«Hûn navekî lê bikin»

Pirtûka Kurteçîrokên Dilbixwîn Dara "Penaber"

 

 

Dr. Zorab Aloian

Efrin.net 09. 07. 2005

Navê gotarê ji kurteçîrokeke pirtûka "Penaber" tê. Lehengê vê kurteçîrokê tika dike, ku navê wî yê rastîn neyê nivîsîn. Zorbeya penaberan jî weha ne: Bi çendîn nav, nasname û dawayên derew ew jahrê dixin nav tamarê xwe û gav bi gav ber bi xwetunekirinê ve diçin. 
Şirovekirina Wêjenerî
Dînamîka piraniya kurteçîrokên pirtûkê, kurteçîrokên Rojhilatê, bi taybetî yên wêjeya erebî ya nûjen, diînin bîra me:
Dîroka bûyerê (ango tiştên ku berî bûyera sereke rûdane)
Bûyer bi xwe (digel hêmanên berbiçav)
Derbasbûna zû ya bûyera sereke
Dawiya bê dawî (ango dawiya bê çareseriya derdê leheng yan nivîskar).
 Dilbixwîn Dara bîranînên zaroktiya xwe û yên mîna xwe ji devera Kobaniyê û penaxwazên Kurd li Almaniyayê bi şêweyekî nû, em bibêjin nûjen, diîne ber çavên me. Edebiyata qenc, bi giştî hunera qenc jî wisa ye: Mirov şêweyên teze, şêweyên ku di rojevê de ne û têne pejirandin wek alav dixebitîne, ji bo ku hestên kûr û ramanên herherî bi xelkê re parve bike. Li vir têkoşîna Dilbixwîn Dara tê sêrî.
 
Şanzdeh kurteçîrokên pirtûka "Penaber" girî û gazinên wêjeya me ya devikî di derheqa xerîbiyê, xurbetê, dûriyê de diselimînin. Dilbixwîn Dara lis er navê penaberan qîrîniya hewarê digihîne me hemûyan û lava dike, ku Kurd xwe ji axa bav û kalan veneqetînin.
Were em bicêrbînin, ji pênc-şeş kurteçîrokên cihêreng têksteke yekgirtî li ser bedbextiya penaberan ava bikin:
Sê hefteyan, hema bêjin tî û birçî di pişt kamyonekê, di sandiqeke tarî, teng û veşartî de mam. Her cara ku em digihiştin sînorekî û deng ji polîsên sînoran diket, ez di cihê xwe de ji tirsa dilerizîm û dibûm kulmek hestî, ruhê min dihat li ber devê min disekinî…
Du polîs hatin, ji min re îşaret kirin ku ez bidim pêşiya wan, ez birim odeyekê, berê min dane dîwêr, her du destên min bilind kirin, pantolon ji min danîn, ez şilf û tazî kirim, min çiqas fedî kir, ji fedîbûnê rûyê min mîna bacaneke sor bû, ew cara yekemîn bû ku ez xwe li pêşiya hinekan tazî dikim…
Dema ku ez gihiştim vî welatê ku min berê digot belkî buhuştek be, çiqas derewên mezin hebûn min kirin, ji ber mezinbûna wan derewan êdî min jî şerm dikir li îfadeya xwe guhdarî bikim…
Piştre min çû ji partiya ku min gotibû ez berpirsyarekî wê me, kaxeteke morkirî stand û bi hev re teslîmî mehkemê kir. Heya niha fêm nakim, bê çawa wê partiyê ew kaxet ji min re mor kir û tê de nivîsand ku ez berpirsyarekî bilind ê partiyê me û bi rastî hêzên ewlekariyê li min digerin û eger ku min bigirin - haşî we – wê min di qûna kûçikê re derbas bikin…
Gelek pirsên din ji min hatin kirin, lê min bersiva hemûyan jî ters da, hûn ya rast bixwazin min tevlihev kir…
Min mafê rûniştinê nestand û ji wê demê heya niha hema bêjin ez qaçax li vî welatî dimînim. Her sê mehan carekê rûniştina xwe dirêj dikim û ne diyar e kengî polîs ewê destên min têxin kelepçê û min li welatê min vegerînin…       
[Ew] reş dixebitî, her deqe tehlûke hebû ku xwediyê kar wî ji kar bavêje, ji ber vê yekê jî xwediyê kar çi bigota ew bêdeng dima. Ew bûbû mîna hêsîrekî, serê şefaqê ji mal derdiket, bi rojava re li mal vedigeriya. Nikaribû serê xwe bixurîne, axayên gundên Kurdistanê jî wiha li xulam û xizmetkarên xwe nedikirin…
Ne xeweke şêrîn, ne xwarineke xweş, ne aveke paqij … tiştekî ku mirov li wir bihêlîne peyda nabe. Xwarina ku Kamp li penaberên weke min belav dike kûçik jî naxwin…
Min hinek karên weke belavkirina rojnameyên reklaman, paqijkirina goristanan, zeviyan, axurên berazan, komkirina zibil û rêxa çêlekan … çi bibêjim, di otêlan de min avdestxane jî paqij kirin…
Piştî mehekê avukatê wî jê re nameyek şand û jê re got ku penaberiya wî nehatiye pejirandin û îhtîmaleke mezin heye ku polîs ji nişkê ve wî bigirin û bişînin Tirkiyê…
Ji tirsa hatina polîsan nediwêribû rakeve, ne jî diwêribû ji hindir derkeve. Gelek caran fikirî xwe bikuje, lê gelekî ji xwekuştinê ditirsiya…
Duh dostekî ji min re got ku polîsan ew girtine û niha di zîndanê de ye, wê wî li welat vegerînin.
