DIRIM BÊRÊ, XWEZÎ EZ ÇÛBAMA KEMANÊ…
FANTAZYA - 4 -
EBDULREHMAN EFÎF
Efrin.net. 26, 07. 2005
Divê ez xwe li ser mişextiya xwe bidirêjînim. Divê xwe li ser têla
kemana êksîla xwe bidirêjînim û- biêşim û li vir im. Li pêşiya min dengê
kemana Chagal. Ronahiya kevirê êşê!
Dibiriqe mûzîka nalîna kemanê, min dirêjdike hisreta têla wê û digirî û
dilerizin hêsirên kemanê- Feqîrek çekqetyayî berra dû bilbilekî
dide..Feqîrekî nanê wî tinneye, berra dû nalîna perîkê bilbil
dide..bazdide û bilbil jî bazdide, nagihê ti derê. – Dîsa keman ji
qirika bilbil têxwarê, vê carê giran.. hestiyên bilbil ji nalînê û êşê
dişikin û xwîndibin. – Bilbilê wek qirika kemanê û mişextiyê… xwe dide
ber nikilan, dilê xwe diperritîne! Ax- Newal û dar û keçika rûgul
Ax- Qirika min ji nalînê diperrpite…Ax
Bilbil ranahêje bêrê û karnake, li malê, li metbexa xwe rûdinê û li
tabloyekî Chagal dinere. Li çiçikên pîrekê dinere- ger li vir ba, minê
zimankê xwe bi damarên rehnên wê ve bixijiqanda, minê nikilê xwe li serê
memikan bidaya, minê perîkê xwe têxistana qubalê û ezê tazî bifiriyama
ser gula nava wê, minê xwe li ser daniya û bistira- Jê jiyan vexwara-
bes bû, dirêkirina min li ser mişextiyê û tenêtiyê…!!
Bilbil ranahêje bêrê, ne karker e, ne ker e!!! Bilbil radihêje gula
çilmisî û wê di ser xwîna qirika xwe re dibe, xwîn hîn xurttir diniqute
ji striyên gulê- Lanet li kar bê, bijî strana xwînê…
Ezê kodika vê kemanê vekim û têkevêmê…ezê xilqa vê kulîlkê vekim û
têkevêmê…- ezê têkevim baranê û bibarim bi ser muzîkvanê kemanê de, li
mişextiyê, wextê tenêtî û feqîrî dibare- wextê bê kar im, bê pere û
hezkirin im. Wextê birçî me, çêtir distirêm û wextê di kodika kulîlkê de
me, çêtir xwîn ji qirka min dibe helbest û wextê di qirika min de dûrî û
bêrîkirin dibarin, bêtir im û rasttir im û bilbil im…
Ezê perîkekî deynim ser memikê vê keçikê, yekî deynin ser navka wê, û
rehnên wê bialêsim, ezê destê xwe di ser zikê wê re bibim û bi şev pêde
ezê lê binerim û xwe pêve bizelqînim. Keçik digirî- ger tu têkevî min,
ezê ji te hezbikim û divê li cem te bimînim û nan têra me herduyan
tinneye!!
- lê stran hene û zengîniya feqîriyê…kulîlk hene, daristana nêzîkî mala
min heye, du kevir hene!! Dengê kemana xerîb heye, destên min hene, çav
hene, baranê bêhndikin…û êvar hene û çayê heye…
- li cem dilê min bimîne, keçikê, da belenegazî û hejarî û feqîriya xwe
baş nasbikim û bikaribin bêjim- Ez feqîr im, hejar im, belengaz im,
mişextkirî me… lê tu, xweşkê, li cem min î…!!
- li cem min bimîne, rûgulê, bo perê min çênebin û bo hezkirina min bi
feqîriya min re bimezine, bişiyare, tim li hemberî min be, û strana min
bi xwîn be!!
- li cem min bimîne, da ez nasbikim, laşê min heye, û laşekî xweşik e,
tiliyên min hene û tiliyine spehî ne, çavên min hene, û bedew in…ev giş
ji te re ne…bera feqîriya min hîn bipirre, bera nanê min î heye,
nemîne..bera tenê li ser avê bijîm û diber daran re bimeşim û bibêjim-
min tiliyên xwe dane keçikê..çi ez dewlemendîm, min çavên xwe danê, çi
ez bêtir jiyanê dibînim, bê çav!! Min destên xwe danê, çi bêtir dikarim
karbikim û min jêre stra, çi strana min xurt e!!! û jêre mirim, çi sax
im, di kodika kemanê de, û zengelorka min tije bilûr in û tije, tije me….
Bêra kar li tenîşta min e, sûretê kemana Chagal dinale li ber ba û ez
çayê vedixwim. Dirim bêrê û bi rê de, li kulîlkên zer, ên devê rê
dinerim- xwezî ez çûbama kemanê. Dirim tenêtiyê û xwezî ez bihatama deng
û muzîka dar û baranê. Dirim xwe û diêşim û xwezî çûbama keçikê û porê
wê û pêsîrên wê. Çiçikên sor in, wek qirika min î xwîn, wexta difirrim û
distirêm û mişextî xelasnabe!!!. Perîkên min dikevin û dibetilin…lê
muzîkvan hîn xurttir benê darê xwe li ser têlên kemanê didewisîne!!
Keman dinale…xwîn ji têlên wê tê…xwîn diniqute jiyanê.
|