ve, ev der bû cih û warê Bedro, nexasim çem û qiraxa
teniştê, ewî giha jê didan hev, û jê çêdikirin rêsî û ben, û pir caran
xwe pê girêdida mîna darek çinarî rehên xwe berde bi zemînê ve, û li
newq û singa xwe girêdida mîna rextê şoreşgeran - pêşmerge û gerîlla - .
Ewî hertim taxa xwe paqijdikir ji kêsek û keviran.. û ji giha û
qirşikan, ku kelpîça jî dibere û çêdike, pêşî ehwa axa kendalê çem
diherifî û çimkî bi ber avê de diçû û dibû herrî .. rabû Bedro ewdera
paqijkir jê.. an cihoka ava çem veke û herrî ya kom bibû bide alî, ew
herrî li ber destê wî bû kêsek û tepik ta bûn rengê kelpîçan.. û li
rastê kom bûn, sînor û sîdana xwe pê lêkirin.. ta dawî zêde man li cem
wî, dan ber firotinê bi rêsî û zil û qamîşan re, ev kar dikir bo jiyana
ebûrî derbaske.
Bi xwe Bedro navûsereye.. pir bi nav sala de ne çûye, û her çav li bendî
riya Çarbiyekê ye, ew yara pêşîne.. ahîn û axîna keseran pêre dikişîne û
hay bi bayê felekê tune ye.
Belê.. ev tevde dikir tenê bo serbest û serbixwe be, nedixwest kes di
jiyana wî de çêyrê bike, bi rastî ev war bibû keşwera wî li deşta
Bar-ava, destpêka wî dest pêkir, li wê rastê xêz û sinor danî.. sînor
çêdikirin bi keviran, paşê bi keviran hilda û bi axê top dikir, û çimkî
nêzîkî kar-xana bilok û acira bû, perçê nîv~saxî didan hev û pê sînorê
xwe ava dikir, ewan dikir rofe û dibere hinek an çend mişar şûnkayî
diçandin, hino-hino û roj bi roj lê miqatebû, gelê wê taxê jî hurmet
jêre dikirin, hin bi kêfa wan bû û hin jî bêkêfa wan bû, lê wî herdu
qiraxê çem li hêla bakur û başûr, pêncî gav bi pêncî gavî ketibû bin
bandora wî.
Her jiyana Bedro bibû perçak ji wê hirêm û keşwarê, ji ber vê yekê diva
sîdanekê ji xwe re çêke, xwe biparêze ji tîrêj û tava rokê.. rabû daket
newala çemê kêm av, çemê demsalî diherike nexasim mehên buharê.. û di
quntaxa wê de çend bost û gava kola, û paşê dûzkir, û duvre bi qamîş û
zilê li ber devê çem şînhatibû da ser.. ta dawî ew sîdan bi ban û dîwar
kir.
Bedro bû dema xwe tev bi deyaxî dibûrîne, karê xwe di hevdana giya û
qamîşa qirş û zila de dike.. an li nav wê şînkahîyê digeriya ku hirêma
xwe biparêze ji kesên yên lê matmayî diman, ta nav lê kirin û gotinê; -
HevalCinne, û zaroka jî bandikirê û digotinê; Çavreşê Şevan e.!!
Carna li qiraxa çem rûdinişt û kenekî sar li rû vezilandiye, li herçar
ciha mêzedikir û diket mitala yara xwe, ya bi navê Çarbiyekê ku hîna
dûre ji hevdîtinê, ew yara çav-belek û du kezî berdane ser mila – bejn û
bala sing li ber, û tê bîra wî çawa carekê jê xwest were cem wî, lê bi
ya wî nekir û jê re got ; - Ta tu xwe bi hevde û serbixwe be !,. were
destê min bixwaze an were min birevîne. Çend awirê wê tujbûn xwe
berdidan dilê wî.. gazî dikir:
- Ho yarê ka tu li kuye ?!.
