Piwazk
NESRIN TELLO - Qamişlo
Efrin.net 15. 08. 2005
Ez derî venakim Ji nûve zingil lêdide …bo çi ez deri venakim? çendî
min bêrîiya wî kirbu.çendî min rojê Bilindî dijmartin hûrdem bi hûrdem!
da kengî birêkeve.
Ezê vekim. ji çavîka derî dinêrim. Ew bixweye, Bi êkcarîya şikbûna
xweye..rawestîye li hévîya min . jenîné jîyané kusb di be di rewana minî
şîn..sûlavé jinê di rehê min de ji nûve digere..vênên min bê sînor
dipişkivin . Ezê derî vekim dengek nevî ji hindrê min tê (Derî bi tenêye
di nav bera şerina Avêne u Şerina Obaîi).. pût dibim li pişt derî
..Dengé gavén wî li ser pepélana té, vedgerî. deng hin bi hin kém dibî
berze dibî.
nigin kevirînî bi dûx we ve dikşînim xwe li ser diwané davéjim mîna
termekî
Bo çi min derî venekir ?,,Ez ji Bilindî tursîyam ?,yan bo navê malbatê?
yan ne
Eveye rêka min divêt.?
Axxxx..dayê, ev çi dav bû? çima te ez amada kirm bo millananek ddorandî?
Diyare ku Baca nerîna te ezé pir buha bidim .ma bi rastî sûcé te çi bû
da bavé min jiné biser tede anî piştî pénc lawan û sê qîizan .?.Ma bi
rastî tu ne gelewéj bî? Kêmanîya te ligor dîtina bave min, ku tu û wî
hûn hevsalî bûn di temenê xwe de
çendî xwe xapand dema bawer kir ku dem li te buhirîye lê rêka xwe pê ne
xistîya .Jiber hindê te divêt şî ji jiné bi gelekî mestr bit da jin tu
car li hember wî pîr nebit
Her wesa te desturekî danî ji paşaroja min ji nav mijé problima xwe
.Valabunek di
Dilé min peyde bibû ji ber bavé min bi zavatîya xwe daketibû û daika min
di mendehoşîya xwe berze bibû .Lé Bilindî demkéşa xwe saz kirbî li gorî
xweperestîya xwe, û daket meydanè di demekî babet û di bin isandina
xeleka Sulitér û gerdenîya Almaz kesek ne şiya bî bist salén di nav bera
me de bibine , û ne mey ya di rehé wî digere ji dévla xwiné .
Di wé demé dutmam û qîzén xala çendî ji min di dexsîn ji ber bawer kir
bîn ku ez lehengèe vè dîrokè me , lè hestèûè min jimir digot ku ezm Mî
ya qurbanè
şeş sal buhirtin édî péwend di nav med hatin ve birîn, ji ber Bilidî ji
roja roj zilamek hizrî bû , û dan û stendina wî bi min re mîna zilamè ku
ji zik dîroka der hatiya , lê qîza şanzde Salî çi hêza wè hebit da ber
xwe bidî di nav malbatekî hiş bend bi Protokolèin Kevnare?
û îro ez rexûrégirtî me ,bi nerînén Mehyar ye kû bîira gelek ti$t dibi û
Mîrava deh behar ya ku bi kèmanî gehe$tîye ku seqekî ne xurist li male
peyde biye .lè Bilidî ta roja îro rewşen bîrîya wîi jeer nebî mehder da
ew dûr bixîne ji sînoré klasîkî ji hèla jinê .
Min divèt ez hejî cot bikm lè gîsné min li hîmé razén malbata rézdar
dikeve ,û ez Ne sêm hesté suxtê yén wî (mirîdin wî) bişkînim .
Anho bo çi sînaryo pey hev téte ber çavén min ? bo çi pirs li min
dibarin.mîna ku îro Roja Alestê ye? Ma ezê jimaryarî bi kêre bibînim
?..Bi bavè ku emrè xwdè kir piştî Sè salan ji zavatîya wî...? yé xwskek
jimer hist,da şopa şaştîya wî neyé jibîrkirin.
Yan bi dayka dilè wè maya li ser mûkî?
û yén mana ez bawerim ku hilma sotbûna min giha wan tev durbune qonaxa.
tiştek maya min pe dirkin ne kirye (pisporiya Bilindî di vemrandina dilè
min nunek bi nun ) u ne haydariya wi ji ciwanîya min ji ber eweye gireka
wi u piwazke xweperestîya wî tède diyar dibe reng bi reng .
|