Bi hatina vir meriv êdî carekê xwe dikuje – kuştina mêjî û dildariyê pêk tê û jiyaneke din, wek ramangîrê Alman Friedrich Wilhelm Nitzsche digot, ‘li derveyî qencî û xerabiyê’ destpê dibe. Gelo ev jiyana din, jiyana kambax ji kîjan rawestgehê bi rê dikeve? Dilbixwîn Dara weha şirove dike:
Ji bêkariyê, ji bêmafiyê, ji tenêbû û xerîbiyê, ji hesûdî û fesadiya heval û dostan, ji derdê filan û bêvanan.  
Eger ne henek û kenên dilteng bûna, mirov hew dikaribû li jiyana Kurdên welêt û Ewropayê mêze bike. Jê bêhtir jî, mirov nikaribû bi saxî û silametî di nav Kurdan de bijî. Henek, laqirdî, gelte û lixwerexnegirtinên Dilbixwîn Dara wîjdana me ji tengasiyên hebûnê rizgar dikin. Bi vî rengî delîveyek li ber me vedibe, ku em bihna xwe firehtir bikin, avê vexwin û ji alavên êgir dileşq bibin. Lê ji wê bêhtir jî, humora Kurdewariyê rista berxwedanekê dilîze, berxwedaneke li dijî derdesariya bê serî û bê binî. Ev berxwedana ji bona xatirê jiyanê ye. Niha em çêtir têdigihijin, çima di ramangîriya (fîlosofiya) Xaçparêzan de tê gotin: Yê ku diçerçire nêzîkî Xwedê dibe.
Dilbixwîn Dara wek wênekêşekî civata Kurdan – çi li welêt, çi li derveyî welêt - kul û kezebên gelê xwe di nav xwe re derbas dike û pê giyanê xwe dişo û tev me li çareseriya çandî digere. Belê, hema wisa ye: Di her kurteçîrokekê de cefa û ken, merivên bargiran û merivên devken ji hev ne cuda ne, ew bi hev ve girêdayî ne. Mînaka berbiçav di kurteçîroka "Şêx Mirîşkê Naxwe" de heye. Şêxê, ku jinên gund ji nexweşiyan qenc dike, pişta wan mist dide, lê beden û giyanê xwe ji wan cewaz dihêle – di xewnerojekê de dibe mêvanê axiretê û bi horiyan re şa dibe.
Di "Pira Sîratê" de xoceyên nû reve-rev ji gundê nebaweran dipekin. Pirsên gundiyên yeman, hevroşkariya wan e zîrekane, helwêsta wan e bi henek û laqirdî mejî û pêşbîniyên meleyan vala derdixin.
Bê guman, ev herdu têsktên binavkirî û hinekên din ne li ser penaberan in. Ev kurteçîrokên retrospektîv in : Penaber jiyana welêt diînin bîra xwe û rabirdûya xwe ji nû ve jîndar û nemir dikin:
Min birîna kevinbûyî careke din vekir ("Negirî, jiyan hîn jî xweş e").
 Hinde caran Dilbxiwîn Dara wateya bihnvedanê ji keserên penaberan dide bîranînan:
Berî vê bi hefteyekê malbata min hinek wêneyên xwe ji min re şandibûn, di nava wan de Mistik jî hebû. Dema ku çavên min li sûretan ketin, ev çîrok hate bîra min ("Solên Mistikê").
