Qelem

 
Seyid Feysel Moctevî

Efrin.net 06. 07. 2005

Roja pênûsê li me û hemî gelan pîroz be.pênûsa ku dergehê zilm û tarîtiyê girêda û bera nûrê da nav gelên bin dest û belengaz.kila edlayîyê li çavê sitemkara kişand û kulûlkê azadîyê li deşta sare zilmê de çand, zistana sar û tezîye bêdengîyê,li bilbilê gulistanê kire biharekî xweş û rengîn.


Qelem tu ji kîderê hatî bi fermana kê ra hatî?
Bi tekmîla ziman hatî? Bu kêm kirna xama hatî?

Bi her destûr û fermanek ku tu hatî bi xêir hatî
Bi ser çav û dilê nesla beşer hatî ti xêir hatî

Bi rêkek dûr di gel Rojê li bu berqa dila hatî
Serendîbê xelat bûy tu di gel bûk û zuva hatî

Bi mêwanxaneya işqê tu peyk û ermexan hatî
Bi çeng û naxon û kuçkan tu peykana beyan hatî

Piçûkê Adem û Hevva bu dermanê evîna xwe
Bu runahiyê bi kilçî û kilê sobhane te hevce

Tu dayim hemreh û hemzadê texyîr û tehevvol bûy
Tu geh ber bûy û geh dişnek li fûlad û li asin bûy

Heta ku tu miraz û metleba dil da bi kevrê req
Biselmînî û jînavî di dîrokê bikî berheq

Li nav kevrê nivîsî da li naw xiştê sufalîda
Li pexla bajêr û gunda li naw xar û muxaranda

Nigehbanek vefadar û xedûmek bê temenna bû
Nivîsîn ah û derdê gel li naw serma û bahozan

Bi pêşrefta olûm û seneta hazir qelem ker bû
Li beyna sirvet û feqrê bi çavê zolmetê der bû

Qelem girtin şikandin kirne hebsê da ku Roj reş bit
Bibîte yek şevek tarî ku qanûn naw de vinda bit

Qelem rabe bi herbê ra bixona xwe miyesser ke
Dewama jîn û ayîna li pêxasan moheyya ke

Xeva şîrîn li ser zalim mokedder ke mokedder ke
Li qesran bîneder bîne bi tolek xweş vî aza ke

Ku binvîse ji mezlûma Seyid berga teberrayê
Bike mizgîn gulîstanê qelem derket li zindanê
 
Seyid Feysel Moctevî
Senendec 2005-07-02
Helbest : Mesnevî
Vezn : Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin
Behr : Hezec Mosemen Salim

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]