BERA EV QITIK BES JI DEVÊ MIN VEXWE! EZ ZUHABÛM...
FANTAZYA(3)
EBDULREHMAN EFÎF
Efrin.net 12.07.2005
Bîr: devê wê vekirî ye, li helbestvanekî digere, helbestvan keroşkan
di bîrê de dibîne û çî din...!!
Bîr: de Emîna destê xwe bigihêjîn vî destê min î ramidandî, de tiliyên
min zeft bi wan bigire û li kefa dilê min di wan de binere- Ez mêrê te
me...! Ma dengê min ji hêwanê nabihîzî!!?
Bîr: hewş dirêjkî ye. Dara tuyê di ser re ye. Dara tuyê mez in, stêrkên
li ser spî û spî ne. Stêrk bi şev û bi roj li ser darê ne, mexeltên,
dipistpistin, radizên...
Razana stêrkan: devên wan nakevin hev, razana wan şiyarî ye, dûriya wan
nêzîbûn e. Û dengê wan ruhnî ye. Ew kevokên spî ne û bi roj difirrin. Bi
roj ji helbestvanan pêve kes wan nabîne. Helbestvan xwe reşdike, da
stêrkên spî bibîne. Ji bêrîkirinê dilê wî kesk e, ji bendeyiyê çavên wî
şil in. Li ber dara tuyê ye, li hêviya stêrkan, ranazê wek stêrkan...!!
Şiyariya stêrkan: wilo dûr li evîndaran dinerin û çavên xwe kildikin û
li ber mirêkê ne, stêrk ne bi dexsî di penceriya ezman re li evîndarên
biçûk dinerin. Çemekî li gundekî biçûk dibînin, zil pirr in li ber çem,
av diherike, û di avê de, keçikek û lawikek, sor, sor, zer, zer, kesk
kesk, kesk, kesk, di binê avê de. Av herduyan digihîne hev, ew nikarin
maçî hev bikin, av lêvên wan digihîne hev, ew nikarin têkevin hemêza hev,
av wan dixe hemêza hev. Maçek şil...mirî !!!
Mirî: li ber darê razaye, ji berî deh salan ve, ruyê wî bi jor ve ye, li
stêrkan dinere, bi roj jî wan dibîne- wek helbestvanan. Kê ew kuştiye!!
– stêrkan ...
Miriyê stêrkan: li bin dara tuyê ye, û berî hefiyekê dawet bû li vê
hewşê û ew ramidandî bû li vir, li cihê xwe, gêrik di ser ruyê wî re
diçûn û dihatin, şeraba dawetê ji destên zarokan bi ser de dirijiya. Û-
wî denynedikir, bi roj kesî ew nedidît û bi şev jî kesî ew nedidît. Wî
tenê dikarîbû bi stêrkan re biştexile...
Ştexalî: ştexaliya tasa himamê, wextê ew dîsa wê ji mirina xwe vegere,
ştexaliya stêrkan wextê ew dîsa wê ji bêdengiya xwe vegerin. Ştexaliya
tenûrê wextê nanê tenûrê yê nû û germ li dor wî bê raxistin. Ştexaliya
havînî.- Xalê min ji min re qitikek ji ser musim aniye, qitikek kesk
sibehê, sor êvarê, şîn bi şev û avê ji devê min vedixwe û stêrkên ketî
nikilê xwe li wan dixe.
Qitika bîrê û derrasê: xalê min - Medenî – avê difiroşe gundiyan- av
derman e!! Avê vexwin, ti nexweşî li we namîne. Avê li hewşê bireşînin,
ti bele nayên hewşa we. Ev av tiberk e!!
Tiberk: Bîr darek mezin têdê şîntê, dar ji avê derdikeve, û bîr nema bîr
e, bîr dar e!! qurmê darê wilo fireh e, noqa bîrê gişî ji xwe re dibe...-
Emîna destê xwe bavêje noqa vê qitikê bera bes ji devê min vexwe! Ez
zuhabûm. Wê bibe, deyne devê derî, belkî kesek wê ji xwe re bibe!!-
Emîna- Ma dengê min tê te-Qîza min!!!.....
|