Di «Solên Mistikê» de Dilbixwîn Dara temaşekirina televîziyonê ji hêla zarokan ve wek êşkenceya zor nîgar dike. Zarokên, ku berê xwe didine mala Mistikê, li wir rastî hemû cure minet û bêsinciyê tên û ji bona xatirê temaşekirina televîziyonê gefan dixwin. Ne dûr e, ku parvekirina vê serboriyê rûpelên herî ciwan û payebilind yên pirtûkê ne. Di van hevokan de Dilbxiwîn Dara zimanê rojnamevaniyê, ferhenga rojane ji bîr dike û xwe diavêje nav deriyaya bîranînên deng, bihn, awir û dilêşiyê. Bi hostatiya xwe ew pir nêzîkî nivîskarê fransî Marcel Proust dibe, yê ku bi wêneyên bi vî awayî navdar e. Pêştirî wê, cureyê birêzkirina bîranînan li ser bingeha wêjeya cîhanî ava bûye. Bes e, eger em li romanên "Zaroktî" ya Tolstoya yan "Heftê salên min"  ya Mîkayîl Nu’eyme (ji Lubnanê) binêrin.
"Rojiya bavê min" jî nivîseke retrospektîv e, basa xweçerçirandina Kurdên bawermend di meha Remezanê de dike, gava:
ji tîbûnan zimanê bavê min bi ezmanê devê wî ve dizeliqî. Lêvên wî diqelişîn, çavên wî di kortikan de winda dibûn.
Helbet di kurteçîrokên weha de jiyana rojane lis er xaka Kurdistanê bi êş, kîn, gotinên neşîrîn û zilma bê bingeh ve tije ye. Merivên şevkor, nûçeyên beredayî, qerfên dirawseyan (cîranan), çêr û nifirên xizman. Bi gotinekê, rewşa ku Marx ji bo Hindistanê şirove dikir: ‘Herkes dijminatiya herkesî dike’.
Miçhimê peltek û heşsivik êdî ji xuleka jidayîkbûnê de seqet e, gelo çi pêwîstî hebû, ku:
dema ku zarok bû, mezinan henekên xwe pê dikirin û ew di nava civatan de dikirin qeşmer (Miçhim)?     
 Cewhera jiyanê li ku maye, eger:
Li wê herêmê evîn weke agir bû, tiştekî qedexe bû ("Hûn navekî lê bikin")?
 Axavtinên zilamên welêt jî nîşana bindestî û parçekirina Kurdan e:
Şeş heft kes li pêşiya dikanê rûniştibûn. Hemû jî rojî bûn. Ji xwe re diaxifîn, suhbet dikirin. Suhbeta wan vê care li ser keça meleyê mizgeftê bû, ew bi xortekî Êzîdî re reviya bû, û ew jî bûbû mijara şêniyê bajêr… digotin wî keçik revandiye û çûne Lubnanê ("Rojiya bavê min").
Lê tiştek bala me dikişîne û dilê me bi hêvî dike: Zarokên welêt bi kînê tevnagerin, ew di anv hev de dostaniya azad û dilsoz diparêzin.
   Dilbixwîn Dara şêweyê fantasmagoriyê jî li ser asteke serkevtî dixebitîne. Ji bo nimûnê, Hecî Wîskî ji ber sermestiya bêçare berê xwe dabû heccê, lê tema wî dîsan jî dikişande wîskî.
Di "Windabûna Nivîskarekî" de Dilbixwîn Dara bi rengekî nerm taneyan li Kurdên Bakur dide, ji ber ku ew bi zimanê zikmakî naxwînin û rêza rewşenbîran yekcar nagirin. Lê ew kevirekî jî diavêje mala wan nivîskaran, yên ku dîrok û siyaseta dewletê li ber çavan nagirin û rexneyên giştî li gelê xwe digirin. Hên li welêt, lehengê kurteçîrokê Dilyar digihîje vê hizirê:
Ji ber ku pirtûkên wî yên bi kurdî nehatibûne xwendin û weke yên bi zimanê tirkî fereh belav nebûbûn, dilê Dilyar ji Kurdan jî sar bûbû, di dema suhbetên edebî de ji hinek dostên xwe yên nêzîk re wiha digot: "Em Kurd nabin însan, li bakur em bi qasî bîst mîlyonan in, lê rezalet… belê hevalno rezalet ! Kesek bi kurdî naxwîne, qîmetê nadin zimanê xwe, kesekî ku qîmetê nede ziman, edebiyat û çanda xwe, de ka bibêjin wê ji bo welatê xwe çi xebatê bike ?!"
