Hawara deng bilind
 

Kamran SIMO

 

Efrin.net 15. 07. 2005


bêje
zayîne
pençeşêra
li zeviya heskirina min
şex dayî
ji her kesî re
bêje
li hev parkirine
tenêtiya gundan
şêwê
bi cih hiştine
bîranînan
li şadiyên kûjeran
sema meyî nûşan
êşa
kûştine hêviyê
bêje
bi stranan
xoşewîstiya min
bêje
bi kovan kêşan re
govend girtina min
destpêke rêwîtiya şad
pifkirine pêlên
xwîna wijdanên mirî
ramûsanên
di lêvên mirinê de
gul pişkivandin
bêje
derza dil
ji xeman
ji bejnbostên xwe yezdan regihandî re
li ser secada dest bixwînan
ne çûne secde
li ayînên
cenazên hêviyên mirî
ne giriyê sexte
û li paş lehengan
nebûme şirîkê
îske îskên
qelabalixên bêdeng
bêja
eyer tewanbê ev
ji gulebarê re
navê min
di serî de
binivîsa


16.06.2005

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]