Û carna rûdinişt û dest datanî ber guhê xwe û deng vedida û dibiland ; -
Yabo û yadê.. min bêriya Çarbiyekê kiriye xwedê, pir kêfxweş bû ku dengê
wî belav dibe di rawestina şevêde, û bi ser piştê de paldida ta xilmaşî
xewê dibû.
Belê.. û dem mîna vî çemî dibûre û him jî di cih de dimîne, û sî.. kin û
dirêj dibe, demsal jî dizîvirin, buhar û havîn û payiz, payiz û vistan
dijwarin mîna ava bin kayêne, ezman tirş û tal dibe û him jî sayî dibe
piştî xwedê dabeşa xwe kiribe, çi ewrî be, çi baran û birûsk be.
2 – Sînorê Şîn
Yên bûyer dîtin dibêjin, ku çawa Bedro li ser riwê avê palda bû, û noq
nedibû binê avê.
Îro, ji dema piştî nîvro berî dema êvarî, ezman tirş û tal bû, na Welleh
birûskan dayê û bi dûvre baran bariya , teba û telûr xwe dane alîkî ,
çol û kolan vala bûn ji kesan, tenê dunya ber bi tariyê de dere, wiha jî
Bedro ji birûskên pêşîn xwe berda pelpelûkê qiraxa çem û xwe dahêşt
kişwera sîdana qamîşê xwe.. ku xwe biparêze demekê ta dema baran
raweste, deng pêket û bilîya ; -- yabo û yadê ..
Li perê rê li rexê din, malbata Bedro ne xasim dê û bavê wî, dilê wan li
cem wî bû, çilo bû û çawa bû.. Û çendî dayê jêre digot;
- Law Bedrxan bese.. veregre mal, ma tu çi dike li wan çol û newala..
heval ya beqan dike!.
û bavê jêre digot ; -- Lawo wek tu dizane, lê li xwe miqate be,! çi bi
te xweşe bike bê şermî.
Lê bê sûde ye, ji ber bi ya wan nedikir ku li mal vexwende.
Dem bi çaxa xwe re dibûre wek hercar jêre bûye.. pêlek baran, pêlek
rawistan, Bedro ne xema wîye di kure hat di kure çû ?.. tenê li kişwara
xwe miqate bû, vir hildida, wir ax dida ber ku sîdana qamîşa xwe
biparêze, û zimanê wî dibêje ; -- Yaboo û yadê ..
Li perê din li SerXetê, sînorê bakurî sîdana qamîşa, li hêla quntaxa
çiyayê Nêrmê (Mêr-dîne) tava baranê xuşîn û xumîne ev roj û daneke li dû
hev dibare, av bi limişta xwe dikele, gelê wê taxa jorîn pir pira û
avbir amade kirine - xwedê girafî – bo çand û zevîyê havînê, belê.. bi
dû rojek barandin ew pira û avbir mişt av bûn, berpisyarê koçela
çandiniyê, ferman da piştî guftgoyan bi endamên xwe re, ku avê bi çem de
berdin berî pira–avbir û mal û terş - li ber lehiya ava şelû re herin,
ew limişta tev qirş û pişkul û termin, ber bi jêr de berdin Bin-Xetê,
mixabin ber bi sîdana qamîşê Bedro ve.
Yên bûyer dîtin dibêjin: ku çawa Bedro li ser riwê avê palda bû, û noq
nedibû bin avê û çawa xwe girêdabû bi sîwana xwe ve.