Bê guman, ev gazin di koka xwe de rast in. Lê seyr bikin, çawa Dilbixwîn Dara bi rexnegirê gel dikene: Bi kenekî tengawî û xemgînî!
Lehengekî din, herçend dûrî siyasetê be jî, di emrê xwe de li Cezîrê carek hatibû girtin û êşkencekirin. Lê ev bûyer jê re dibe nasnameya Kurdewariyê:
Ew diçû ku derê behsa berxwedana xwe û îşkenca li qereqola polîsan dikir… Her yekî ji aliyekî ve guh lê germ kir :
-Yekî weke te ku ji dest dijmin lêdan dîtibe, mafê wî nîne xwe bide paş ("Bombeya Şêxmûsê Mêrdînî").
  Hêjayî gotinê ye, ku hevîrê kurteçîrokên Dilbxiwîn Dara di çarçoveya pelseng, ango balansa wêjeyî de ye; di warê cîh û zeman de hevîrê têkstan lihevatî ye. Her tişt di cihê xwe de ye: Bûyer li himber gotinan, gotin li himber hestan, hevok li himber wextê vegotinê.
Di nîgarkirina têkiliyên di navbera neteweyan de li kampa penaberan li Almaniyayê, Dilbixwîn Dara tîran berdide Alban (Arnawit), Qerecî, Polonî, Alman û Kurdan jî. Bi sersamî em texmîn dikin, ku penaxwazên ne-Kurd bê rû ne, bê nav in, bê êş û derd in. Bi tenê aliyekî wan heye: Ew nûnerên neteweyan in. Rewa ye, ku ev nêzîkbûn di warê siyasî de ne dirûst be (political correct bi înglîzî û politisch korrekt bi almanî). Gelo Dilbixwîn Dara bi maf e, ku bi vî awayî helwêsta xwe li ser kaxezê bihêle? Lê pêşê em pirsa din bidin: Dadwer kî ne? Ne ev Rojavayî (li vir basa Almaniyayê tê kirin) ne, yên ku prensîpa rastgotina siyasî bala dikin, lê di heman demê de jin, zarok û zilamên ji zilmê reviyayî dixin nav rewşeke bêhurmet? Fermo, beşek ji wêneyên dojeha giyanî, ku navê kampa penaberan lê ye:
Di metbaxê de li ser dora çêkirina xwarinê jinan her roj bi porê hev digirtin û hev di nava avê de vediqevizandin, piştre jî mêrên wan bi hev diketin, hev didan ber kêran û birîndar dikirin ("Windabûna Nivîskarekî"). 
Lê belê, dîmenên natûralîst di pirtûkê de pirr in, belkî zêde ne jî. Ew carinan çavên me nearam dikin. Xuya ye, ku nivîskar bi wêneyên natûralîszmê ve bi mebest xweşawaza sohbetkirinê dişikêne. Lê helbet nivîskar karibû ne wisa kese û eşkere dada lehengan derxe. Ji bo vê yekê rengdêrên li ser tiştên din – wek çilmisandina belgan, rewşa hewayê û giriyên minminîkan – wê çêtir nêzîkbûna nivîskar diyar bikirana. Em bala xwe bidine çar-pênc nimûneyên ji kurteçîrokên cewaz:
Pozê wî dirêj û zirav bû, pirça poz û simbêlan di nava hev de winda bûbûn, guhên wî bel û pan bûn ("Solên Mistikê").
Navê wê Fatme bû… mêrê wê di şerê Qubrisê de miribû. Jineke piştxûz bû, poz bi deq bû, du diranên wê yên pêşîn zêr bûn, devekî mezin li ser bû, di nava lêvên wê de her demê cixareyeke vêxistî hebû, weke mêran dikişand, ji jinekê zêdetir teşbîhî mêrekî dibû ("Windabûna nivîskarekî").
Navê diya Rewşenê Gulê bû… Jineke qelew bû. Cixarkêş bû, ji kişandina cixarê diranên wê zer dikirin. Cixare ji devê wê nediket, rojê belkî pêncî cixare dikişand, te kengî ew bidîta cixare di devê wê de bû ("Negirî, jiyan hîn jî xweş e").
Jina Muslim, pîreke nêzîkî 60 salî ye, diranên di devê wê de taxim in, rûyê wê qermiçî ye û pişta wê xûz e û ji lingê xwe yê rastê hinekî kulek e… ew pîr di temenê diya wî de bû ("Rojên Penaberiyê").  
