YARA BERÎ QEHWÊ, BERÎ GÎHÊ, BERÎ NIMÊJÊ, BERÎ SÊVAN
Û BERÎ FERHENGÊ[i]
Hoşeng Broka
Efrin.net 26. 07. 2005
Destpêka sêvan e
Navê hatina Te
Destpêka hîro û yasmînan e
Pencereya ji pêjna
Endekoya
Sînga Te
Destpêka gulgeniman e
Demsala ji wexta
Destên Te
Destpêka naqosê ye
Wexta sînfoniya derengî
Laşê Te
Destpêka baranê ye
A
Navbera
Cotkê
Memikên Te
Destpêka sûlavê ye
Ko xwe davêje hemêza
Herdu destên min
Yên ji bîra
-Darên herherê-
Yê ji-vodkayê- heta bi –vodkayê-
Dîn û dîîîîîîîîn
Porê Te
Destpêka gezo ye
Gezooooo
Çinîna şekir
Ji lêvên Te
Destpêka – Sîpanê Xelatê- ye
Ko ji kovîtiyê diçe kovîtiyê
Rabûna navê Te
Destpêka xecxecokan e
Çaxê kamilbûna
Birîna Te
Destpêka kewan e
Kewaaaaan
Xwîna Te
Destpêka hechecîkan e
Koçkirina aliyan ji tiştên Te
Destpêka bêrîkirinê ye
Çîvçîva çûkan
Wexta sîng û berên Te
Destpêka kathejmêrê ye
Ko ji bendemanê diçe bendemanê
Derengî navê Te
Destpêka peyivînê ye
Hezkirina ji Te
Destpêka meyê ye
Meyêêêê
Ko ji noşê diçe noşê
Navê tazîbûna Te
Ûûûû.......destpêka azadiyê ye
Azaaaaadiyê
Razana hemêza Te
A germ
Û germ
Hey yara berî qehwê
Berî gîhê
Berî nimêjê
Berî sêvan
Û berî ferhengê
– De were!
Û bi hatina Xwe
A zû re
Tam bi qasî navên Xwedê
Ne kêm ne jî zêde
Hezar nêrgiz
Û nêrgizekê
Di xwîna min
Ya wek Te
Zû
De vêxe!!
JI HELBESTPIRTÛKA WÎ YA BI NAVÊ- YA JI SÊVAN Û WÊDETIR- WEŞANÊN PÊRÎ
ÇAPA YEKEM 2005, HATIYE BIJARTIN.
- BIJARTIN: EBDULREHMAN EFÎF
|