Ez û Te

 

Mahîn  ŞÊXANÎ - Dirbêsiyê

Efrin.net 07. 08. 2005

- I -

Ne xeme
Go zivistan tune be
û kulîlkên biharê vene be.
Ez û te
ji hêsirên çavên xwe
Zemîna welatê xwe
Şîn û geş bikin.

- II -

Ne xeme
Bilûra şivana bişkê
Yan winda bibe
Ji evîna me
Saz û awazan
Emê lê din

- III -

Ne xem e
ku dil-reş
şevê li xwe bipêçe
Demek wê bê
Roj wê derkeve
Wê gavê
Dilovaniya min û te
Li ber çavan
wê xuya bibe

- IV -

Ne xeme
Go maf winda be
û
tirazoya dadiyê xwar be
Demek wê bê
Ez û te
ferên vê tirazoyan bin
û
mafê gel wek hev
Li wan vegerînin !

- V -

Ne xeme
Go ez û te
Ji hev cuda bibin
Demek wê bê
rewaê min û te
Li ezmanê Kurdistanê

Bigihên hev.!!

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]