Dema Serxwebûnê
Xalid Bişar ME'MO*
Efrin.net 19. 07. 2005
Ta bi kengî ji ber fermana emê bibezin
Dem hatî guhertin serxwebûnê bixwazin
Serxwebûn tê bi yekîtî, ey partî , rêxistin
Bo gelê Kurd, Yekîtî ewe serokê mezin
Ji Curnê Reş- Şêxê xanê kelha berxwedanê
Ey Kurdîno; Ez bangdikim Kurda li cîhanê
Pêşmerge bin, girêla bin, li deşt û çiya bin
Wek bav û kala, wek şêra bin li meydanê
Li hember sitemkar û xwîn mija amade bin
Bê tirs û pirs xwedî derketî li doza xwe bin
Xweş zanibin, ku dijminê we hemiya yekin
Zinhare, tucar û tucar bi wan bawer nebin
Binêrin çawa Ereb, Turk, Firs li we bikînin
Yek par, Fêdraliyê ji Kurda re maf nabînin
Lê.. ew sînorê nav çar perça emê hilînin
.. Doza herî mezin li roj~hilata navînin
*-*-*
Ji Başûrê Rojava ye, Ji Bajarê (Dirbêsî) ye.
|