ÇAVREWANÎ

 

helbest: Dr. Mîdya Mehmûd
werger: Helîm Ebûzêd

Efrin.net 07. 07. 2005

Gundê xilmaş liser pala gir
Xanyên herrînî
Û tava heyvê
Dibe pêl liser derya simbilan
Li ber perrê gundê kevnar
Li ber malê …
Pîrek kurtikekî li tevn dixe
Ji dûrekî giran buhare
Ji çavrewanekî dibe ku neyyê re
Li ber derî …
Li topraxên kurdî
Pîrek û kurtikek
Û xewnek bi serwindayekî
Vegerya
Lê dikefenekî de .

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]