Navê jinikê Christina bû, temenê wê nêzîkî li pêncî salî kiribû … dema ku mirov ji nêzîk ve ew didît, bi rastî mirov nikaribû rojekê tenê jî pê re bimîne. Çermê wê qermiçî bû, hestiyên wê xwar bûbûn, xwar dimeşiya, binê çavên wê werimî bûn, ji ber ku pêsîrên wê pir meliqî û biçûk bûn, çûbûn ji xwe re bi sîlîkonan mezin kiribûn ("Eyo namûsê diparêze").
Eger birêz Dilbixwîn Dara bi tenê bigota, ku Christinayê bi sîlîkonan memikên xwe mezin kiribûn – xwendevan wê serwaxt bûna, ku ew jin ne bedew e, ne jî dilron e.
Nivîsa paşin "Berî mirinekê careke din we em hev bibînin!" bi hevokeke, ku dibe encama pirtûkê, destpê dibe:
Derdê xurbetê ji xurbetiyan bipirsin.
Li vir Dilbixwîn Dara vegera xwe ji bo gundê xwe, dîtina dê û bav û merivên xwe piştî pênc salên li havîbûnê bi nermayî nîgar dike. Lê ev nivîs ji kurteçîrokên mayîn wisa cuda ye, ku minê ew wek ‘pamfleteke hesreta niştiman’ bi nav bikira.
Dîtinên li ser Zimên
Zimanekî zelal, ne giran û dirûst pirtûkê dixemilîne. Hêjayî gotinê ye, ku kurteçîrok di warê hunandinê de ne wek hev in. Belkî ew di heyamên curbicur de hatibûne nivîsandin. Lê di warê dewlemendiya zimên de mirov dikare kurteçîroka "Solên Mistikê" wek ya here serkevtî destnîşan bike.
Ji bo nimûne, li vir em rastî  Îzafeta pakij ya kurdî (bi latînî Status Constructus) tên:
Kobanî bajarekî deşta Sirûcê ye (rûpela 19).
Da ku mebesta min belî bibe, nivîskarên ku ne bi hostatiya bilind zimên dixebitînin yan li bin bandora zimanên din diafirînin wê bigotana:
1) Kobanî bajarek deşta Sirûcê ye (bajarek dewsa bajarekî)
2) Kobanî bajarekî li deşta Sirûcê ye yan
3) Kobanî bajarek li deşta Sirûcê ye.
Dîsan jî di vê kurteçîrokê de û di pirtûkê de bi giştî hinde caran zayendê mê (navên çem û rûbaran jî di zayendê mê de ne) nayê bikaranîn:
Kobanî nêzîkî çemê Ferat e (rûpela 19).
Yan gerek e çemê Feratê bûya, yan jî wek li ser rûpela 79an ava Ferêt.
 
Carek yan du caran bilêvkirin cihê şêweya nivîsînê digire, wek li ser rûpela 28an: navêtibûn dewsa neavêtibûn.
Kêm caran be jî, lê Dilbixwîn Dara peyv û têgînên kurdî vedişêre û destê xwe diavêje formeyên biyanî: welhasil (rûpelên 11, 67, 114 û yên din), avukat  (rûpelên 14, 18), tuwalet (rûpelên 14, 15), bêsebeb (rûpelên 35, 63 û yên din).
Wek din, di nav têkstên wêjeyî de kurtepeyvên siyasî û rojnamegerî asta wêjeyî dadixin: dewsa û hwd (rûpelên 7, 67 û yên din) diviyabû peyvên xweşik bihatana diyarkirin: û heta dawiyê, û heya dawiyê, û yên din yan û yên mayîn.
Niha jî ez hez dikim li ser van xalan rawestim, yên ku bi giştî bi standartkirina Kurmanciya Jorîn ve girêdayî ne û di nav pirtûka "Penaber" re jî derbas dibin.
Berî her tiştî, standartkirina Kurmanciya Jorîn hên jî bi dawî nebûye, lê bi kêmanî di têkstekê de divêt formeyek bê bikaranîn. Wisa li ser rûpela 50an di hevokekê de kiriya malê tê nivîsîn, lê hevokeke din di pey re kirêya xênî nîşan dide. Belê, herdu cure jî rast in – kiriya malê û kirêya malê (mîna rêya min û riya min). Lê xwezil li ser heman rûpelê ev cudabûn rûneda. Her weha navên biyanî jî divêt bi yekrengî bêne birêzkirin. Wisa, li ser rûpelên 55 û 56an du variyant xuya dikin – Yoguslav û Yugoslav; li ser rûpela 63an jî Qurucî û Qorucî.
