Nûjen îro pir şa ye

 

Diljîn Robarî
Serastkirin:Bavê min

Efrin.net 20. 07. 2005

Temenê min 11 ne, xûşka min Nûjen heyşt salî ye, em ji sala 1999 an de li Almanya dijîn.
Nûjen îro ji dibistanê bi şabûneke taybetî vegeriya mal,bavê min, ji xûşka min pirsî, ka ji me ra bêje, xêre îro tu pir şayî? Nûjenê ji me ra got, min îro bi ya xwe kir!!!
Me dîsan ji wê pirsî, ka bêje, bêje Nûjen! Nûjenê weha dest pê kir” mamosta me bi me ra got, gereke, her yek ji we ala welatê xwe nîgar bike, paşê her şagirtekî û şagirtekê ala welatê xwe çê kir, pişt re mamosta me li ferhenga welatan nêrî, ta ku zanibe, kê ji me rast an şaş çêkiriye.
Li dawiyê, ewa hat cem min û li ala min nêrî, û yekser keniya û bi min re got: Nûjen; Te pir şaş çêkiriye!! eva ne ala we ye, li cem min ala we bi rengekî dî ye, te ev ala ji ku aniye?
Nûjnê bi mamosta xwe re got: kanî tu wê alê pêş min bike, mamosta xanim Hûfler yekser ji Nûjenê re got, va ye ala Sûriyê, Vê carê Nûjen di bêjê, ez xeyidim û kenîm, û min gotê ez Kurd im û welatê me, navê xwe Kurdistan e, û ew ala ku tu pêş min dikî, ya Sûriyê û Ereban e, lê ez Kurd im.
Xanim Hûfler bi Nûjenê re got, va ye hevala te (......) Kurd e û ji Turkiyê ye, lê wê ala Turkiyê nîgar kiriye,lê Nûjenê weha lê vegerand:ez
dibêjim, belkî ewa ne Kurd e, eger ewa rast kurd ba,ewê alek wek ala min çê kiriba.
Vê carê wê keçê bi xwe gote me hemiyan,belê, belê ez rast Kurd im, lê ez zimanê kurdî nizanim, dê û bavê min bi me re bi Turkî dengdikin.
Nûjenê gote wê: ev ne gunehê min e, lê ev ala rengîn ya me Kurdan e û welatê me jî navê xwe Kurdistan e ,û tu hevalê... here bi dê û bavê xwe re bêje! Bila we fêrî kurdî bikin! Lê mamosta wan hîn dixwaze, ku Nûjen ala Sûriyê nîgar bike, çimkî ala Nûjenê di pirtûkê de nediye.
Nûjen dibêje ez pir ji mamosta xwe qeherîm, min xwast ez bigrîm,lê min dîsan bi mamosta xwe re got, ez dixwazim ala xwe di nav yên hevalan de blind rakim.
Xanim Höfler bê çare ma, û li dawiyê bi Nûjenê re got: eger ev baweriya te be, here tu çi dikî bike.
Nûjen hildipeke û ala Kurdistanê Li dibistanê hildide jjjjjjjjoooooooooorrrrrrrrrrr û dibêje bijî ,BIJÎ KURDISTAN.

Têbînî: Ev ne çêrokek çêkirî ye, min hêmî ji devê xûşka  xwe girtiye.



15.07.2005

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]