HEZAR Û HEZAR SALAN
DIYARÎ HANNAYÊ, ÎLHAMA MIN Û VAN HELBESTAN
Husein Muhammed
Efrin.net 21. 08. 2005
MAÇ KESÎ JI MIRINÊ RANAKE
LÊ DIKUJE...
-1-
Gula çolê,
Gula geş,
Gula min!
Rondikên min
Dê te avdin,
Leşê min
Dê bo te bibe ax,
Gula min a geş.
Divê bimirim
Da leşê min
Bibe Tu,
Gula min.
Da deynê xwe
Bidim jiyanê,
Gul-cana min.
Dema bimirm,
Bila şêr û gur
Min biperritînin.
Xwîna min dê bibe sorgul.
Dema xwîna min birije,
Ezê semayê bikim
-2-
Hezar û hezar salan
Li vir darek hebû
Ez ew dar im
Ya hezar û hezar salan
Li vir bû
Piyên min
Bûne
Rehên kûr
Destên min
Digihin esmanan
Leyla-aa-aaa
Li te digerrim
Mîna dara li vir bû
Li te digerrim
Dara hezar û hezar salan
Li vir bû û bi te şewitî
Xweliya min
Dê xwe bigihîne Te
Êş
Ji çavên rojê korkirî
Destpêdike,
Digihe
Leşê rojê şewitandî.
Êşa bêhedan
Janê difetisîne.
Dijîm
Ev im
Li berriya bêqirax dinerim.
EV HELBEST JI ALIYÊ EBDULREHMAN EFÎF VE, JI BERHEVOKA HELBESTVAN
(BEXTIYARIYA BENDÎXANEYÊ) HATIYE BIJARTIN.
|