Lehiya Mezin

 

Xalid Bişar ME'MO*

Efrin.net 24. 08. 2005

Buhar derman û hêvîne
Ceger hesin Apoçîne
Şopê dibin veger nîne

Kar û xebata ew dikin
Ceng û şoreşa vedikin
Bi hiş û raman û zanîne

Li welat û milet xwedîne
Yan kuştîne, yan girtî ne
Hebî kurdistan ew jîne

Tev himet û hîm û hêzin
Tiving û şûrê dirêjin
Çare nîne, bi serketîne

Dilop dilop, xwînê didin
Agir ji agir vêdixin
Karê wan her li dijmin dixin

Roj ji rojê geştir dibin
Mafan bi destan derdixin
Hin bi hin alê radikin

Destarê dozê digerînin
Pêşde gavê mezin diçin
Serxwebûnê ber bi xwet tînin

Demê bi xwînê wê derînin
Tînin pê xweş dinvîsînin
Heta Kurdistan bi cih bînin

Mirin, kuştin kirin jiyan
Mirin, ew mirin çiye lo
Dengek tê ye ji bakuran

Dibê: Kanî, ka kurdistan
Gel rakirî li ser piyan
Liber xwe didin bi serhildan

Ar û ba ne, pêt û volkan
Felek divête bidî van
Berî çêbikin yek tofan

Jiber mafê wane Kurdistan
Kurdistan Pe.Pe.Ke , Apo
Bijî gelê min, dibakin..

Bela, bela em Apoçî bin
Bela, bela em Apoçî bin
Barê giran şêr tên radikin..

Bela, bela em xwas bin,
Bela, bela em tazî bin
Bela, bela em birçî bin


*Helbestvanekî Kurd, Ji Başûrê Rojava, ji bajarê Dirbêsiyê ye

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]