Nivîskarê Rûs û xwediyê xelata Nobelê Aleksander Soljenîtsîn gava didît, ku peyva Xwedê bi tîpên biçûk tê nivîsîn, wî ev yek wek ateîzma arzan bi nav dikir. Ji tahlebext re, birêz Dilbixwîn Dara jî peyva xwedê bi tîpa biçûk ve destpê dike (rûpelên 11, 31, 79, 106, 107, 108, 111, 123 û yên din). Madem em navên Tirkiye, Kemalîzm, Seddam û Tehran bi tîpên mezin dinivîsin, bila navê Xwedê jî bi tîpên mezin be – duniya xerab nabe!
Roja înê (rûpela 25) dide xuyakirin, ku peyva În di Kurmanciya Jorîn de bi şaşî bûye nîvstandart. Ji bo hevberkirinê em dêna xwe bidin, ka di zaraveyên din de çawan e: Heynî (Kurmanciya Jêrîn, ango Soranî) û Yenî (Kirmanckî-Dimilî-Zazakî). Ev hersê Înî-Heynî-Yenî digihijine peyva Azîne yan Adîne wek roja xemilandinê li gor dabûnerîta Îraniyên kevn. Lewma bi dîtina min, eger nivîskarên Kurmanciya Jorîn jî “î” têxin dawiyê û bibêjin Înî, Roja Îniyê - wê rasttir be!
Têbîniyeke din bi hevokên wisa ve girêdayî ye: Hûn a rast bixwazin (rûpela 63). Em têxin bîra xwe, ku piraniya devokên Kurmanciya Jorîn pronavên xwemalîn (zayendê nêr), ya (zayendê mê) û yên (gelejmara herdu zayendan) bi lêv dikin. Mamosteyên mezin jî mîna Qanatê Kurdo û Mîr Celadet Bedirxan bi vî awayî şirove kiribûn. Bi ser de, di Kurmanciya Jêrîn de ev pronav dibe (cudayiya zayendan li vir nemaye). Koka van pronavên xwemalîn ya dîrokî pronava zimanê  Avestayê hya ye. Lewma standartkirina formeya ê, a û ên (a min, ê te) hem li dijî nêzîkkirina zarave û devokan e, hem jî di warê dîrokî de qels e. Wê demê, hevoka birêzkirî jî wê wisa bûya: Hûn ya rast bixwazin.
Nivîsarnasiya Paşin
Ez di vê baweriyê de me, ku pirtûka birêz Dilbixwîn Dara "Penaber" berî her tiştî bi kêrî xwendevanên Kurd tê. Wêneyên neyênî ji Alman û Almaniyayê, ji penaxwazên Qerecî, Yugoslav, Polonî û Kurd wergirtî wê bibûna sedema pirs û şermezarkirinên siyasî. Nîgarkirina civaka Kurd ya paşkevtî jî wê zirarê bida dilgermiya xêrxwazên me. Lê ez bi xwe vî zimanê eşkere wek qenciya pirtûkê dinirxînim. Mala Dilbixwîn Dara ava be, ku gava wî pirtûk amade dikir, wî armanceke weha danenîbû ber xwe, ku piştre pirtûka xwe bide wergerandin û navê xwe di nav biyaniyan de bide nasîn. Mixabin, hinde xwedîqelemên îroyîn bi kurdî diafirînin, lê li xwendevanên ne-Kurd difikirin û li gor vê yekê têsktên xwe didine ser hev. Dilbixwîn Dara ji xwe û xwendevanênx we bawer e û li çavrêniya serhejandina Ewropiyan nîne.  
Hebûna me, ku li ser hîma tunebûnê ye, ji hêla Dilbxiwîn Dara ve baş hatiye hunandin. Baş çi ye? Zimanekî vekirî, yê ku di gelek kurteçîrokan de dûrî ferhenga rojnamevaniyê ye. Henekên dostane. Omida ku herdem di dawiyê de dimire. Nivîskarê bi ser salên dijwar re derbasbûyî û ji serboriyên cihêreng fêrbûyî hesteke taybetî dixe nav dilê me. Ev hesta han daxwaza Anton Çexov ji bo gelê Rûs dişopîne: Her roj kurmên bendewarî û koledariyê di bedena xwe de biperçiqînin û jê derxin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]