BIHEVRE LI BIN EWREKÎ


LUQMAN DÊRKÎ

KURDMANCÎ: EBDULREHMAN EFÎF

Efrin.net 21. 08. 2005


Emê bihevre bin
Paîzê ...?
Li ser pelline zer
Li bin lingên me
Dinalin
Dê ba porê me bihevre
Bilivîne...?
Wê Te sar be
Û dê bi ser Te dakim
Çakêtê xwe...!?

Paîz hat
Û pellên zer li bin lingên min ahîn in
Û pelline dî jî dinalin
Û ji min pirsa Te dikin

Emê bihevre bin
Li bin ewrekî reş...?
Baranên zivistanê dibarin
Şildikin kolanan û tirimbêlan
Û birêveçûyan
Bê Te, bê şemsî
Şilnabim
Li bin baranên zivistanê
Ez

Bêhnçikyayî eger hatim ba Te
Bo hemêzikirina min
Vemeke destên xwe
Û Te hemêzkirim ez eger
Nehêle serê min bikeve
Ser sînga Te
Bide min xweşiya derenghatiyê evînê
Tama tiliyên poşmaniyê
Di nav diranan de

Payenakim xwe
Bi şanoya xwe
Bi kenê Te lê...
Payenakim xwe
Bi helbestên xwe
Bi hêsirên Te lê...


Piştî Te
Di qiçîna germa xwe de rok
Ne ruhnî bû lê sibeh...




Şaştiyê bêriya wê dikim
Da bi min de bixeyidî Tu
Bo Te me
Bêrîkirin
Reyandina xembar
Im...!


Gurê pîr im
Di mala xwe de
Vala ji hestiyan

Jiya li vir
Li qurçika
Navê wê laşê wî ye
Çima we meytê wî nesotand
Fêda vê tirbê çi ye...!!
Ger hêsirên Te bi tîn
Bi ser de nebarin..!?

Geriyam
Nepeydand min Te
Di wan rêyan bixwe de
Çûyî Tu
Şopên gavên min
Li bin lingên Te
Diêşiyan...

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]