Hîna hinek ronahî li erdê bû, çem bi xumîna avê awaz dibû wekî hercar,
lê heger piçekî zêde bû, tevlî awazên baranê awazek reş lê dida, û berî
av pehn bibe li binê çem, ku ew av nagihêje kişwara sîdanê, Bedro ji
kozika xwe derket perê avê ku hinekî rê jêre bikole an riya avê
biguhere. Bi ruhniya mayî li jor, û bi ruhniya birûskên vedidin, Bedro
xwe li pêş de hilkiribû, nigek li vir û yek li wir, geh ketin geh
şematok, berî deh gavan bi rohilatî sîdanê de dixebitî, şikêr çêdikirin
da bide ber lehiya xayiz .. û stirana dawîn hiltê û datê ser zimanê wî;
- Yaboo û yadê-ê-ê..
Dem li vir hate guhertin, nema wek hercar dibûre di cih xwe de, tenê
bûyer li ser serê Bedro digerîya, û wî jî xwe kêm nedikir.. her tiştê
wiha jî nedî bû, lê resenê wê çak bû, bê dixsî û bê revdan berxwedana
xwe dikir, û dibere stirana xwere digot;
- Yabo û yadê-ê-ê.. min bêriya Çarbiyekê kirye xwedê-ê-ê.
Geh li vir û geh li wir, dawî rabû xwe girêda bi rehê gihayê xwe û bi
wan zil û qamişa ku liber avê nere, ew rêsîyên pêçabûn ku danîbû qiraxa
devê çem ber rokê hişkbike û şînkaya çandibû danhev ku deyne devê avê,
an ji keda wî bixwe û têr bibe , belkî riya avê ji ser xwe bibe alî. Bi
lezûbez, ji perê çem gurz bi gurz keda rojan dida hev û tanî datanî ber
devê dawê şîpa ava ji dûvre dibe lehiya çewt û li zevîyên pepûkan
diçêre.
Her dem dibûriya çare nedima, rê teng dibû, xebat bê hêz dima, û bi hêrz
Bedro zil û qamîş û him jî rêsî rêzde dixistin ber riwê hêza ava şelû
de. Tenê ruhniya malan ji dûr jê xuyadikirin , û deng biliyabû ji bilî
xuşîna avê û xumûna baranê û virçiqandina av û herrîyê li ber lingê wî û
helk-helka bihna wî, çend cara çavê xwe dizîvirand û lê dinerî, lê
mixabin deng dûre û rê winda ye û şîpa lehiya çewt bi xurtî dibeze.
Belê.. geft-lfet li dare, ew zil û qamîşê Bedro kiribûn sedd û avbir li
ber lehiya avê çûn bê sûdebû , çendî dihejiyan û Bedro bê hedan hinekî
din di ber de ew diçikandin û rêsî top dikirin, kelpîç jî didanhev ew jî
dixistin dîwarê seddê tev perçên bilok û keviran, ew danhev ji sînorê
xwe, av nerawestiya her diber re diherikî û zêde dibe, ta cilikê hundirê
xwe jî kom kir li ber danî ku riya avê biguhere bi rêyeke din ve, û xwe
û kişwara sîdana qamîşê biparêze, lê lehiya çewt an ne lehî tenê bû..
tevlî dixsiya Tirko bû, yên perê din ji çem dagirkirine, çimkê ava sedd
û avbirê vekiribûn bi serde?!.
3 – Kişwera Sipî
Bedro bê hedan li berxwe da û diran di dev de diqiriçî, ta'lî û zirav li
ser ziman e, li dora xwe nerî, li car perçê perçekirî, li erdê nerî, li
herdo perê qiraxa çemê deşta Nêrmê nerî, an li serayên li vê hêlê
avabûne, û li malên li hêla din koçbûne, û dawî li ezmana nerî û berî
ken bide ser, devê diran diqirçand, mişt girêz û kîn.. bi ziman ji ber
dirana tûk mêt .. û tûkir ;
- Tifû çerxa felek.. ha ha hey.. ez tenê me yara Çarbiyekê perçekirî..
*-*
.
Yên bûyer dîtin dibêjin û dibilînin: ku çawa Bedro li ser riwê avê
paldabû û noq nedibû binê ava şelû.
DAWÎ
|