Delîlao E’mer Lawo


[Ji berhevoka Socin û Prym]


Tîpguhastin: Cankurd


Efrin.net 12. 07. 2005

Delîlawo e’mer lawo, parçek e’wir î nabsayî

E’yşe çûye destê mîr Hilayî

Dêkê Reco xort e nûgihayî

Hatî kerwana Mêrdînê

Heçî mizgînê E’mero ji mera bînê

Ezê zêrê sere xwe bidim ser (ber) mizgînê

Hersê suwara li meydanê

Hesp qimar bûn ji xwêdanê

Mîr Hilayî li E’mero danî bedlê vê nîzamê

Ew Mêrdînê xweş Mêrdînê

Heçî E’mero berde ezê jê ra bidimê bi mêzînê

bira ji xwe ra bistînê

Ew Mêrdînê va li jêr e

E’yşê rabû çûye destê mîr Hilayî

Go: Mîr Hilayî li bextê te me

E’mero berde, tu bernedê, ezê bêm vê re

Mîr Hilayî gotiye qesra mezin bi derenc e

Ez E’mero bernadim, ji e’skerê gelek qenc e

E’yşê çûye meclîsê xweş e

Kevoka gerdengaz e

Mîr Hilayê go: (E’yşê) ezê berdim, lê şevekê cem (mi) raze

Go: Mîr Hilayî nabe nabe

Vê şuxul xerab e

Wekê tu qayîl be bira be

Dilê E’yşê bi derd e

E’yşê rabû çû cem mîr Hilayî

Şevik raza, E’mero ji nîzamê berda(yî)

Ew Mêrdînê va li jêr e

Serê E’yşê va bi zêr e

Şevê pêşî bûye jêr e

Ew Mêrdînê bê mesîl e

Melbûsê E’yşê ji h’elîl e (h’erîr e)

E’mero bi E’yşê xwe qayîl e…

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]